Konferansa Brûkselê ya Heştemîn: Di Navbera Çakbûna Pêşwext û Astengkirina Çareseriya Siyasî de

 

Di 27ê Gulana 2024an de, qonaxa duyem a gera heştemîn a Konferansa Brûkselê ya ji bo piştgirîkirina paşeroja Sûriyê û herêmê bidawî hat. Konferans ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat li dar xistin, û bi civîneke wezîran ku li ser bingeha encamên “Roja Diyalogê” ya di 30’ê Nîsanê de pêk hat. Xalên sereke yên roja diyalogê ji aliyê sê kesên xwedî biryar yên civaka sivîl a Sûriyê ve hatin veguhestin. Di civîna wezîran de, ku ji nûnerên welatên Yekîtiya Ewropî, welatên cîranên Sûriyê, welatên din ên hevkar, û yên alîkarbexş û rêxistinên navdewletî ji wan Netewên Yekgirtî, beşdar bûn, tekezî li ser pêwîstiya piroseya siyasî li Sûriyê li gor biryara jimare 2254 ya Encûmena Ewlekariyê hat kirinû  pêdiviya pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji bo peydakirina hewcedariyên herî bilez ên gelê Sûriyê û ji bo civakên mêvandarên wan.

Qonaxa yekê ya konferansa Brûkselê, ku di 29 û 30ê Nîsanê de hat lidarxistin, bi armanca bihêzkirina rola civaka sivîl ya Sûriyê di warê siyasî de û komkirina darayî û piştevaniyê bû. Ev yek derfetek bû ji bo diyalog û gotûbêjê di navbera Sûriyan de, yên ku bi hejmareke mezin ji navçeyên Sûriyê û ji welatên penaberiyê beşdar bûn, ku dibe bibe sedema pejirandina helwêsteke nû ji biryara 2254 re, ji bo pêşdebirina proseya siyasî ya rawestayî, û pêdaçûnek nû li biryarê da li gor pêşkeftinên di rewşa nû ya Sûriyê de biguncîne, piştî çend salan ji derketina wê ku di sala 2015an derket.

Ev cihêrengî û girseyî ya îsal dibe ku rewşa bêçaretiya welatên rojava û Neteweyên Yekbûyî derbarê dosyaya Sûriyê de nîşan bide, ev tê wateya pê dana derfeteke berfireh ji bo diyaloga (Sûrî-Sûrî) bi rêya hevdîtin û çalakiyên berfireh ên di ber roja diyalogê re, ku zêdetir ji 600 beşdarên jin û mêr tê de beşdar bûn, û  li ser şeş panelên gotûbêjê yên mijarî belav bûn ku di wan panêlan de tekezî  li ser van mijaran hat kirin: pêvajoya siyasî û biryara 2254. ; zû başbûn û karîna berxwedanê; tenduristî û perwerdehiyê; derfetên jiyanê, Pirsa kesên winda û bêserûşûnan, û berpirsyarîyê.

Di encama her du qonaxên konferansê de, welatên xêrxwaz soz dan ku bi qasî 7,5 mîlyar euro (8,1 mîlyar dolar) alîkariya darayî bi awayê alikarî û deynan bidin (bi tevahî sozên alîkariyê dê 5 milyar euro be, di nav de 3,8 mîlyar euro ji bo sala 2024, û 1,2 mîlyar euro ji bo sala bê û yên paşê, û yên mayî (2,5 mîlyar euro) dê bi awayê deyn be. (Vê yekê kir ku mîqdara giştî ji ya ku Neteweyên Yekbûyî daxwaza komkirinê kiribû ku bi qasî (4.07) milyar dolar bû zêdetir be, lê  dîse ew pir kêmtir ji wê mîqdara ku sala borî hatibû sozdan, dema erdhejeke wêranker li Tirkiyê û çar parêzgehên Sûriyê rû da bû, û ji salên borî jî bi giştî kêmtir bû. Ev yek westandina aliyên xêrxwazan nîşan dide, ji ber ku bala cîhanê çûye li ser pevçûnên li deverên din, di nav de şerên li Ukrayna, Sûdan û Gazayê, her wiha miqdara pereyên soz û deynan wê li ser welatên cîran ên ku penaberên sûrî li wan dimînin were dabeşkirin, û pereyên ku ji bo hundirê Sûriyê hatiye terxankirin, 66% ji wê dê ji bo navçeyên rêjîmê were terxankirin.

