Rewşa Aborî û Debara Jiyanê li Sûriyê

 

      Şerê li Sûriyê keteye sala xwe ya diwazdehan, û bandorên wêranker li ser rewşa xelkê û ya aborî kirye, ku faktorên şer bûne sedema wê, wek têkçûna çalakiyên aborî, ziyanên giheştine milk û samanên dewletê yên stratejîk, koçberî û hin Faktorên ku ji destpêka şoreşê ve bûne sedema daketina asta jiyana malbatan bi awayekî dijwar, û bilindbûna asta hejariyê, bi taybetî di van demên dawî de. 

     Têkçûna rewşa aborî û kêmbûna nirxê lîreyê ku ji destpêka şoreşê ve berdewame ku di van çend rojên dawî de gihaye bihayekî gelek kêm, dijwarbûna kirîza enerjiyê ya ku li navçeyên di bin kontirola Rêjîmê de peyde nabe, hevdem ligel sizayên welaên rojava yên li ser Fedraliya Rûsiya ku  giringtirîn çavkaniya dabînkirina soemeniyê ji bo rêjîmê ye, û ji ber vê yekê Sûriyê êdî ji Rûsan re ne pêşînek e. Di encama tundkirina dorpêça sizayên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, sepandiye li ser rêjîmê û li ser tankerên petrolê yên Îranê ku hevalbenda wê ye, vê yekê dezgehên dewletê û jiyana giştî kirye bin metirsiya felcbûnê de, û ev yek bûye sedema girtina demdemî ya dibistan û zanîngehan. Her wiha hin raportên medyayî behsa koçkirina hejmarek ji bazirganan ji beşên pîşesazî û pîşeyî bo Misir, Îmarat û welatên din dikin,  ew bazirganên ku derfetên kar ji karkeran di çîna navîn de li deverên di bin kontrola rejîmê de dabîn dikin.

   Lawaziya mekanîzma bikaranîna binsaziyê, wek sektorên tendirustî û yên xizmetguzariyê, bûne sedema têkçûna proseya gera aborî û têkçûna bazara berhemanînê, ligel lawazbûna hêza kirînê ya beşek berfireh ji civakê.

  Hikûmeta Şamê behsa kêmasiyeke giştî di bûdceya sala borî de kir, ku ji aliyê banka navendî ve bi çapkirina diravên zêdetir ji bo dabînkirina kêmasiyê hat çareserkirin, û ev yek bû sedema enflasyoneke mezin ligel bilindbûnek zor û bê kontrol di nirxan de, û behsa rakirina piştgirya hikûmetê ji bo çend sektor û madeyên bingehîn, di nav wan de sotemenî û nan tê kirin.  Em dê ji bîr nekin li vir behsa mafyayên krîzan yên ku ji nêzîk ve bi serokê rejîmê ve girêdayî ne, ji dema ku  el-Esed ê bav desteser desthilatê kir, heya dighe mafyayên aborî yên malbatî û aboriya parallel ku girêdayî toreke aloz a têkiliyan çi li hundir û derveyî welat, û bi vî awayî beşdarî birêvebirina bazara reş, nirxê pevguhertinê û yekdestdariya madeyên bingehîn ku ya herî girîng jî sotemenî ye, dike.

    Dibe ku Şrketa El-Qatircî ya xizmetguzariya petrolê mînakek ji stratejiya rejîmê be ji bo vegerandina movikên jiyana aborî ya birêvebirina wê, û ji bo ku xwe ji rûyên qonaxa berê xilas bike, û berdewamiyê di siyaseta desteserkirina li ser pereyên gelê Sûriyê bikin, û malûmilkên wî kontrol bikin, da têxin xizmeta hisabê rêjîma desthilatdar, neku ji bo xezîneya dewletê û dezgehên wê.

   Ji vê pirtir, wek her car; Rejîmê sizayên ku li ser hatine sepandin wekî hincetekê ji bo seknandina pêşketina aborî li Sûriyê, û rewşa nebaş a jiyanê û gendelî ya berbelav di movikên dewlet û saziyên wê de, bikar tine. vê carê jî ji ber bandora rawestana çend qerz û alîkariyên hevalbendên wê Rûsya û Îranê bi sedema aloziyên vê qonaxê, ku ji aliyekî ve şerê Ukraynayê û bandorên wê li ser Rûsyayê û li ser aboriya cîhanî bi heman awayî. ji hêleke din ve, ji ber ku Îranê sê xetên kredît yên ku bi riya wan deyn didan rejîmê, sekinandin, ku piştî nikarîbû dayînên xwe yên darayî bide, Îranê sûd ji şert û mercên navdewletî yên tevlihev, û pêwîstiya rejîmê bi sotemenî û hinek pereyan ku ji projeyên Îranê tên, wergirt. Wê ew kart bikar anî ji bo hebûna xwe li ser ajandayên nêzîkbûna vê dawiyê ya di navbera Tirk û rejîmê de tesbît bike. 

