El-Esed di Lûtkeya Erebî de, di Navbera Beşdarbûn û Guhnedanê de

 

Roja 16ê gulana 2024an, Lûtkeya Erebî li Menameya paytexta Behreynê li dar ket ku tê de serokê rejîma Sûriyê Beşar El- Esed beşdar bû. Ev duyem Lûtke ye ku ew beşdarî wê dibe, piştî Lûtkeya Cideyê ya parsal ku tê de kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de, sala 2023yan, ji bo rejîma wî hatibû vegerandin.

Vegerandina Esed bo ser kursiya Sûriyê di Komkara Erebî de û vegerandina pêwendiyên normal pê re, bi hêviya wê yekê bû ku ew biryarên civîna Emanê cî bi cî bike, ku pêk dihatin ji qedexekirina qaçaxiya bi madeyên hişbir, karkirin ji bo peydakirina nîrên guncav ji bo vegera penaberên Sûrî yên jin û mêr bi dilxwazî û ewle, û meşa li ser rêrewa çareseriya siyasî li gor biryara hejmar 2254 û dûrketin ji Îranê. 

Lê ew pabendî wan sozên xwe nebû ku di seredana xwe ya ji bo Îmaratê de dabûn, berî ku ji bo Lûtkeya Cideyê bê vexwendin, ya ku tê de destpêşxeriya gavek li hember gavekê ya ku şahê Urdunê ji Washingtonê, di tîrmeha sala 2021ê de, pêşkêş kiribû, û di encama wê de rejîma vegeriyabû Komkara Welatên Ereb û komîteyeke erebî ya pêwendiyê hatibû dirustkirin da ku cîbicîkirina biryarên civîna Emanê, di gulana sala 2023an de, di der barê çareserkirina kirîza Sûriyê de, bişopîne. Lê rejîmê tiştek pêşkêş nedkir, û diyar bû ku ew nikare rê li pêş çêkirin û qaçaxiya bi madeyên hişbir bigire, çimkî Fîrqeya 4an bi fermandariya birayê wî Mahir El-Esed ew berpirsiyara madeyên hişbir e. 

Her weh rejîmê tu pêngav li ser rêrewa çareseriya siyasî neavêtin, û girtiyên jin û mêrên azad nekirin, û çarenivîsa jin û mêrên winda eşkere nekir, û mercên guncav ji bo vegera penaberên jin û mêr peyda nekirin.

Vê yekê hîşt ku guhdana erebî bi dosyaya Sûriyê bi paş de bikeve, û alîkariyên aborî yên ku rejîm bi temahiya wergirtina wan bû, bi sedema destevalahiya Dewletê û kêmbûna dahatên wê, nehatin pêşkêşkirin, û hin zanyarî hatin derdan ku seredana serokê Îranê Îbrahîm Reîsî bo Şamê bi armanca wergirtina deynên Îranê bû ku bi pênc milyar dolar tên xemilandin, û ji bo milkdariya hin dahatên Dewletê bû.

Ji hêleleke din ve, Dewletên ereb nikarin Yasaya Qeyser û sizayên Amerîkî yên bi ser Sûriyê de sepandî binpê bikin, ji encama vê yekê jî, rêrewa çareseriya erebî li gel Sûriyê rawestiya û civîna komîteya erebî ya pêwendiyê li Bexdayê hat bi paşxistin, ku biryar bû roja 7ê vê meha gulanê bê lidarxistin. 

Esed di Lûtkeyê de neaxivî; dibe ku tiştekî bibêje yan pêşkêş bike li ba wî tune bû, heta radeyekê ku bersiva şahê Urdunê jî neda, ku di gotara xwe ya di Lûtkeya Erebî de, daxwaza cîbicîkirina siyaseta cîraniya baş, kontrolkirina sînoran, û nehiştina qaçaxiya bi kibtakon û çekan kir ku, Urdun ji bo parastina gencên xwe ji metirsiya derekî biparêze, bi tundî di rûyê wê de derdikeve.

