Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Li Ser Zêdebûna Aloziyê li Parêzgeha Siwêdayê
- updated: July 15, 2025
- |
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi nîgaraniyek zêde gurkirina leşkerî ya ku li parêzgeha Siwêdayê diqewime dişopîne, bi taybetî piştî destwerdana hêzên ewlehiyê û wezareta bergiriyê ji bo parastina sivîlan, û ji bo berfirehkirina desthilatdariya dewletê li ser parêzgehê û vekişandina çekan, li gorî danasîna berdevkên fermî yên hikûmeta veguhêz. Ev operasyon bû sedema zêdebûna kuştiyan ku zêdetir ji 100 kesî duh jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Her wiha nûçe tên belav kirin ku gelek gund ji danîştûyên xwe vala bûne ji ber revîna wan, di heman demê de nexweşxane bi jin û mêrên birîndar hatine dagirtin, di gel qetebûna elektirîkê li parêzgehê û kêmbûna pêdiviyên pêwîst. di nav belav bûna bang û hawarçûnê ji bo alîkariyê ji hemû aliyan, û di nav wan de jî ji aliyê hikmeta fermî ve, di gel gotara nefret û tundiyê û teşwîqkirinek zêde.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, rêbaza ku li ser nîşandana hêz û tundiyê wek amûrek ji bo çareserkirina nakokî û cudahiyan tê bi kar anîn bi tundî şermezar dikin, û em wê wek gefeke rasterast li dijî aştiya navxweyî dibînin, û wek nîşandanek ji nebûna şiyana diyalog û pejirandina nexşeyek temam a ku li ser bingeha wê aştiya navxweyî û peymana civakî ya nû tê avakirin.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz dikin:
- Rawestandina tavilê ya hemû operasyonên leşkerî û vekirina derfetê ji bo danûstandinên aştiyane û diyaloga aqilane bi armanca avakirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de, û her weha di navbera hikûmeta veguhêz û jin û mêrên Sûrî de.
- Bêalî kirina sivîlan (jin û mêr) û nexistina wan nav şer û pevçûnê, û garantîkirina ku binpêkirin an jî komkujî dubare nebin û bilez ragihandina encamên komîsyona lêkolînê ya komkujiyên Peravê ji ber ku dibe ku alîkarî bike ji bo xurtkirin baweriyê di navbera Hikûmeta Veguhêz û pêkhateyên Sûrî yên tirsyayî de.
- Avakirina artêşa Sûrî li ser bingeha pîvanên niştimanî û sînordarkirina çekan di destê dewletê û saziyên wê yên fermî de, û garantîkirina ku hêzên ewlehiya giştî û artêş bi cil û bergeke yekreng ku nasnameya dîtbar a nû ya ji aliyê dewletê ve hatiye pejirandin bi kar bînin, û astengkirina danîna peçe yan jî hilgirtina nîşaneyên olî, mezhebtî, an jî îdeolojîk. Û ku dewlet berpirsiyariya tevahî ya reftara hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî hilgire, û ji bo her kesê ku binpêkirinek li dijî sivîlan dike, were sizadan.
- Tawanbarkirina gotara nefretê, çi li ser medyaya civakî be çi jî di medyaya fermî de, û astengkirina bikaranîna minberên olî ji bo hestkirina fitneyê yan jî handana tundiyê, handana pevçûnê yan jî banga ji bo (hawaçûnê) û seferberiya giştî, ji ber ku mantiqê (hawarçûnê) li ser aliyê hestyarî û îdeolojî û dijmintiya li hember yên din dilîze, û ew rêya ku ber bi şerê navxweyî ve hatiye amade kirin e, ji bilî vê yekê ew bi mantiqê avakirina dewletê re li hev nayê.
- Pejirandina gotareke hemwelatîbûnê ya berfireh û zelal ji aliyê saziyên dewletê ve, û her weha ji aliyê medyaya fermî, li ser bingeha prensîbên demokrasî, wekhevî, maf û edaletê, û redkirin û tawanbarkirina cudakariya li ser bingeha mezheb, etnî, an olî.
- Pejirandina prensîbên beşdariyê û pirjimariyê, û nûnertiya rastîn a pêkhateyên Sûrî yên cûda û dûrbûn ji mantiqê dabeşkirina Sûriyê jin û mêran wek eşîr û qebiley û etnikî û çîn û a’yan.
Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bawer dikin ku aştiya domdar tenê li ser ewlehî û adalet û diyaloga rastîn tê avakirin. Û ku mantiqê hêzê tenê teqînên dubare çêdike ku aştiya navxweyî têk dibe û hewldanên avakirina peymana civakî ya nû qels dike. Û em bawer dikin ku dewlet dema ku hemî gelê wê bi ser dikeve, bêyî ku nasnameyên wan ên herêmî, mezhebî an etnîkî çi bin, bi ser dikeve. Ji ber vê yekê, divê em hemî dengê xwe bilind bikin da ku li şûna mantîqa hêzê, li gorî mantîqa aqil tevbigerin.
Bijî Sûriya û bijî gelê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025an