      Çareseriyên bêkêr ên ku hikûmetên li pey hev ên rejîmê pêşkêş dikin, ne ligor rastiyê ne, nemaze di sîya belavbûna gendeliyê de, ew diyardeya cewherî ku ji dehê salan di stûnên rejîma desthilatdar de ye. Loma hilweşîna aborî û xirabûna şert û mercên jiyanê, li gel filtandina rewşa ewlehî û belavkirina gendelî û yekdestdariyê ji aliyê komên di bin sîwana dezgehên ewlehiyê û saziyên dewletê ve, van factoran li gel hin din, hiştiye ku xelk dakevin kolanan ji bo protestokirina desthilaê. Daxwazên wan di warê aborî û siyasî de bûn.  Ji zêdetirî mehekê berî niha dîsa xwpêşandan û girev li Es-Suweyda zêde bû, û banga bi yaxîbûna giştî kirin, û her hefte xelk li bajarên cuda yên parêzgehê derdiketin, daxwazên wan siyasî û aborî bûn, û serokê rejîmê berprsiyar di ber hemû qeyranên ku welat daye ber xwe dîtin. 

   Tevî rewşa dijwar a ewlehiyê; Li Heleb, gundewarê Dêra Zorê û Deraayê hin xwepêşandan hatin lidarxistin û diruşm hatin bilindkirin û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê çareseriya siyasî û başkirina rewşa jiyanê hat kirin.

   Tevgera li ser erdê hevdem bû bi kampanyayên mezin ên li ser medyaya civakî ya Sûrî li deverên dibin kontrola rejîmê, ku nerazîbûna xelkê li kolanan diyar dikir.

  Rewş li coxrafyaya din a erda Sûriyê bi cudahiya hêzên dîfakto yên serdest, ne cuda ye ji vê rewşê; ji ber ku li herêmên bakur-rojava û rojhilatê Sûriyeyê jî rewşa jiyanê ji ber hilweşîna aborî, xirab e. Her çend ew xirabî kêmtir be jî ji ber alîkariyên ku rêxisinên sivîl pêşkêşî hin aware yên jin û mêr dikin, ji bilî hin projeyên biçûk di çarçoveya ku di nav jinên Sûriyê de wek başbûneke zû yan bazirganiya navxweyî tê naskirin, lê ev yek ne di asta pêwîst de ye, ku bibe sedema aramiya aborî û pêvajoya avakirina aboriyek alternatîf a serbixwe ji navendê û bibe alîkar bi aktîvkirina projeyên xizmetguzariyê an pêşdebirin û ji nû ve destpêkirina binesaziyê, nemaze di sîya nezelalbûna çareseriya siyasî de, ku bibe sedema pêleke mezin ji bû guhestina aboriya Sûriyê ya ku di rewşa halêhazir de mirina wê hatiye raghandin.

  Di sîya tevlîheviya ajindayên siyasî li Sûriyê, derbasgehên mirovî û mekanîzmên derbaskirina alîkariyan weke karteke fişara siyasî ji aliyê Rûsyê û hevalbenda wê ya iflaskirî ve  hatiye bikaranîn, û ev yek di dema dawî de qewimî bû. Ji ber ku Rûsan vîto li ser projeya dirêjkirina mekanîzma pêşkêşkirina alîkariyan nekir, lê piştrast kir ku ew cara herî dawî ye, ku tawîz bû ji bo tirkan, di çarçoveya têgihiştinên heyî yên di navbera wan de,  ji bo vekirina kenalên danûstandinê yên Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re, ji ber ku Tirkiye êdî nikare ti barekî nû ji aliyê Sûriyê ve tehmûl bike, erger karesateke li bakurê rojavayê Sûriyê rû bide. Ji aliyekî din ve, Rûss dixwazin ku dahatên herî zêde bixin bin rêveberiya rêjîma Şamê de, nemaze ew diravên wek alîkarî ku ji Sûriyê re tên,  rêjîm dibîne ku ew yek ji jêderên wê yên darayî yê di dema niha ye.