Dibe ku Serdestiya dosyaya penaberên Sûrî li ser dosyayên mayî yên îsal ji ber wê yekê be ku konferans di nava gelek bûyerên ku li herêmê bi giştî, û erdnîgariya Sûriyê ya cihêreng bi taybetî tê de, hatiye li dar xistin; Ji ber ku pêlên nijadperestiyê li hember penaberên sûrî û bangên dersînorkirina wan li Libnanê zêde bûne, terxankirina milyarek Euro di konferansê de ji bo piştgirîkirina Lubnanê têrê nake, ku bi şertê kêmkirina koçberiya neqanûnî li ser Deryaya Spî hat, ku yekem car e hemû aliyên siyasî yên Lubnanê li ser pirsa penaberan li hev dikin, û berjewendiyên wan li hev dikin ku penaber berpirsyar in di ber encamên qeyranên  Lubnanê de, û daxwaza peydakirina çareseriyek bilez dikin, çi bi şandina penaberan bo Sûriyê, an ji bo welatek sêyemîn. 

Herwiha hejmareke mezin ji penaberên sûrî hîn li welatên din ên cîran dijîn: Li Urdunê, 1.3 milyon Sûrî hene, ku tenê 10% ji wan di kampan de dijîn û ji ber kêmbûna xwarin û elektrîkê dikşînin, û Urdun daxwaza zêdekirina alîkariyan ji wan re dike. (ji bo ku zarokên Sûrî ji qedandina xwendina xwe li dibistanên Urdunê bêpar nemînin). Li Îraqê, nêzîkî 400,000 Sûrî hene, ji wan tenê 200,000 bi fermî qeydkirî ne, û ew ji pêdiviyên jiyanê, yên bijîşkî û xwarinê bêpar in. Û li Tirkiyeyê jî nêzî 3 milyon û 700 hezar penaberên Sûrî di bin siyasetên tundkirin û dersînorkirinê yên li dijî wan de dijîn. 

 Di dema ku gelek raporên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî, ji bilî rêxistinên mafên mirovan, di nav wan de Amnesty International, bi yekdengî li hev kirin ku Sûriye hîn ji bo vegerê li tu beşekî wê ne ewle ye û penaberên Sûriyê di bin metirsiya binpêkirina mafên mirovan de ne. Berpirsiyarê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell jî got, “Rewşa Sûriyê îro ji salek berê xetertir e. Bi rastî, rewş tu carî evqas xeter nebûye û pêwîstiyên mirovî jî ev qas mezin nebûne” . Û wî got jî, “Niha, 16.7 milyon Sûrî hewcedarê alîkariyên mirovî ne, ku ev asta herî bilind e ji destpêka krîzê berî bêtirî 13 salan”.

Ji aliyekî din ve, zemîneke guncaw ji diyaloga (Sûrî-Sûrî) re ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve tê xwestin, ne berdest e, nemaze ku rêjîm bi awayekî eşkere hewl dide ku rêxistin û kesên ku ji herêmên di bin destê wê de tên, bikar bîne Ji bo fînansekirina kêmasiya xwe ya abûrî û xapandina civaka navneteweyî ji bo bidestxistina piştgiriyê, di heman demê de berdewamiya israrkirina wê li ser nehiştina ti tawîzan di çareseriya siyasî de.

Bi gotineke din, rêjîm dixwaze barê têkçûn û bêhêziya xwe ya siyasî, hikûmetî û aborî deyne ser civaka sivîl, bi riya têvedana wan ku daxwazê ji xêrxwazan bike bo dabînkirina pereyan ji bo pirojeyên xizmetguzarî, perwerdehî, tendirustî û jêrxanê, ku saziyên wê nekarîn pêşkêş bikin.

