Operasyona “Kaniya Aştiyê”: Bandora wê li ser Jin û Mêrên koçberkirî û Xelkê Sivîl

 

   Salvegera oparesyona Tirkiyê ya “Kaniya Aştiyê” li ser xelkê koçberkirî ji Serê Kaniyê û Girê Sipî zor giran derbas dibe, ji ber Îsal hevdem e ligel bombebarana tund a artêşa Tirkiyê li ser deverên bakur rojhilatê Sûriyê, ku sibeha Pêncşemê 5ê Cotmehê dest pê kirbû. Beriya çar salan, di 9ê cotmeha sala 2019an de Tirkiyê û girûpên “Artêşa Niştimanî a Sûrî” dest bi operasiyoneke leşkerî kiribûn, di wê operasyonê de dest danî li ser zincîrek sînorî bi dirêjiya zêdetir ji 100 kîlomitrî di navbera bajarokê Girê Sipî li gundewarê bakurê Reqayê û bajarokê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê. Ragihandina Serokê Amerîkayê Donald Trump ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê rê li ber vê pêvajoyê vekir, vê yekê  Hêzên Sûriyeya Demokratîk neçar kir ku daxwaza alîkariyê ji Rûsyayê bike, ku wê ji aliyê xwe ve ji derfetê sûd werdigire da ku hebûna xwe ya leşkerî li rojhilatê Feratê xurt bike. Di 22ê Cotmeha 2019an de, di lûtkeya serokatiyê di navbera Pûtîn û Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê hatibû lidarxistin, her du aliyan (Tirkiye û Rûsya) li hev kirin ku  “Hêzên Sûriyeya Demokratîk” bi kûrahiya 33 kîlometreyan di nava axa Sûriyeyê de, dûrî xaka Tirkiyeyê, vekişe, û ku dewriyeyên leşkerî yên  hevbeş Tirk-Rûsî li kûrahiya 5 kîlometreyan li ser sînor, ji bilî herêma di bin kontrola Tirkiyeyê ya di navbera Girê Sipî û Serê Kaniyê de ye, pêk bînin. Her wiha Operasyon bû sedema ketina hêzên rejîma Sûriyê bo nav deverên Rêveberiya Xweser de, û Rûsiya baregeheke leşkerî girêdayî baregeha Hmeymîm ya li Laziqiyê li balafirxaneya bajarê Qamişlo çêkir, ku firokevaniya leşkerî û sîstema berevaniya asmanî tê de hene. 

  Di dema ku armanca ragihandina operasyonê nîgeraniyên ewlekarî yên Tirkiyê ji ber hebûna “Hêzên Sûriya Demokratîk” (HSD) li ser sînorên wê yên başûr, bû; Encamên operasyonê li ser niştecihan wêranker bûn, ji ber ku bû sedema koçkirina bi zorê ya girseyî li wan deveran. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di sê hefteyên pêşîn de nêzî 180,000 kes ji her du herêman derketine. Li Serê Kaniyê ku hijmara nifûsan 162 hezar kes bû ji sedî 85 ji wan derketin, û bi çûna wan re cihêrengiya xwe ya netewî, olî û etnîkî ji dest da, ji bilî hijmarek kêm ji kurd, xiristiyan û êzîdîyan li wir nemaye ji ber binpêkirinên ku ji aliyê endamên Artêşa Niştimanî ve tên kirin. Bi heman awayî, ji sedî 70 şêniyên Girê Sipî ku hejmara wan nêzî 129,000 kesan e, derketine. nîvê nifûsa herêma Girê Sipî ereb in, û ji sedî 30 heta 40 Kurd in, her wiha hijmarek kêm Tirkmen û Ermenî jî li wir hene. Yanî ew herêmeke têkel Ereb-Kurd-Ermenî-Tirkmen e. Hejmareke zêde ya niştecihên her du herêman ku ji cihên xwe derketin, bisedema bûyerên ku li Efrînê di operasyona “Şaxê Zeytûnê” ya Tirkiyê di sala 2018an de qewimîbûn, ango berî salekê ji operasyonê û binpêkirinên endamên Artêşa Niştimanî li wê dever. Û tişta ev tirs zêdekirbû, berdewamiya tevlheviya ewlehî, desteserkirina berbelav a li ser erd û milkan, girtinên zorane, kuştin, û tundiya zayendî ya ku ji hêla endamên Artêşa Niştimanî ve hatiye kirin Piştî bidawîbûna operasyona leşkerî jî piraniya kesên ku derketibûn venegeriyane cih û warên xwe yên resen. Binpêkirinên ku di raporên Komîsyona Lêpirsîna Navdewletî ya Serbixwe ya Netewên Yekgirtî derbarê Sûriyê de hatine belgekirin, herî dawî her du raportên di Adara îsal de hatin belavkirin bûn. Komîteyê “berdewamiya girtina zorane û bikaranîna hevdem a îşkencekirinê li deverên Artêşa Niştimanî ya Sûrî, bi taybetî li dijî niştecihên kurd, ku gelek caran bi têkiliyên bi Rêveberiya Xweser re tên tawanbarkirin” belge kiriye. Û komîteyê got, “Endamên Artêşa Niştimanî bi awayekî zorane berdewam in li ser bêparkirina xelkê ji azadiya wan, û hin ji wan bi awayekî bêserûber tên binçav kirin û hinên din jî bi şêweyekî dighe asta bêsroşûnkirina zorane. Her wiha di tawanên îşkencekirinê, di nav de destdirêjî ,kiryarên hovane, kuştin. rehîngirtin û talankirin”, komîteyê tekez kir ku ev binpêkirin “dibe ku di asta tawanên cengî de ne”.