    Li vir em bi zelalî dibînin ku rewşa aborî girêdayî rewşa siyasî û guhertinên wê ye.  bêyî çaresiyeke siyasî, ne rakirina sizayan, ne jinûavakirin, û ne jî alîkariyên rojavayî dê hebin. Di heman demê de hevalbend di nav kirîz û çiravê de ne. 

   Di derbarê civaka Ereb de, ya ku dixwaze pêwendiyan bi rejîmê re vegerîne û rûpeleke nû pê re veke; Dibe ku sedema vê ya sereke tenê aborî be, nemaze di derbarê welatên cîran de, li Lubnanê, bi sedema hebûna têkiliyên di navber her du aboriyan yê (Sûrî-Lûbnanî) de û girêdayîbûna navbera mafyayên darayî yên siyasî de. û Urdun, ji ber ku ew deriyê Sûriyê li ser Kendavê ye, û Sûriya jî dergehê wê yê li ser Tirkiyê û Ewropayê ye. Ew daxwaz a ku cezayên  Amerîkî  yê Qeyser û kaptagon bûne asteng li pêşiyê.

  Ji ber vê yekê; Berdewamiya bêserûberiya çareseriya siyasî tê wateya berdewamiya azarên gelê Sûriyê yên li her cihekî li ser nexşeya Sûriyê ya ku di qonaxa bê de û di bin çend sînaryoyan de dijkare were guhertin, û sînaryoya herî geşbîn ji wan çareseriyek nêzîk di asta aborî û debara jiyana jin û mêrên Sûrî de, pêşbîn nake.

 Şerê Sûriyê guhertinek di rolên zayendeyî de çê kir, ji ber nebûna zilamên ku debara darayî ya beşeke mezin ji malbatên civaka Sûriyê dikin, û barê jinên Sûrî du qat zêde bû, nemaze ji bo wan jinên ku ne amade bûn da tevlî bazara kar a jixwe seqet û têkçûyî li seranserî coxrafya Sûriyê.

 Êdî jinan di hin pîşeyên biçuk de kar dikirin, û tevlî sûka pîşeyên taybet bi mêran bûn, wek ajokarên taksiyan û xebatkarên kargehan boyaxkirin û necariyê bi mûçeyên kêm, bi sedema nebûna dezgehên dewletê, sazî û rêxistinên sivîl ên ku dikarin istixlal û bikaranîna jinan sînordar bikin û wan ji binpêkirinê biparêzin.

   Li navçeyên rejîmê, bûyerên ku hin jinan organên xwe yan hêkên cemidî froştin e  hatin tomarkirin, ji bilî hinên din ku kelûpelên mala xwe yan jî porên xwe froşintin e, her wiha diyardeya parsekiya elektronîk û ya kevneşopî belav bûye, piraniya wan jî keç, kur û jinên ku debara malbaên xwe dikin. Di dema ku hemî karkerên jin û mêr û yên bêkar, di xizaniya dijwar de wek hev in, li gel bihabûna nirxan û tinebûna awayên debara jiyanek birûmet. Digel ku piraniya jinên sûrî derfetên kar ên ewle û piştgiriyek domdar ji bo peydakirina hewcedariyên xwe wernagirin. hin jin jî hene ku ji aliyê malbatê xwe an jî di kar de rastî tundiya aborî tên, û çareseriyên wan ên alternatîf ên piştgiriya civakî ya sazûmanî û serxwebûna aborî nînin. 

    Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, di wê baweriyê de ne ku çareseriyeke siyasî ya berfireh li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, guhertina aştiyane û jinavbirina sîstema gendeliyê, tekane çareserî ye ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji çarenivîseke nediyar ku rejîm   bi înada xwe û xemsariya bi samanên welat wan gihandiyê de, welatê ku bûye rehîneya çend dewletan, û bûye jêder ji bo çêkirin û qaçaxçîtiya madeyên hişber.

   Di Tevgerê de, em tekeziyê li ser pêwîstiya zêdekirina pirojeyên başkirina zû ya girêdayî bihêzkirina jinan dikin, da têkevin bazara kar, û  projeyên geşepêdana domdar çê bikin, û derfetên kar ji wan re dabîn bikin, û pêdiviyên wan li gorî taybetmendiya her rewşê misoger bikin.

 

Komîteya Siyasî Ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê 

 

  Hoşdarî: ev sergotar berya kareseta erdhejê hatiye nivîsîn, lê ji ber erdheja qewinî weşana wê hat paşxistin