Kongirê Damezrêner yê Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derencam Parîs 22-24ê Cotmeha 2017an

Dîtin

Avakirina dewleteke dîmuqratî firehalî li ser bengehên hemwelatîbûna wekhev, bê cudakirin navbera hemwelatiyên wê de li gorî regez yan netew yan ol yan tayife yan navçe yan çi bingehek be, dewleta yasa ku jin û mêrên wê bê cudahî wek hev dike, bi gerentiya destûreke guncaw be li gel têgeha regezmediyê ku bingehek be ji bo jinavbirina hemû şêweyên cudakirinê li dijî jinê li ser hemû astên siyasî û yasayî û aborî û civakî û rewşenbîrî, li gorî hemû peyman û rêkeftinên navdewletî girêdayî bi mafên mirovan û bi taybetî rêkeftina SÎDAWê

Em kî ne

Em jinine siyasî Sûrî ne xebat li dijî Rêjîma Diktatoriytê kiriye, û daxwaza azadî û dadwerî û rûmetê ji bo her welatiyekî/e li Sûriyê kiriye, û berevanî di ber mafên jinan di welatên wan de mîna bagrawndine hizrî û siyasî û çînine coracor ji civaka Sûriyê. Em tevgereke komkar ji bo jinên Sûriyê ji hemû şarezayî û ezmûnan in ku dengê daxwazên hemû Sûriyên bawermend bi heman pirensîpan û bi mafên jinê û wekheviya regezmendiyê, û giringiya bihêzkirina jinê û beşdariya wê ya çalak di hemû aliyên jiyan û bereyên sazkirina biriyarê berev Sûriyaya Pêşerojê ye.

Prensîp

1-   Pabendî bi guhertina rayekî ji Rêjîma diktatorî re bo dewleta dîmuqratî firehalî.

2-   Pabendî bi çareseriya aştiyane û siyasî li Sûriyê.

3-   Bihtirkirina rêjeya nûneratiya jinê bo ne kêmî 30% di hemû navendên sazkirina biriyarê de.

4-   Lêvegera danûstandinan Daxuyaniya Cinêvê 2012 û biriyara Encumena Ewlekariyê 2118 ys sala 2013an, û biriyara Encumena Ewlekariyê 2254 ya sala 2015an, û biriyarên peywendîdar girêdayî bi Sûriyê ve û biriyara 1325 ya sala 2000an e.

5-   Sizadan û dadweriya veguhêz beşekî cuda nabe ji Veguhestina Siyasî ji bo bicîkirina aştiya tevahîdarane dadwerane berdewamane, bi rêya dadgehkirina her kesê ku destê wî di rijandina xwîna Gelê Sûriyê de hebe.

6-   Tekezî li ser pêşekarî û daxwaziyên Gelê Sûriyê were kirin bi rêya pêşekardana van dosiyayên mirovî û siyasî di karê Tevgerê de:

a.   Parastina sivîlan ji hemû karên tundûtûjiyê؛

b.   Serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windakiriyên bi neçarî؛

c.   Nehiştina dorpêçêli ser navçeyên dorpêçkirî û yên gehiştin bo wan zehmet e, û derbaskirina alîkariyan bê merc؛

d.   Gerentiya vegera xwebexş bi rûmet ji bo derbider û penaberan bo cihên xwe.

7-   Tevger Pirsa Kurdî li Sûriyê bi giring dizane, û dibîne ku ti çareserî li Sûriyê bê gehiştin bo awayekî ku gerentiya mafên hemûyan bide, nabe.

8-   Qunaxa Veguhêz bi prensîpine destûrî guncaw li gel têgehe regezmendiyê tê birêvebirin ku bingeh bin ji bo destûra herdem ku tê de yekîtiya xak û gelê Sûriyê, û serwerî û serbixweyiya wê, û serdestiya yasa û veguhestina desthilatê û cudakirina desthilatan û mafên mirovan û wekhevî hatine nivîsandin.

9-   Gerentiya parastina hemerengiya di civaka Sûriyê de û rûbirûbûna cêwaziyê bi hemû şêweyên wê were dan.

10-Bi hebûna Esed û simbolên Rêjîmê hemû xalên navborî nayên bicîkirin.

Plana kar

Ev tevger demdirêj e li ser sê qunaxan kar dike:

·        Quaxa niha:

o   Hebûneke rasteqîne li ser erdê di hindirê Sûriyê û welatên penaberiyê yên derdor û panagehî.

o   Bihêzkirin û kûrkirina peywendiyên tevgerê bi hindirê Sûriyê re û welatên derdor û penagehî re bi rêya starejiyeke zelal tê de dikeve têkiliyan bi hemû rêxistinên jinan ên Sûriyê, û rêxistinên mafperwerî ên Sûriyê, yên berevaniyê di ber mafên Gelê Sûriyê de dikin, û encumenên xwecihî, û hemû jinan li seanserî welêt û welatên penaberiyê yên nêzîk û yên dûr re, ji bo gihandina daxwaziyên wan bo meydanên biriyara siyasî û balkişandin li ser çalakiyên wan di cihên karê wan de.

o   Hevdîtinine asayî her 3-4 mehan bi beşdariyeke berfireh ji jinan û bi vexwendina endamine nû ji:

o   Ciwanên keç yên serbixwe

o   Hin kesayet ji civaka sivîl

o   Hin kesayet ji rêxistinên jinan

o   Belavkirina hişiyariyê derbarê giringiya beşdariya siyasî ya jinê di hemû waran de û bi taybetî di nava penaberan de.

o   Hilmetên ragihandinê û yên balkişandinê ji bo wergirtina palpiştiyê ji bingeha gelêrî ya Sûriyê û raya giştî ya Cîhanî.

o    Hewl ji bo çesipandina rêjeya 30% weke beşdariyeke jinê di deste û odeyên danûstandinê derbarê pêşeroja Sûriyê de.

o   Kar li ser dosiyayên girêdayî bi dozên giring ji aliyê regezmendiyê ve li Sûriyê di nav de: Destûr؛ Desteya Hukumdar ya Veguhêz؛ Dadweriya Veguhêz؛ Girtî/Windakiriyên bi neçarî؛ Vegera xwebexşane û bi rûmet ya penaberan؛ Vegerandina zûdem ya rewşa normal û dûbareavakirin؛ Xwendin؛ Tendurustî؛ Ragihandin.

·        Qunaxa Veguhêz:

§  Hewl ji bo hebûna jinan bi rêjeyeke ne kêmî 30% di hemû desteyên hukumdaiya Veguhêz û navendên sazkirina biriyarê de.

§  Hewl ji bo bicîkirina dîtina tevgerê ji hemû derencamên dosiyayên Qunaxa Veguhêz  re li ser erdê.

§  Beşdarî di Desteya Siyasî de ya ku dê kar li ser amadekirina derstûreke herdem ji bo Sûriyaya pêşerojê bike.

§  Beşdarî di bicîkirina mîkanîzmên Dadweriya Veguhêz de ji aliyê Regezmendiyê ve.

§  Kar bi hemû girûpên gel re bi şêweyekî berdewam û vekirina têkiliyên erênî bi wan re ji bo piştevaniya destûra gerentor ji mafên jinan re.

·        Qunaxa Sûriyaya Pêşerojê:

§  Bi rêfrandomê li ser destûra herdem ji bo welêt dest pê dike, ya ku em hewl didin guncaw be li gel têgeha regezmendiyê.

§  Hewl ji bo hebûn di komîtên guncawkirina yasayan bi destûrê re.

§  Hebûna jinan di navendên sazkirina biriyarê de bi rêjeya ne kêmî 30% berev nîv bi nîvê ve.

§  Pêşxistina istratejîkine rêbazkirî ji bo kar li ser:

o   Guhertina çanda berbelav ku alîkar e di cêwazkirina civakî de.

o   Bihêzkirina aştiya gelêrî.

o   Belavkirina çana NEtundûtûjiyê

o   Rûbirûbûna terorê

§  Tevlîkirina plan û istratejîkên niştîmanî û mîkanîzimine başdariyeke çalak ya jinê di hemû warên jiyanê de, û hemû detabîrûn erênî ku wê bi hêz dike.

Şoreşa rûmetê ji bo bicîkirina azadî û dadwerî û wekheviyê berdewam e