Dîtina Siyasî – Kongirê Giştî yê Yekem yê Trvgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê 12-14 Çileya 2019an

Desteya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di kongirê xwe yê yekem ku di 12-14ê Beriçleya 2019an hat lidarxistin tekezî li ser dîtina xwe ku di Belgenameya Damezrênerî ya Tevgerê de pesend kiriye kir serbarî:

•   Ti çaresrî li Sûriyê ji bilî çareseriyeke siyasî ku gerentiya yekîtiya xak û gelê Sûriyê bike tuneye û gerentiya veguhestin bo dewleteke dîmuqratî firehalî û dewleta hemwelatîbûna tevahiyane û wekhev ji bo hemû hemwelatiyên wê bê ku li regez û ol û netewe û yan her tevlîbûn yan dabeşkirinine din bin werin berçavbirin, bike, dewleteke gerentiya veguhertina aştiyane ya desthilatê bike bê hebûna ti diktatoriyetê li ser erdê wê çi diktatoriyeta Rêjîma Sûriyê yan Hêzên Dîfaktoyî coracor, û bê ti hebûneke biyanî li ser edrê wê çi ji Milîsûn Tayifî biyanî yan Şervanên biyanî yan Artêşên biyanî be. 

•   Destûr beşekî sereke ye ji Piroseya Siyasî, li ser bingeha ku destûr gerentorê sereke ye ji bo mafên hemû hemwelatiyan؛ Û giring e ku destûrekî nû ku destûra 2012an ya ji rewayetiyê ketiye desrbas bike ku ji aliyê rêjîmeke diktatorî leşkerî ve hatiye danîn tê de xalin hene desthilata bêsînor didiyê, ji ber vê yekê em dibînin ku amadekirina destûra nû rûbirûbûnek e di çarçoveya hewlên gehiştin bo Lihevkirina Siyasî derbarê Qunaxa Veguhûz û divê em berdewam tekeziyê li ser giringiya danûstandinê li ser Desteya Hukumranî Veguhêz û pêşîniya gerentiya jîngeha ewleh û bêlayen beriya pêkanîna her piroseyeke rêfrandomê yan hilbijartinan, bikin.

•   Tekezî û gurkirina hewlan li ser dosiyasa girtî û windakirî û revandiyên bi neçarî. Û divê em li vê dosiyayê weke kevirê bingehîn di avakirina jîngeheke ewleh û bêlayen li gorî daxuyaniya Civêv (2012) û dîtina Neteweyên ji Piroseya Siyasî re binerin. Û balkişandin li ser girtina berdewam ji aliyê Rêjîmê ve li navçeyên ku vê dawiyê kontirola xwe li ser vegerandiye û ew yek binpêkirinek e ji gerentiyên ku Rosiyayê dane û tekezî were kirin li ser bandora nerênî ya van kiriyaran li ser egera vegera penaberan ku welatên cîran û yên Ewropayê hewla wê yekê didin.

•   Balkişandin li ser neçarkirina ciwanan ji aliyê Rêjîm û Hêzên Dîfaktoyî yên desthilat li navçene din ên Sûriyê li ser tevlîbûnê dinava milmilaniya leşkerî de, ew yek jihevxistin û azarên Civaka Sûriyê, û bi taybetî yên jinan bihtir dike.

•   Tekezî li ser girêdana dubareavakirinê bi Veguhestina Siyasî ve ji ber ku bicîkirina jîngeheke aram û bêlayen merceke serke ye ji bo gerentiya mafên xwemalînê (mulkiyetê) ji bo hemû welatiyan. Û tekezî li ser redkirina hewlên têne kirin ji bo dubarevakirinê bi srepereştiya Rêjîmê ji aliyê bazirganên şerî ve ku bazirganî bi dahatên Gelê Sûriyê û xwîna wî kirin. Û banga ektîvkirina hewlên navdewletî yên zelalmend û destpak, serbarî beşdariya Civaka Sivîl û Komeleyên Jinê yên ne li jêr kontirola Rêjîmê ji bo eşkerekirina van hewlan, û alîkariya Gelê Sûriyê di dubarevakirina welêt de di çarçoveya dîtinekê de ku tê de berjewendiya welatiyê Sûriyê û mafê wî li ser hemû astan di pêşî de be.

•   Redkirina siyaseta guhertina dîmuxrafî ya rêbazkirî ji aliyê Rûjîm û aliyên din yên tevlîdar di milmilaniyê de, çi bi rênedan ji bo sivîlan da ku vegerin navçeyên ku Rêjîmê vegerandine jêr kontirola xwe, yan bi kiriyarine ne rasterast mîna derxistina yasaninan ku mafê wan bin pê dike mîna yasaya jimare 10 (2018) ku maf dide Rêjîmê bi desteserkirina malûmulkên koçberkiyan û penaberan ku ew yek dibe rêgir li ber vegera wan bo navçeyên xwe yên resen.

•   Hîn egere heye ku gelek navçeyên Sûriyê bibin meydana xebatê li dijî diktatoriyeta Rêjîmê, ji ber vê yekê divê kar ji bo ektîvkirina awa û istiratejînine ne tundûtûjiyane were kirin ku bi rêya wan yek dikare xebatê li dijî diktatoriyetê bi hemû şêweyên wê bike ji bo azadî û rûmet û dimuqratiya tevahîdarane û mafên mirovan di nav de mafên jinan.

•   Divê dosiyaya penaberan weke dosiyayeke siyasî ne li jêr gefxwarinê bê dîtin, û redkirina hemû binpêkirinan dijî penaberan, di nav de fişarên bi armanca vegerandina wan bi neçarî bo Sûriyê beriya ku mafê wan di vegera aram û xwebexşane de were gerentîkirin. Û şêwene nerasterast yên van fişaran hene di serî de bêparkirina wan ji belgeyên yasayî û xizmetguzariyên bingehîn û mafê xwendinê.

•   Em bi helwesta xwe di redkirina hemû şêweyên koçberkirina bi neçarî rasterast yan ya ji encama kiriyarên astengkirin û şopandê ji her aliyekî be û derheqê her grûpê ji Civaka Sûriyê be pabend in.

•   Em bi hewla gerentiya hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû Sûriyan di destûr û yasa û siyasetan de bê ti cudahî li ser ti bingehî û danîna mîkanîzmên ku gerentiya bicîkirina wan bike pabend in.