Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê Xwepêşandanên dawî yên li el-Siwêdayê

 

   Li bajarê el-Siwêdayê, di roja çarê meha kanûnê de, careke din xwepêşandanan dest pê kir, ku li ser daxwaza hin çalakvanên jin û mêr bi sedan xwepêşander  li ber avahiya parêzgehê ya hikûmetê li navenda bajêr kom bûn, û nerazîbûna xwe li hember siyasetên rejîma zalim û sitemkar, û li dijî dijwarbûna qeyranên jiyanê û yên aborî ragihandin, qeyranên ku bûne sedema  rawestandina jiyana xelkê li welêt bi temamî û bi hemû awayî.

  Lê bersiva rejîmê pir dereng nema, ji ber ku hêzên ewlehiyê teqe li xwepêşanderên jin û mêr kirin, û di encamê de du kes hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar ketin.

  Hilweşînên û têkçûnên rewşa aboriyê yên li pey hev, li welatekî ku ji ber şer westiyaye, û di bin desthilatdariyek totalîter a qirêj de ye, ku piraniya jin û mêrên Sûriyê tehdîd dike,  ew xelka li navçeyên di bin kontrola rêjîmê de li jêr xeta hejariyê dijîn, û di bin bandora  dewlemendên şer û gendeliyê de dijîn, gendelên  jiyanê li Sûriyê xira dike.

  Derengmayîna çareseriya siyasî li Sûriyê, û çav grtina  li ser rêjîma tawankar û gendel, metirsiya kirîz û karesatên zêdetir li ser gelê Sûriyê  çê dike.

  Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, piştgiriya xwe ji bo gelê me yê Siwêdayê  û daxwazên wan  ên mafdar ji bo azadî û edaleta civakî re radigihînin.

  Em bang li aliyên sûrî û civaka navdewletî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin, û kar bikin ji bo bilezkirina proseya veguhestina siyasî, bi rêya cîbicîkirina tam ya biryara Encûmena Ewlekariyê ya hijmar 2254 û biryarên girêdayî wê, ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê yê mayî, û ber bi aştiyeke berdewam û maynde li Sûriyeke yekbûyî bi xak û gelê xwe ve, biçin.

 

Sersaxî ji Malbatên Qurbaniyan re û Azadî ji Sûriyê re

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Pêncşem, 8ê Kanûna 2022