Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li ser Biryara Wezareta Geştûguzariyê ya Jimare /294/

Di 9ê Hezîrana 2025an de, Wezareta Geştûguzariyê Biryara Jimara 294 derxist, ku li ser kesên ku diçin peravan û hewzên avjeniyê yên giştî  ferz dike ku cilên avjeniyê yên taybetî, wek burkini an cilên avjeniyê yên tevahiya laş dinuxumînin, li xwe bikin. Ev biryar otêlên ku çar stêrk an jî bilindtir in, û her weha klûb û peravên ku ji sektora taybet in jî veqetandine.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê biryarê wek sînordayîna rasterast a azadiyên kesane dibîne, û ferzkirinek eşkere ya rêziknameyên cil û bergan pêk tîne, nemaze li cihên giştî yên wek perav û deverên bêhnvedanê. Dayîna sînorkirinên weha tenê xizmeta domandina cudakariyê dike û klîşeyên neyînî di nav civakê de, hem li dijî jinan û hem jî li dijî mêran, xurt dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji Wezareta Geştûguzariyê dixwaze ku vê biryarê cardin binirxîne, û li ser pêşxistina jîngeheke şamil a ku mafên hemûyan rêz digire bixebite. Herwiha em bang li diyalogeke vekirî ligel civaka sivîl dikin da ku pişteras bin ku siyasetên pêşerojê ligel prensîbên mafên mirovan û wekheviyê re lihevhatî ne.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê biryarê wek binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan dibîne, û ligel prensîba azadiya takekesî, ku yek ji bingehên herî girîng ên ku dewlet hewl dide rûmeta mirovan û wekheviya di navbera hemî welatiyan de, bila zayend an paşxaneya civakî çi be jî, biparêze.

Li ser vê bingehê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî ji Wezareta Geştûguzarê dixwaze ku biryara jimar /294/ ji nû ve binirxîne û li ser pêşxistina jîngeheke şamil a ku rêzê li mafên hemûyan digire bixebite. Herwiha em daxwaziya diyalogek vekirî ligel civaka sivîl dikin da ku piştrast bin ku siyasetên pêşerojê ligel prensîbên mafên mirovan û wekheviyê re li hev bikin.

Em bawer dikin ku azadiya kesane mafek bingehîn e ku nayê paşguhkirin, û berpirsiyariya saziyên dewletê ye ku ji bo parastin û pêşvebirina van mafan bixebitin, ne ku wan bi tu hincetan sînordar bikin an jî têk bibin.

 

Bijî Sûriye, bi Xak û Gelê Xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Duşem, 16ê Hezîrana 2025an