Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Rewşa Bakurê Sûriyê ji ber Erdheja wêranker

 

    Îro 06.02.2023ê erdhejeke tund û wêranker bi pileya 7.8 li gor pîvera Richterê, li başûrê Tirkiyê rû da û bandora wê gehişte Sûriyê. 

   Ji aliyê Sûriyê ve, erdhej li deverên di bin kontrola opozîsyonê de rû da, ku nêzîkî 4 milyon kes lê dijîn, û ji navçeyên nakok li Sûriyê derbider bûne.  Û paşerdhejên wê gihiştin bajarên Lazqiye, Heleb, Hama û Tartûsê. 

  Rewşa mirovî li bakurê Sûriyê dijwar e, ji ber nebûna derfetan, û nekarîna dezgehên bizîşkî li hember mezinbûna hijmara birîndaran, ji ber ku bi sedan qurbanî  hene, çi yên jiyana xwe ji dest dan, û yên çarenivîsa wan nediyar e, û yên bêmal mane, li koma 58 bajarokên ku ji ber encamên erdhejê bandor li wan bûne, û piraniya avahiyên wan ketine bin bandora erdhejê, û bi tevahî yan beşin jê hilweşîne. Li gorî çalakvanên Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hin malbat bi tevahî hîn di bin kavilan de ne, ku dengên hewara wan tê bihîstin, û xizmên qurbaniyan hewl didin wan rizgar bikin, ji ber derengmayina tîmên berevaniya sivîl, û lawazbûna şiyanên wan. 

  Dezgeha Berevaniya Sivîl “KumSpî” bakurê rojavayê Sûriyê weke herêmeke bi temamî wêran ragihand. Rewş li hemû deverên ku erdhejê bandor lê kiriye, karesatbar e û ya herî xirab jî li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê ye.

Pîvana karesatê bi berteka lawaz a bersivdana Berevaniya Sivîl zêdetir dibe, ji ber nebûna şiyanan, nebûna penageh û xalên komkirina ewle, ji bilî geşûhewaya nebaş û sermaya dijwar.  

  Berevaniya sivîl, rêxistinên pêwendîdar û jin û mêrên Sûriyê li seranserî Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye di hemû waran de, nemaze di warê amûrên giran de, bihêzkirina sektora bizîşkî, vekirina sînorê Sûriyê-Tirkiyê, ji bo wergirtina birîndaran, pêşkêşkirina alîkariya mirovî ya bilez, û peydakirina stargehan ji bo malbatên zirarmend.

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, sersaxiyê ji hemû malbatên qurbaniyan li Sûriyê û li Tirkiyê dixwaze û bang li hemû welatan dike ku berpirsyariyên xwe li hember vê karesatê hilgirin, û tedbîrên lezgîn bigirin ji bo kêmkirina dijwariya rewşê û alîkariyê ji bo rizgarkirina sûriyan bi jin û mêran ve li Sûriyê pêşkê bikin.

 

           Aramî û Dilovanî ji bo Giyanê Qûrbaniyan 

           Û Şifaya lezgîn ji bo Birîndaran

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Duşem, 6 Sibat, 2023