 Îro jî jin û mêrên koçberkirî li parêzgeha Hesekê û Reqayê tên belavkirin. Rêjeya herî mezin a xelkê Serê Kaniyê li kampên Tûweyna/Waşokanî û Talaî/Serê Kaniyê yên nefermî li parêzgeha Hesekê dijîn, di dema ku piraniya xelkê Girê Sipî li Reqa û gundewarê wê dijîn. Beriya bombebarana Tirkiyê ya berdewam, xwepêşandanek ji aliyê xelkê ve hatibû lidarxistin û wek her sal daxwaza vegera ser cih û warên xwe kirin. Lê bombebarankirina ku di roja yekem li ser derdora kampa Waşûkanî qewimî, jin û mêrên aware neçar kirin ku çalakiyên salane rawestînin, ew çalakî yên ku ji bo wan derbirînek bû û ew li benda wê rojê dimînin da doza xwe li bîra cîhanê bînin. 

  Beriya bombebarana niha, Tirkiyê bi eşkere niyeta xwe ya têkbirina binesaziya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand bû, weke bersivdan li ser êrîşa Enqerê, ku Partiya Karkerên Kurdistanê berpirsyariya xwe di ber de ragihand bû. Hêzên Sûriya Demokratîk red kir ku têkiliya wê bi êrîşa Enqerê re hebe.  Ev bombebaran hevdem bû bi bombebarana tund a rejîma Sûriyê li ser bakur rojavayê Sûriyê. Di heman demê de, ev cara yekê bû, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Tel Beyder li bakurê rojavayê parêzgeha Hesekê, firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê xistin xwarê dema ku li nêzîkî baregeha Amerîkî difiriya. Dihat pêşbînîkirin ku piştî wê rageşiyaTirkiyê kêm bibe, lê di pêwendiyeke telefonî ya navbera Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û hevtayê xwe yê Amerîkî de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got ku welatê wî “tirsên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyê” fam dike û wan li hev kir ku hemahengiyê di navber xwe de bikin, da ku bûyerên bi vî rengî çênabin.

  Bêdengiya Amerîka û Ewropayê ya li hember êrîşên niha yên Tirkiyê girêdayî pêwîstiya wan bi Tirkiyê ye ku weke korîdorek ji bo veguhestina gaza Îsraîlê ye. Û her wiha ji bo berdewamiya nêzîkbûna navbera Tirkiye û Amerîkayê ya îsal e,  ku Serokomarê Tirkiyê di Tîrmeha îsal de li “Lûtkeya NATO”yê ku li paytexta Lîtwanya Vilnius hatbû lidarxistin, di yekemîn civîna piştî hilbijartina Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê, de wî ew nêzîkbûn wek qonaxeke nû binav kir. Her wiha di hevdîtinê de behsa dayîna balafirên F-16 ên bi buhayê 20 milyar dolarî ji bo Tirkiya, her wiha nûjenkirin û pêşxistina nêzî 80 balafirên şer ên wê yên bi heman modelê hate kirin, ev daxwaza ku beriya niha ji ber şert û mercên Amerîkayê rawestiya bû, ku mercê herî girîng jî erêkirina Tirkiyê li ser endambûna Swêd û Fînlandayê di NATOyê de bû.

   Ev nêzîkbûn û bombebarana niha ya Tirkiyê nayê wateya operasyoneke bejayî ya Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê, ji ber Amerîka naxwaze hêzên xwe bixe nav şerên bejayî, lê ew ne dijî lawazkirina “Hêzên Sûrîya Demokratîk” e û zerergihandina jîyana 4 milyon kes li deverên di bin kontrola wê de, ji ber ku bombebarana niha jêrxaneya navçeyê kiriye armanc. û bi dehan cihên xizmetguzarîyê hatine tobbarankirin, di nav wan de wêstgehên neft, elektrîkê û avê, di dema ku zivistan nêzîk dibe.  Xuya ye ku Amerîka dixwaze Rêveberiya Xweser “di bin kirasê xwe de” bihêle. Ew naxwaze aliyek sûrî yê bihêz hebe, ne li bakur-rojhilatê Sûriyê û ne jî li bakur-rojav ku niştecihên wê deverê rastî bombebarana hovane ya berdewam ji aliyê rêjîma Sûriyê û firokeyên Rûsî tên, ku bûye sedema kuştina bi dehan qurbaniyên sivîl, û Ji roja Pêncşema buhurî vir ve kargehên girîng ên mirovahî li parêzgeha Idlibê û gundewarê rojavayê Helebê hatine rawestandin. 

  Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê; Bi boneya çaremîn salvegera “Kaniya Aştiyê” em careke din hemû kiryarên tundûtûjiyê, kî be sûcdarên bila bibe, şermezar dikin. Jin û mêrên sûrî nikarin zêdetir gurkirina leşkerî tehemûl bikin, ku rewşek wiha şansê gihîştina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 kêm dike. biryara ku dê garantiya vegera bi dilxwazî ​​û ewle ya jin û mêrên derbider bo cihên wan yên resen bike. Em tekez dikin ku rûbirûbûna binpêkirinên mafên mirovan ji rexê hemû aliyan ve li hemû herêmên Sûriyê, di serî de li Serê Kaniyê û Girê Sipî, erkekî siyasî û exlaqî ye. Divê civaka navdewletî, Tirkiye û rayedarên xwecihî bi hev re bixebitin da ku berpirsiyar bên cezakirin, û ji bo piştgirîyê bidin kesên ku zirar li wan bûye, û da pêvajoyên guhertina demografîk rawestînin. 

  Tenê bi rêya pabendbûna bi dadwerî û mafên mirovan, ev herêm dikarin ber bi paşerojeke aramtir û berfirehtir ve biçin, ku tê de rêz li mafê hemû niştecihan were girtin û rûmeta wan were parastin. 

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê