Daxuyanîya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji bo Şermezarkirina êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê

   

Di dema ku gelê Sûriyê, jin û mêr, hêj dest bi pîrozbahiyên xwe kirin ji bo rûxandina rêjîma tawankar, û piraniya wan hêj li ber bûyera girîng ya di 8ê Kanûna yekem matmayî mane û tê negihiştine, nûçe li ser pêşveçûna artêşa Îsraîlê ber bi navenda parêzgeha Quneytrayê ve hat belavkirin, ku 100 êrîşên asmanî li ser cihên cuda li Sûriyê pêk anî, di nav de êrîşek li ser çargoşeye ewlekarî li Şamê, û vê yekê kêfa gelê Sûriyê şikand. Heta saetên dawî yên roja Duşemê, 9ê Kanûna Yekem, Îsraîlê zêdetir ji 250 êrîşan bo ser herêmên curbicur li Sûriyê pêk anîn, ji bilî berdewamiya pêşdeçûna artêşa wê li ser erdê, û di van saetan de hema hema gihîştiye bajarê Hederê ku tenê 75 kîlometran dûrî Şama paytext e.

Daxuyaniya Îsraîlê ya dibêje ku ew ji binpêkirina peymana agirbestê ya sala 1974’an ditirse bi behaneya ku niha artêşeke yekgirtî tune ye, bêguman ev behaneyeke lawaz e ji aliyê kiyanek berfirehker ve, dibe ku ew derfeta valahiya siyasî û ewlekarî ya heyî ji bo berfirehkirina ber bi nav axa Sûriyê bi kar bîne, bi taybetî piştî daxuyaniya vê dawiyê ya Netanyahu ku gotibû, Girên Golanê yên Sûrî beşeke bingehîn a Îsraîlê ye û niyeta wê nîne ku ji wê derê vekişe.

Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, êrîşên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyê şermezar dikin, û êrîşkirina li ser navendên leşkerî yên Sûriyê û têkbirina amûr û bargehên leşkerî şermezar dikin, ku îro ew  amûr û bargeh yên gelê Sûriyê ne û ne yên rejîma berê ne.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku hemû tedbîran bigire da ku Îsraîl li Sûriyê berfireh nebe, û her wiha bang li Komkara Erebî dikin ku Sûriye jî endama wê ye, daxwaza civîneke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî bike ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê.

Welatê me îro di qonaxeke dijwar a xebatê re derbas dibe û ji bo jidayikbûna xwe ya nû pêwîstî bi dem heye, jin û mêrên sûrî hewcedarê demê ne da ku ji gelek ziyanên rêjîma Esed a tawankar ên bi serê wan kiribû xilas bibin, lewra em hêvîdar in ku dost û hevalên me li cîhanê û welatên çalak bi erkên xwe rabin û fişarê li ser Israîlê bikin ji bo rawestandina van êrîşan, û ji bo nehêlin  ku ew sînorê xwe ber bi welatê  me berfireh bike.

 Em dixwazin welatek demokratîk, azad, serbixwe û ewle ava bikin û her êrîşeke ji derve metirsî ye li ser paşeroja vî welatî.

 

Bijî Sûriya azad û serbixwe

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Sêşem, 10ê kanûna yekem 2024