Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê Şermezarkirina girtina Çalakvanê Medyakar Bekir Qasim 

Di 26ê Tebaxê de polîsên leşkerî yê Artêşa Niştimanî bi alîkariya îstixbarata Tirkiyê, rojnamevan Bekir Qasim digel hevjîna wî Nebîha El-Taha ku endama emîndariya giştî  ya Tevgera Siyasî  ya Jinan a Sûriyê ye,  girtin. 

Li gorî daxuyaniyek ku ji aliyê hevkara  me Nebîha El-Taha ve hatiye ragihandin, ku dewriyeke hevpar a polîsa leşkerî û îstîxbrata Tûrî  rê li  otomobîla wan girtin dema  ku ew ji rûmala vekirina  yekemîn pêşangeha pîşesazî û bazirganîyê li bajarê Babê vedgeriyan. Û hevkara me Nebîha El-Taha piştî du saetan ji binçavkirinê  di bin zexta gelê herêmê û çalakvanên wê deverê de serbest hat berdan, di dema ku çarenivîsa hevjînê wê rojnamevan Bekir Qasim heta dema nivîsîna vê daxuyaniyê de ne diyar e. 

Agahiyên kêm ên ku ji hinek aliyan ve gihane me dibêjin ku Qasim ji bo navenda navbed “Hor Kilis” hatiye  veguhestin, ew navend ku bi salan şahidê girtin, windakirin û îşkencekirina bi dehan jin û mêrên sûrî bû.

Hêjayî gotinê ye ku Qasim bavê keçeke nexweş e, û hevrêya me Nebîha ji bilî xem û derdê nebûna hevjînê xwe, ew  barê  lênêrîna zaroka xwe ya  nexweş hildigre, ku pêwîstiya wê bi lênerîna pizîşkî ya taybet heye û  ew cureyên lênêrînê niha di hundirê sûriyê de tune ye. Ev yek giraniya bûyerê li ser zêde dike, nemaze ku hemî hewildanên wê yên bi rêya navbeynkaran ji bo pêwendiyê bi hevjînê xwe re bike bi ser neketin û têk çûn. 

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, , Ji ber baweriya me bi prensîba azadiya derbirînê û rojnamegeriyê em daxwaz dikin ku rojnamevan Bekir Qasim demildest bê berdan, em siyaseta bêdenkirinê  ya ku ji aliyê rejima Esed ve dihat kirin û me li dijî wê  serî hilda qebûl nakin, û ev siyaset  ji ti aliyekî din ve, çi Sûrî be  yan  ne sûrî  ve, nayê qebûlkirin.

Her wiha em hevxemiya xwe  bi hevkara  me Nebîha Taha re radigihînin  ji ber  zor û zehmetiya  dikşîne  di encama girtina û  eşkerenekirina çarenivîsa hevjînê wê.

 Azadî ji bo hemû girtiyên ji ber bîr û baweriyan  xwe  di hemû girtîgehên Sûriyê de û yên di bin desthilata hemû hêzên defakto de.

 

Azadî ji bo rojnamevan Bekir Qasim

Bijî Sûriya azad û serbilind

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Pêncşem, Tebax 29, 2024