Hemû tiştên li jor diyar dikin ku çima beşdaran piraniya dema konferansê bi analîzkirin û şirovekirina rastiya Sûriyê derbas kirin, bêyî ku karibin derbasî sernavê wê yê sereke bibin û li ser piştgirîkirina paşeroja jin û mêrên Sûriyê, alav û stratejiyên wê biaxivin û divê aktorên herêmî û navneteweyî çi bikin li şûna ku li ser tiştên ku kirine biaxivin, û ku  kar û xebatên ji aliyê rêxistinan ve hatin bi qasî  hewcedariyan bûn. Dibe ku ev yek ji ber rejîma Sûriyê bi xwe be, ku welat gihandiye rewşa îroyîn; ku hîn rejîm berdewam e di astengkirina çareseriya siyasî de û red dike ku reftarên xwe yên ewlekarî biguherîne, ku rê li ber hewldanên civaka navdewletî digire ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan û kesên winda, û dihêle ku wêneya Sûriyê wek welatekî ne ewle û ne aram berdewam be.

Li ser asta navxweyî ya Sûriyê, hîn gelek bûyer li seran serî cografya Sûriyê rû didin û wê wêran dikin, ku tevger li başûrê Sûriyê li Suweydayê hîn berdewam e bi şêweyê  xwenpêşandan û destpêşxeriyên ji hêla civaka xwecihî  ya ku israr dike li ser berdewamiya xwepêşandanan bi şêweyê xwe yê aştiyane, û bi hewlên rêjîmê ji bo rawestandina wan bi rêya guherandina parêzgar, di heman demê de mesele revandina hevdu ji her du aliyan ve berdewam dike Ji ber sedemên cûda, di nav de azadkirina girtiyan an jî kesên revandî. Êdî rewşa giştî her ku diçe xirabtir dibe, çi di warê aborî, çi jîngeh û çi jî di yê siyasî de. Ji aliyekî din ve, xwepêşandanên gel li bakurê rojavayê Sûriyê li dijî desthilata Heyet Tehrîr el-Şam berdewam in, ku daxwaza azadkirina girtiyan û başkirina rewşa jiyana aborî û azadiyê dikin, bi sedema zêdebûna aloziya ewlehiyê di navbera milîsên li wir de, û girtina çalakvanên tevgerê.

Di heman demê de li gelek herêman rewşa aborî her ku diçe xirabtir dibe, bihabûn zêde dibe û nirxê lîreyê jî daketiye asteke pir kêm. Ku li bakurê rojhilatê Sûriyê, bihayê genim yê kêm ji bo vê salê pişta cotkarên Sûriyê şikand û rewşa aborî xirabtir kir, nemaze ji bo girûpên çalak di warê aborî û çandiniyê de. Ev tiştê ku Rêveberiya Xweser kiriye, û red kir ku bihayê genim li gorî sala borî binirxîne, û  vê  yekê bandor li ser zêdebûna buhabûnê li herêmê kir û herwiha zêdebûna bihabûnê li herêmên din ên Sûriyê yên ku peydekirina nan li wir girêdayî genimê Cezîrê ye.

Herwiha hat ragihandin ku Esma Esed tûşî nexweşiya leukemiyê bûye, ku gelek kes dît (bê ku guman li nexweşiya wê bikin) ku ev yek weke ragihandina dûrxistina wê ji qada kontrolkirina aboriya Sûriyê û fînansa taybet a civaka sivîl, nemaze ku ragihandina nexweşîya wê  piştî çend rojan ji kuştina eskortê wê ya şexsî Ala Mexlûf hat. 

Wezîrê navxwe Mihemed Rehmûn jî bi şaxên asayîşê re, bi taybetî Asayîşa Tawanan û Şaxê Dijî Narkotîkê re civiya û tekez kir, ku nabe îşkenceya fîzîkî û manewî li girtiyan bê kirin, ji ber ku ew binpêkirina xala 53 ya destûra Sûriyê ye!

Di demekê de ku raportek ji aliyê Rewangeha Siyasî û Aborî ve hat belavkirin, tê de behsa beşdarbûna ajansên Netewên Yekgirtî yên ku li navçeyên rêjîmê kar dikin, kirîn û firotin û kiryariyê bi kesayetiyên ku cezayên navdewletî li wan hatine pesendkirin, û hin ji wan bi binpêkirinên li dijî mirovatiyê tawanbarin, weke  Samir Fewaz û Hîşam Ekad. Di vê navberê de jî hilbijartinên Meclisa Gel tên, ku 12 hezar berbijêrên jin û mêr beşdarî wê bûn, û rejîmê daxwaza amadebûna çavdêrên derve ji bo şopandina hilbijartinan û zelalbûna wan kir!