Dibe ku ev yek wisa bê şêrovekirin ku nîşana hin tertîbên siyasî li herêmê ye û nîşandera qonaxeke dahatî ye ku tê de dê veguherandin û guhertin çêbibin.

Hat dîtin ku serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed ne di nav serokan de bû di meşa li ser sicadeya sor de li derbaseke rûmetgirtinê de, û nebeşdarbûna wî wekî guhnedanekê hat şîrovekirin, çimkî ew pabendî mercên vegerandina wî bo Komkara Dewletên Ereb nebû.

Beşdarbûna wî di Lûtkeyê de diyar kir ku ew li ser daxuyaniya encamnameyê erê dike û red nekir, ku tê de, di birkeya di der barê Sûriyê de, tekezî hatiye kirin li ser girîngiya bidawîhênana kirîza Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254, li gel parastina ewlehî, serewerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê, û pêkanîna perjewendî û omêdiyên gelê wê, û tekezkirin li ser girîngiya rola komîteya erebî ya pêwendiyê û destpêşxeriya erebî di der barê çareserkirina kirîzê de li gel piştevanîkirina hewlên Neteweyên Yekbûyî di vê çarçoveyê de.   

Rejîmê hin guhertin bi binemaya xwe ya ewlehî û siyasî de, piştî kongreya Partiya El-Be`is, encam dan da ku hin nameyan arasteyî derve bike ku ew ji bo çareseriyekê bi şêweyekî ji şêweyan amade ye, tevî ku gotara wî berevajî vê yekê diyar dibe.

Hêminiya eniya Sûrî li gek kiyanî Îsraîlî piştî şerê Xezayê, û xwevegirtina rejîmê ji aliyên din ên mihwerê liberxwedanê û xwebidûrxistina serbazî di şerê Xezayê de ji bo wê yekê ye ku ew nîşan bide ku ew cîwaz e ji hevalbendên xwe yên din di mihwerê liberxwedanê de.

Rjîm kerixî û wêran e, û lîstika demê ku girew li ser dikir niha li dijî wî kar dike, çimkî xelkê Sûriyê, bi jin û mêran ve, yên ku li navçeyên li jêr destê wî dijîn di rewşeke pir xirab de ne ku îdî zehmete xwe li ber bigirin, û navçeyên li derveyî kontrola rejîmê jî ne di rewşeke baştir de ne. Derketina xwepêşanderan li Idlib û gundewarên wê ji bo daxwaza jikarxistina Colanî û azadkirina girtiyên di zindanên wî de û kifşkirina çarenevîsa bêserûşûnan navçeyê dixwe rewşa amadebaşî û kelînê de ku gefa nemana ewlehiyê dixwe bi taybet piştî derketina nîşanên seretayî ji bo serkutkirina wan xwepêşandan û daxwazan.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê pêşwaziyê li helwesta erênî ya Dewletên Erebî ji daxwazên rewa yên gelê Sûriyê dike ku bi zelalî di daxuyaniya encamnameyê de diyar bû, û di heman demê de jî tekez dike ku mana Esed astengiî û berbesteke li pêş pêkanîna ewlehî û aramiya tevahiya herêmê. 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê wisa dibîne ku tu sûd ji normalkirina pêwendiyan bi Esed re nîne, û vegerandina wî da ku li ser kursiya Sûriyê di Lûtkeya Erebî de rûne û normalkirina pêwendiyan li gel wî bi hêviya ku ew biryarên destpêşxeriya erebî û biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254 pêk bîne, bê sûde e, û nîşan wisa diyar dikin ku biryar êdî nema di destê wî de ye.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwazê li Komkara Erebî dike ku bi cidiyet reftarê li gel rewşa Sûriyê bike, çimkî mana rejîmê bi serokatiya Beşar El-Esed tê wateya mana herêmê li jêr gefa şer û neramiyê de.

Hêj xelkê Sûriyê, bi jin û mêran ve, daxwaza guhertina siyasî û veguhastina ber bi Dewleteke demokrat dikin ku Dewleta yasa, dadmendî û wekheviyê be ji bo hemû hevwelatiyên jin û mêr ên Sûriyê.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê