Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê li ser Konferansa Diyaloga Niştimanî li Şamê
- updated: March 4, 2025
- |
Konferansa Diyaloga Niştimanî di 24 û 25ê Sibata 2025an de li Şamê hat lidarxistin, û bi daxûyaniyek dawî derket, ku dikare wek daxuyaniyek giştî û nezelal were nirxandin, ku ne li gorî daxwaz û hêviyên jin û mêrên Sûriyê bû ji bo avakirina dewleta wan a nû, dewleteke piralî ya demokratîk, dewleta hemwelatîbûna wekhev. Di daxuyaniyê de tu amajekirineke eşkere li ser mafên jinan û hemwelatîbûna wekhev tune bû, û peyva “demokrasî” jî tune bû, ev yek jî dibe ku dûrketinek be ji bingehên ku gelê Sûriyê ji bo paşeroja xwe dixwazin.
Digel ku em hewlên Komîteya Amadekar ji bo serkeftina konferansê dinirxînin, lê em dibînin ku daxuyaniya dawî di encama leza kombûnê ku di bin zextên derve û hundir de, ku em baş pê dizanin, hat lidarxistin, lê em her wiha di wê baweriyê de ne ku ev encam jî vedgere şêweya vexwendinan, ji ber ku ev prose bi awayekî bêserûber hat encamdan, û cudahiyek ne mentiqî di navbera nûneratiyên parêzgehan de hebû, her wiha ew di ragihandina wê û mekanîzmayên bijartina beşdaran de ne zelalî hebû, vê yekê bi awayekî eşkere bandor li ser encamên konferansê kir ku di daxuyaniya dawî de hatin raghandin.
Her wiha siyasetên ku desthilatdariya niha pejirandibûn, wê bi zanîn giropên siyasî û nûnerên wan dûr xistibûn, û wê bijartû ku li gorî kategoriya eşîrî û mezhebî û giropên sivîl bi Sûriyan re reftar bike, vê yekê gihîştina lihevkirinê pir dijwar kir, ji ber ku jin û mêrên Sûrî, piştî dehsalan ji zordestiya siyasî, di dîtin û pêşniyarên xwe de ji hev cuda ne, û ev yek pêwîstiya wê bi nûnertiyeke siyasî ya rasteqîn ya ku pirrengiya civaka Sûriyê nîşan dide, heye.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, pêngavên ku desthilatdariya niha ya Şamê ji bo pêkanîna encamên konferansê bavêje, bi nîgeraniyeke mezin dişopînin, bitaybetî piştî ragihandina avakirina komîteyekê ji bo amadekirina danezana destûrî, ku tê gotin ku ew wek pêşnûmeyek pêşkêşî Serok Ehmed El-Şeri kirin ji bo pejrandinê. Em li vir amaje dikin ku nebûna medyaya fermî ya ku vê nûçeyê piştrast bike an jî red bike, nîgeraniya me zêde dike, nemaze ku bendên danezana destûrî yên ku têne belavkirin berovajî daxwazên me yên avakirina nirxên demokrasî, pirdengî û hemwelatîbûna wekhev in.
Her wiha em wek Tevgera Siyasî ya Jinan, di wê baweriyê de ne ku Konferansa Diyaloga Niştimanî nikare bibe alternatîfek ji bo konferansa niştimanî ya ku Komara Sûriyê ya nû dê ava bike, mîna Konferansa Niştimanî ya ku ji aliyê damezrênerên yekem ve di sala 1919an de hatibû lidarxistin, ya ku nûnertiya dadmend ji hemûyan re, di nav de nûnertiya siyasî ya aliyên siyasî, bi awayekî ku daxwazên jin û mêrên Sûriyê têr bike, misoger kiribû.
Em tekez dikin ku her proseyeke siyasî ya rasteqîn divê li ser bingeha nûnertiya adil a pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyê be, û li ser bingeha rêzgirtina ji pirensîpên demokrasî û mafên mirovan li gorî Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan, û divê beşdariya jinan di avakirina paşeroja Sûriyê de misoger bike. Bêyî vê yekê, her diyalogeke niştimanî dê tenê pêvajoyeke şeklî bimîne ku daxwazên gelê Sûriyê ji bo avakirina dewleteke demokratîk a dadmend berçav nagire.
Bijî Sûriyê bi Xak û Gelê xwe ve
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Sêşem, 4ê Adarê, 2025