Li ser asta herêmî, kuştina serokomarê Îranê û şanda pê re di ketina balafira serokomariyê de, mizgîniya guhertinan da, bi taybetî ji ber nakokiyên navxweyî yên li Îranê. Û dibe ku ev yek bandorê li herêmê bike, bi taybetî li welatên ku hêza Îranê ya siyasî û leşkerî tê de heye. Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûriyê di ragihandina şîna giştî de ji bo sê rojan dereng mabû, ji ber ku piştî Îran û Lubnanê hat, ev yek jî pirsan derbarê geşedanin  ku dibe li Sûriyê biqewimin tîne holê, nemaze ku ev yek hevdem bû bi vekirina balyozxaneya Erebistana Siûdî li Şamê, ku piştî Lûtkeya Erebî hat, û dabînkirina parçeyên yedek û parastina firokeyên Sûriyê ji firokexaneya navdewletî ya Şamê re ji aliyê Siûdiyê ve, û vegera geştên esmanî di navbera Behreyn û Sûriyê û Erebistana Siûdî û Sûriyê de.

Di qada navneteweyî de, di 24ê Gulanê de, Dadgeha Tawanan a Parîsê, ji bo cara yekem, bi awayekî negirtî cezayê girtîgehê yê heta hetayê li dijî sê berpirsên sûrî (Elî Memlûk, Cemîl Hesen, Ebdilselam Mehmûd), ku hîn li ser kar in, bi tawana hevkarî di pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê de, derxist,  ev jî di derbarê îşkencekirin û kuştina du welatiyên Fransî yên bi eslê xwe Sûrî ne Mazen û Patrick Dabbagh de ye. 

Di nav van hemûyan de, konferansa alîkariyê a Brukselê bi danasîna navneteweyî ya pêvajoya başbûnê ya zû ve wekî alternatîfek ji nûavakirinê re ku bi çareseriya siyasî ya niha rawestiyayî ve girêdayî ye, hat.

Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tekezî li ser daxwazên xwe yên  taybet bi  alîkariyan di çarçoveya proseya başbûnê ya zû de dikin ku ev in:

  • Misogerkirina dabeşkirina dadmend a alîkariyan û operasiyonên başbûna zû di nav hemû herêmên Sûriyê de, her wiha di nav penaberên li welatên penaberiyê de. Û piştrastkirina ku alîkarî ji hêla siyasî ve neyê bikaranîn an dizîn. Di gel berçavgirtina zayendan di gihîştina xizmetguzariyan de.
  • Pêwîstiya hebûna mekanîzmayên çavdêriyê yên navdewletî di hemû operasiyon û pirojeyên vejandinê de ji bo derbaskirina her tiştê girêdayî gendeliyê yan nebûna stratejiyên civakî yên bi bandor, û bê piştrastkirin ku rêxistinên civaka sivîl ji bo bihêzkirina jinan, afirandina derfetên kar ji bo wan dixebitin, û ku ji rolên kevneşop yên di çarçoveya karê jinan de wêdetir diçin.

  Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bi rêya belgeya xwe ya siyasî ya li ser çakbûna pêşwext ya ku li gor nêrîna jinên Sûriyê ye tekez dike ku:

  • Têkiliya şert û mercên civakî bi astengiyên bingehîn ên girêdayî adet û kevneşopiyên kûr, bi standardên kêm ên jiyanê re, bandoreke neyînî li îmkana çakbûna aborî ya civakê dike, û ew bêparkirina jinan ji mafên tenduristî û perwerdehiyê, zêdebûna nexwendewariyê di nav keçan de, zêdebûna zewacên zû û bêparbûn ji dermankirinê xurtir dike.
  • Pêwîstiya tevlêkirina jinan di plansazkirin û cîbicîkirina pêvajoya çakbûnê de Ji bo pêşveçûna rêveberiya dahat û jiyana aborî. Digel ku ji wan re jîngehek parastinê ya guncaw bê peyda kirin, bi taybetî jî di warê kar û xebatê de, û pêwîste  qanûn û siyasetên ji bo parastina wan hebin.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê