Daxuyaniya Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê Di Derbarê Tevgera Nerazîbûnên Gelêrî Li Siweyda

Ji Nêzî 10 rojan ve, li bajarê Siweyda, li başûrê Sûriyê, tevgereke nerazîbûnan, bi şêweyê xwepêşandanab berdewam e. Ev tevger ji bo şermezarkirina çewisandin, hejarkirin sîstematîk, rewşa aborî ya ku roj bi roj ligel daketina nirxê lîreyê Sûrî xirabtir dibe, û bihabûna zêde ye. Herwiha hin siloganên tên avêtin ku hevşêweyên siloganên xwepêşandnên ku di destpêka şoreşê de li dijî rejîmê hatin avêtin, her wekî daxwaza êxistina rejîmê û piştevaniya tevgera şoreşgêr û gelêrî li tevahiya bajar û herêmên Sûriyê.

  Parêzgeha Siweyda, ji destpêkê ve, beşeke resen bû ji tevgera şoreşgêr, û bihayê vê yekê jî bi şêweyên cuda da, wekî çewisandin, girtin, tundûtûjî û zordariy. Herwiha hejmarek ji ciwanên wê di zîndanan de canê xwe ji dest dan, ji ber ku li kêlek şoreşê û daxwazên wê rawestiyan.

Tiştê ku îro dibe beşeke ji tevgereke berdewam ku ranewestiyaye û berdewamiya kampanyaya ” Em dixwazin bijîn” e, ku sala borî destpê kiribû û hin siloganên ji bo daxwazên aborî bilind kiribûn û piştre bûbûn xwepêşandanên ku daxwazên aborî yên jiyana rojane têkilî daxwazên siyasî kiribûn. Dibe ku ev tevgera nerazîbûnê ya herî xurt be ji destpêka kampanyaya girtin û terorkirinê ku armanca wê jinavbirina “Tevgera

Şêxên Rûmetê” bûye. Herwiha Tevgera redkirina leşkerkirina bi zorê ya ciwanên Siweyda. Lê Siweyda ji neh salan ve, di pêşwaziya koçberan de, bi taybet ji gundewarên Şamê, Deraa û Himsê, her berdewam e.

   Rejîmê hemû şêweyên tirsandinê bikar anîbûn da ku xelkê li jêr desthilatdariya zorê bihêle. Her wekî hêsankariya veguhestina pamayên DAIŞê ji kampa Yermûkê bo beyabana Siweyda, û kumkujî û kiryarên revandinê ku li dijî xelkê parlzgehê hatin encamdan. Ev jî metoda rejîmê bû da ku xelkê di navbera 2 teroran de bihêle, ku her yek ji ya din taltir e.

Rejîmê herwiha hin piştevanî û alîkarî ji hin destikên xwe yên xwecihî re dabîn dikir û ew têve didan da ku binpêkirinan li dijî xelkê bikin û bitirsînin û şantaj (ibtîzaz) bikin û destdirêjiyê li dijî wan bikin da ku nehêlin ew dakevin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan bidin û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin.

  Ev xwepêşandanên niha vegera tevgera sivîl a aştiyane radigihînin ku bedewiya şoreşa Sûrî lê vedigerînin, piştî şikestina çareseriya serbazî ku ji bo gelê Sûriyê li her deverê karestbar bû.

  Ev yek dihêle ku, em wekî Tevgera Siysî Ya Jinan a Sûriyê, dilgiraniya xwe derbarê pilanên li dijî parêzgeha Siweyda, xelkê wê û xwepêşandanên wê yên aştiyane derbibirin. Bi taybet jî, ligel têvedana meşên ku rejîm û destkên wê li parêzgehê birêve dibin û haletên girtin û tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderên jin û mêr.

    Em herwiha tekeziyê li ser girîngiya piştevaniya daxwazên xwepêşanderan û gihandina dengê wan dikin da ku em wan bi tenê di rûyê amûra çewisandin û kuştinê de nehêlin ku tu bajarekî Sûriyê jê nefilitiye.

  Ligel ku em tekeziyê li ser yekîtiya Sûriyê bi gel û xaka wê dikin, em daxwazê li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku tu çareserî ji bilî çareseriyaya giştgîr nîne, û ji bilî rawestandina şerê dijwar ku ji 9 salan ve berdewam e, û destpêkirinea danûstandinan ji nû ve û li ser bingeha ” Daxuyaniya Cenêvê ” û biryara 2254 ji bo pêkanîna veguhestineke siyasî rasteqîn ku omêdiyên gelê Sûriyê berdest bike, hîç hêviyeke din bo gelê Sûriyê nîne.

Bijî Sûriye bi gel û xaka xwe ve

Sekretariyeta Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriye

15 hezîranê, 2020