Roja Piştî Rûxana Esed: Sûriye li Ser Rêya Azadiyê ye

Çewisandin û binpêkirinên bi dehsalên dirêj ên ku li ser Sûriye re derbas bûn, kir ku ew bibe welatek di bin tirsê û bê azadiyê de be, di encama vê yekê de gelek xisar dan, ya herî wêranker li ser tevna wê ya niştimanî bû, ji destdana baweriyê di nav pêkhateyên gelê Sûriyê de, û nebûna baweriyê bi saziya dewletê ya ku li ser bingeha siyasetên çewisandin û cudaxwaziyê hatibû avakirin, her wiha bi destxistina desthilatê ji aliyê Hafiz Esed ve tu hêviyek ji avakirina dewleteke niştimanî ya nûjen, demokratîk, bi cihêrengiya siyasî û geşbûna aborî nemabû, ji ber ku Sûriye veguherî dewleteke ewlehî ku hemwelatiyên xwe dixe bin gefan de, û bûye cihê gefek rasteqîn ya xirabkirinê li ser dewletên cîran, ji bilî veguheztina desthilatê piştî guhertina destûrê ji Beşar Esed yê kur re, ku bû sedema rasterast a rewşa ku welat ketiyê de, ji girêdayîn, zordestî û destwerdana hêzên derve, wêrankirin, koçberkirin, hilweşîna aborî û pirsgirêkên girîng ên girêdayî kesên bi darê zorê hatine windakirin û kesên bêserûşûn bûyî ji ber ragihandina nêrîna xwe.

Piştî şoreşa gelêrî ya ku zêdetirî sêzdeh salan li seranserê xaka Sûriyê belav bûye, û piştî demeke ne kin ji xitimandina siyasî û rawestana dosyaya Sûriyê de, şert û mercên nû yên navdewletî û herêmî derketin holê ku dosyaya Sûriyê ji nû ve xiste rojeva navdewletî de. Sedema rasterast ya ku rewş guherî şerê Îsraîlê yê ku bi piştgirîya Amerîka ji bo têkbirina Hizbullah, lawazkirina Îranê, û armanckirina kesayetên serkirdayetiya Îranê li ser axa Sûriyê bû, ev şer bû sedema kêmkirina hêza milîsên bi ser Îranê ve û bandora wan a leşkerî. Ji bilî têkçûna hewldanên asayîkirin û peywendiya bi welatên Erebî re, bi taybetî di dosyaya madeyên hişber û qutkirina peywendiyên bi Îranê re. Her wiha têkçûna hewlên normalîzekirina pêwendiyan ku ji aliyê Tirkiyê ve bi navbeynkariya Rûsiya bûn, û windakirina derfetên ku ji rejîmê re hatin pêşkêşkirin ji bo destpêkirina proseyeke siyasî di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de li gorî biryarên wê, ku ya herî girîng jî biryara Encûmena Ewlekariyê ya jimar 2254 e ku wê Sûriyê ji agirê şer derxîne û wê ji parçebûn û hilweşandinê biparêze.

Roxîna rejîmê a ku gelek jin û mêrên Sûrî ji demeke dirêj ve li hêviya wê bûn û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, deriyê qonaxeke nû vekir, ku hêviya sûriyên jin û mêr, ji bo avakirina dewletê û veguhertina wê di rêyeke siyasî ya niştimanî û demokratîk ku daxwazên gelê Sûriyê di armancên wan ên azadî, dad, wekhevî, rûmeta mirovî û aşitiyê de pêk tînem zindî kir.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di wê baweriyê de ye ku jin û mêrên Sûriyê ji bo cara yekem niha bi hev re di rûbirûbûna kêşeyên vê qonaxa krîtîk de radiwestin, ku ev qonaxa li ser guhertina demokratîk ya bi avakirina sîstemeke siyasî ya nûnertî ava dibe, û pêkanîna lihevhatina niştimanî, berpirsiyarî û cezakirina destûrî ji sûcdarên şer re, ji nûavakirina binesazî û bajarên zirarbûyî, yekkirina welat bi tevlîkirina herêman di çarçoveya avakirina yek dewletî de, û karkirina li ser başkirina rewşa aborî ji bo vegerandina penaber û awareyan. Tevger, di vî warî de dibîne ku ji bo pêkanîna van hemû xalan hewcedarî bi nêzîkatiyên berfireh û wêrek heye ku veguheztinek aştiyane misoger bike û dadmendî û aramiyê pêk bîne.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibîne ku komeke pêşekî yên giring hene ku divê li ser wan bisekinin da ku serkeftina pêvajoya veguhêz misoger bikin, û ji bo hêviyên jin û mêrên Sûriyê bi avakirina dewleteke welatîbûnê ya aram, demokratîk û sivîl bidest bixin.

