Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê  ji bo piştevaniya Megribê ji ber erdheja çê bûye

 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê piştevaniya xwe û hevxemiya xwe bi Şahneşîna Mexrîb û gelê wê re nîşan dide piştî erdheja wêranker a ku di 9’ê Îlona 2023’an de li wî welatî rû daye. ‬‬‬

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li kêleka hemû gelê Mexribê û bi taybetî jinên wê disekine, hestên xwe yên dilsoj û hevxemiyê bi malbatên qurbanî, birîndar û kesên ku di erdhejê de ziyan dîtine radigihîne, û helwesta gelê Mexrîbê li kêleka jin û mêrên Sûriyê di azmûna wan a berê de dema erdhej li başûrê Tirkiyê û li bakurê Sûriyê di Sibata borî de çê bûyî li bîr tînin,  em jî hestên dilsozî û hevgirtinê yê gelê Mexrîb bi heman hestî vedgerînin.

 Ji qurbaniyan re rehmetê, ji birîndaran re şifayê û ji kesên ku mexdûr bûne re jî alîkariyê dixwazin, û em hêvî dikin ku Mexrîb bi ewleyî û aştiyane zehmetiya xwe derbas bike.

   

  Aştî û dilovanî ji bo canê qurbaniyan

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Sêşem, 12ê Îlona, 2023an