Daxuyaniya Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê Di Derbarê Girtina Rehef Hesen el-Salih Jina Sûrî di Nav Bahozê de Ye

Ji 9 salan ve, jina Sûrî rastî hemû corên binpêkirinan tê, li navçeyên li jêr kontrola rejîmê, her wekî navçeyên li jêr kontrola grûpên ku şerê hev dikin, û navçeyên li jêr kontrola hêzên De Facto.

   Di bûyerekê de ku, em hêvî dikin a dawî be, hêzên Asayişê li bakur û rojhilatê Sûriyê, ku ser bi HSDê ne, jina bi navê Rehef Hesen el-Salih, 21 salî, li ser rêbendeke van hêzan girtine. Vê yekê jî derfet li pêş piştevanên van hêzan vekir ku gelek tohmet, texmîn, û sivkatiyên bê sedem li dijî Rehef bikin û behaneyên ne mirovane bo girtina wê bînin ku wê bi wê yekê tohmetbar dikin ku ew keça çekdarekî ” Artêşa Azad ” e.

Piştî bûyerê, daxuyaniyek hat belavkirin ku tê de kêmiya belgeyên Rehef wekî behaneya girtina wê tê diyarkirin, bêyî ku bê zelalkirin ka bê ew belge çi ne, û gelo dibin sedema girtina wê!

  Em wekî Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûriyê dilgiraniya xwe derbarê çarenivîsa Rehef û hevşêweyên wê ku, behsa wan nayê kirin, derdibirin, bi taybet jî em siyasetên metodîk ên van hêzan derbarê jinan de dizanin, wekî revandin û neçarkirina wan bo peşdarîkirin di operasyonên serbazî de (ku heta keçên ku temenê wan li jêr 18 salan e jî li xwe digirin), herwiha jî kampên girtina malbatên rêxistina DAIŞê yên berê.

   Tevî ku hin gavên erênî li navçeyên li jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine avêtin, wekî pejirandina yasaya jinê li herêmên Rêveberiya Xweser, sala 2014an, ku pêwendîdarî parastina jinê ji hemû şêweyên binpêkirinan e. Ev jî dihêle ku em girtina Rehef wekî binbpêkirinek beloq bihejmêrin, lewma divê ew demlidest bê azadkirin û parastina wê bê dabînkirin heta ku bigihêje cihekî aram.

Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê herwiha tekeziyê li ser girîngiya azadkirina hemû girtî û dîlgirtiyan, çi jin û çi mêr bin, li ba hemû aliyan dike, ku nabe bibin kartên fişar û danûstandinê.

  Em wekî Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê tekeziyê li ser girîngiya wê yekê dikin ku divê rêxistinên mirovî yên berevaniya mafên jinên çalak li wir bi rola xwe rabin û li ser wan binpêkirinan rawestin û çavdêriyê li wan bikin û fişarê bidin ser desthilatdarên De Facto da ku pabendî yasayan bin û rêzê li mafên navdewletî bigirin, bi taybet jî biryara hejmar 1325 a taybet bi rewşa jinan di dema dijberiyê de.

   Em herwiha daxwazê li civaka navdewletî dikin ku fişarê bide ser aliyên hevdij ji bo bilezkirina pêvajoya çareseriya siyasî, ji bo ragirtina êş û derdên Sûriyan ku roj bi roj zêdetir dibin, bi taybet jî piştî sepandina Yasaya Sîzer, û yasa û encamên ku di pey wê re dê li Sûriyan, çi jin û çi mêr bin, bên barkirin li hemû navçeyan li jêr kontrola aliyên cuda de.

Bijî Sûriye bi gel û xaka xwe ve

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

21 hezîranê, 2020