Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Ji bo şermezarkirina kuştina Hevrîn Xelef

Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Ji bo şermezarkirina kuştina Hevrîn Xelef

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê behîdariya xwe bi kuştina Endaziyar Hevrîn Xelef Emîndara Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê pêşkêş dike, û jişêwexistina kelaxê wê şermezar dike, ku vîdiyoyek li ser torên civakî hat bilavkirin tê de jişêwexistina kelaxê wê ji aliyê girûpên çekdar ve bi awayekî hovane, tê diyarkirin.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de terorkirina siyasî şermezar dikin, û em dibînin ku siyaset meydan in ji bo kar û hevrikiya aştiyane navbera aliyên siyasî yên corbicor de, ji bo xizmeta gel û pêkanîna hêviyên wî. Pêşeroja Sûriyê bi afrandina jîngeheke siyasî hevrikane û aştiyane, û bi bicînekirina dûrxistinê û terorê û kuştinê û windakirina bi neçarî ve girêdayî ye, ew yek jî rêbaza Rêjîma Esed ya diktaror tîne bîra me, serbarî ku jinên siyasetmedar yên Sûrî rastî tundutûjiyeke ducarî bi berawirdî bi jinên din re di pêvajoya jiyana xwe ya siyasî de ji nav-reşkirinê û revandinê û gefxwarinê, tên.

Em dixwazin tekez bikin ku ji bo bidawîbûn ji Rêjîma Diktator ya Sûrî û her aliyê ku rêbaza wê Rêjîmê di jiyana siyasî de dişopîne, tu rê ji bilî projeyeke niştîmanî Sûrî tunene.

Behîdarî û sebr û aramî ji bo malbata Hevrînê, û bidawîbûn ji bo Sûriyê ji desthilatdariya Rêjîma Esed ya Diktator û hevşêweyên wê.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Çarşem 23ê Cotmeha 2019an