Daxuyaniya Tevgera Siysî Ya jinan a Sûriyê Di Derbarê Teqîna Efrînê 28 – 4 – 2020

Di 28 meha Nîsanê de, komkujiyeke kirêt li bajarê Efrînê yê li bakurê parêzgeha Helebê qewimî. Teqînek  di nava bazareke bajêr de çêbû, û bi dehan kesên sivîl, di nav wan de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Heya niha, tu aliyekî berpirsariya xwe di ber de ranegihandiyene.

 Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vê tewna kirêt û hovane ku li dijî sivîlên bajarê Efrînê hatiye encamdan û li tawanên li dijî gelê me yê Sûrî zêde dibe şermezar dike û berpirsiyariya yasayî  ya xwîna Sûriyan ku di vê êrîşa terorist de li dijî sîvîlan hatiye rijandin, dixe sitiwê hêzên de facto de. Di heman demê de, em berpirsyariya parastina sivîlan ji erkê van hêzan dibînin,  ji ber ku parastina ewlehiya navçeyê  erkê wan e.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dike da ku bixebitin û herî zû rijandina xwîna Sûriyan ku  ev neh sal in berdewam e,rawestînin û ji bo parastina sivîlan li seranserê Sûriyê hemî tedbîrên pêwîst bistînin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê careke din tekez dike ku take rê  ji bo aştî û rawestandina şer bi riya danûstandinan e, û karê ji bo veguhestinek siyasî, pêkanîna demokrasiyê, û cîbcîkirina biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 e.

Di dawî de, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, sersaxiyê  ji malbatên qurbaniyan re dixwaze, û hêviya başbûnê ji birîndaran re dike.

Dilovanî ji bo şehîdan çi jin çi mêr, azadî ji bo girtî û bêserûşûnan, û serkeftin ji bo gelê me yê mezi

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

29 – 4 – 2020