Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di derbarê Penaberên Sûrî Yên ku li Ser Sînorê Navbera Sûriyê Û Libnanê Asê Mayî

Bi berdewamiya nûçeyên xemgînker di derbarê rewşa penaberên Sûrî yên li welatên derdorê dijîn, nemaze yên li libnanê ku retorîka nijadperest ya fermî li dijî wan her tûjtir dibe û daxwaza dersînorkirina wan ji xaka Libnanê zêde dibe, loma penaber neçarin vegerin welatê xwe.

   Rêlibergirtina penaberên Sûrî yên ku li ser sînûr li devera CideydtYebûs ya sînûrî di navbera Sûrî û Libnan de, asê mane, ku derbasî xaka welatê  xwe bibin, û gulebarankirîna wan, derew û xapên  gotinên rejîma Esd û sozên wê yên dûbare di derbarê banga xelkê Sûrî yên li derve dijîn dike ku dikarin bi dildarî vegerin welatê xwe, diyar dibe. Astengkirina  vegera welatiyên Sûrî ji hêla pasevavên sînor yên rejîma Esed ve, karekî li dijî qanûnê ye li gorî xala 38emîn a Destûra Bingehîn a Sûriyê, Madeya 13 (2) ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, û Madeya 12 (4) a Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî ye..

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî vê tawana li dijî sivîlên ku dixwazin vegerin welatê xwe – li gorî rêkeftina derbasbûnê ya di navbera her du welatan de saz dike – şermezar dike, ku hêzên rêjîmê ew gulebaran kirin, û 100 dolar wek bace li ser her kesekî  bixwaze vegere ferz kiriye, di demekê de ku ev pere bi piraniya wan re tune ye.

    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li rêxistinên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dike ku bi lez bixebitin û hewl bidin da ku ev kesên asêmayî bi hêsantir derbas bibin. Em, dewleta Libnanî, rêjîma Sûrî û hemî dezgehên navnetewî berpirsyar dibînin di ber ewlehiya bi sedan kesên ku bi malbatên xwe ve di mercên dijwar de asê mane, nemaze di wextekî de ku pareşa Coronavirus belavbûye, û êşa wan duqat dike, û em daxwaza peydekirina pêdiviyên wan ên bingehîn  dikin, heya ku trajediya wan bidawî tînin.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî  tekez dike ku ji mafê  jin û mêrên Sûriyê ye jiyanek ewle, dûr ji metirsiya bombebaran û girtinê bigerin, di dema tinebûna  jîngehek ewledar û bêalî li Sûriyê. Û ev yek di peymana sala 1951-an a têkildarî rewşa penaberan û peymana navnetewî ya penaberan de hatiye: parvekirina berpirsiyariya parastina penaberan û dabînkirina hawîrdorek ewledar û bi dilxwazî ​​ji wan re hebû.

Dilovanî ji bo şehîdan çi jin çi mêr, azadî ji bo girtî û  bêserûşûnan, û serkeftin ji bo gelê me yê mezi

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

În, 4ê Îlona 2020an