Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê Şermezarkirina Teqîna Minbicê
- updated: February 4, 2025
- |
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê êrîşa tawankar a ku di 3’ê Sibata 2025’an de li derdora bajarê Minbicê yê rojhilatê Helebê pêk hat û di encamê de 20 jinên ku di çandiniyê de dixebitin û şofêrê wesayîta ku wan dibir kar şehîd bûn, bi tundî şermezar dike. Ev kiryara hovane bêhurmetî û pêsivkatiya aliyê kiryar li hember jiyana sivîlan nîşan dide, ji ber ku piraniya wan jinên ziyan dîtin jinin karker in ku tevî hemû zehmetiyan di jinûve avakirina jiyanê de beşdar dibin, ew israra hêzên tarî li ser têkbirina aramiyê û zêdekirina azarên sivîlan nîşan dide, û berdewamiya metirsiyên ku aramî û ewlehiyê li welat dike armanc piştrast dike.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekez dikin ku armanckirin sivîlan, kî dibe bila bibe, sûcek e ku nabe were pejirandin an jî li hember bê bêdengman. divê dewlet bi berpirsyariya xwe ya tam di derbarê eşkerekirina sûcdaran û hesabkirina wan li pêşberî edaletê û misogerkirina ewlehî û aramiya welat bigire ser milê xwe, û em bang li dewletê dikin ku di vê rewşa nazik a ewlehiyê de, tedbîrên lezgîn û bibandor ji bo parastina sivîlan, bi taybetî jinan, bigire. Welatê me ji şerekî malwêranker ê ku nêzîkî 14 salan berdewame dikişîne, û di vê qonaxa girîng de divê ewlehî û selametiya hemwelatiyên jin û mêr di serî de be.
Em ji rayedarên peywendîdar daxwaz dikin:
- Lêkolînek lezgîn û şefaf ji bo eşkerekirina aliyê berpirsiyar ê teqînê û darizandina kesên têkildar pêk bînin.
- Xurtkirina tedbîrên ewlehiyê ji bo dabînkirina ewlehiya sivîlan li cihên kar û tevgerên wan.
- Pêşxistina stratejiyên bi bandor ji bo parastina komên herî mexdûr, di nav de jin û karkerên di sektorên çandinî û xizmetguzariyê de.
Ev tawan pêwîstiya lezgîn a hevgirtina hewldanan ji bo misogerkirina ewlehiya hemû hemwelatiyan û redkirina her hewleke ji bo vegerandina welat ber bi çerxa tunûtûjî û tevliheviyê ve piştrast dike. Em careke din tekez dikin ku parastina sivîlan berpirsiyariyek e ku nayê derengxistinê û divê hikûmet berpirsiyariya xwe ya ji bo misogerkirina aramî û piştgiriya aştiya civakî bigire ser xwe û bi cih bike.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbatên ku hezkiriyên xwe ji dest dane dikin û hevxemiya xwe ya kûr ji hemû kesên ku ji vê kiryara şermezar bandor bûne re, û şifaya temam û lezgîn ji birîndaran re dixwazin.
Dilovaniya Xwedê li qurbaniyan be
Dadmendî ji bo hemû kesên ku rastî neheqî û êrîşan hatine
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Sêşem, 4’ê Sibata 2025’an