Tevger her wiha dibîne ku pêwîst e hikûmeta demkî dest bi amadekarî û bangeşeya lidarxistina konferansekî berfireh bike ku ji hemû reng û pêkhateyên gelê Sûriyê, bêyî ti dûrxistin, pêk were, û rijd be li ser beşdarbûna hemû jin û mêrên Sûriyê bi rêya dezgehên siyasî yên ku nûnertiya wan dikin an jî rêxistin û komên sivîl.

Her wiha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz dike ku bi hev re kar bikin ji bo avakirina desteya rêveberiya veguhêz bi hemû desthilatiyên wê, ku nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bike û nûnertiya jinan tê de ne kêmtir ji ya ku di protokolên navdewletî de hatiye destnîşankirin be, ji ber girîngiya rola jinan yên ji hemû pêkhateyên siyasî, civakî û etnîkî di bandorkirina li ser civakên xwe yên herêmî de û di avakirina aştiya sivîl de, ev yek jî dike ku ev konferans bibe bloka avakirinê ya yekemîn di pêvajoya lihevhatina niştimanî ya Sûriyê ya berfireh de.

Desteya Rêveber a Demkî ya hilbijartî çavdêriya rêyên hevaheng ên avakirina dewletê dê bike, bi rêya nexşerêyeke ku maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê garantî dike. Û destpêkê divê komîteyeke pispor ji Desteya Rêveber a Demikî derkeve holê ku nêzîk ji rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyan bixebite ji bo şopandin û dîtina nêrîna hemwelatiyan çi jin û çi mêr, derbarê pirojeya gotûbêjkirin û nivîsandina destûreke sivîl a demokratîk li ser bingeha hemwelatîbûn û wekheviya di navbera hemû gelê Sûriyê, bi awayekî ku destûra nû bibe belgeyeke niştimanî ya berfireh li ser lihevkirî, destûrek ku têkoşîn û fedakariya jin û mêrên Sûriyê nîşan dide.

Her wiha Desteya Rêvebir ya Veguhêz çavdêriya komîteyên pispor yên ku li ser mijarên dadweriya veguhêz û berpirsiyarî û muhasebekirinê kar bikin, û dest bi proseyeke lihevhatinê ya niştimanî û zelal bikin ji bo jinûve avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de, bi rêya rêxistinên civaka sivîl û encûmenên xwecihî, wek hewlekê ji bo bidestxistina başkirina civakê û vejandina hevbeş.

Desteya Rêvebir ya Veguhêz herwiha serperiştiya damezrandina sindoqeke piştevaniya bilez û demdirêj bo girtiyên jin û mêr û malbatên wan ên mexdûr dike, armanca sindoqê ew e ku hemû piştgiriya madî û manewî ji bo başbûn û saxlemkirina wan pêşkêşî bike da ku wan tev li civakê bike. Û divê hestiyariya doza jinên girtî bi taybetî yên ku rastî destdirêjiyên seksî hatine li ber çavan bê girtin, û divê lênêrîna pêwîst ji wan û zarokên wan re bê peydakirin, ev yek dê alîkariya wan bike ku baş bibin û di jîngeheke ewle û saxlem de bi cih bibin.

Her weha Deste çavdêriya bernameyên hişyariyê yê ji hêla rêxistinên civaka sivîl ve têne birêvebirin dike, ku ew bername alîkariya wan li dijî şermezarî û binpêkirinên civakî dê bike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya danûstandina bi hêzên herêmî û navdewletî re li ser bingeha serweriya dewleta Sûriyê û destûra wê heye. û Tevger dibîne ku em weke jin û mêrên Sûrî hewl didin ku dewleteke sivîl a nûjen ava bikin. Tevger di wê baweriyê de ye ku ti welatek nikare xwe ji derdora xwe ya herêmî û cîhanî dûr bixîne, lewra serkeftina proseya veguhêz li Sûriyê pêwîstiya wê bi xwendineke bi baldarî ji hesab û berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî re heye.

Her wiha divê hikûmeta veguhêz nêrîn û stratejiyeke niştimanî amade bike ku rewatiya navdewletî ji helwestên Sûriyê re bidest bixe, û piştgiriya herêmî û navdewletî ji proje û bernameyan re dabîn bike, bi awayekî ku beşdariyek navdewletî çêbike, û rola giring ya Sûriyê li ser asta navçeyê û cîhanê vedigerîne û bilind dike, û divê dest bi xebata rakirina sizayên ku li ser Sûriyê hatine sepandin bike, bi taybetî sizayên Amerîkî, sizayên Yekîtiya Ewropî, û Qanûna Qeyser.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di wê baweriyê de ye ku sîwana navdewletî ji bo parastin û piştgiriya dewleta Sûrî ya nû pêwîst e, û dibîne ku pabendbûna bi biryarên Neteweyên Yekbûyî tê wateya mayîna di bin sîwana navdewletî ya ku piştgiriya siyasî û darayî ji welat re dabîn dike, û alîkarîya parastina mafên mirovan, misogerkirina rakirina binpêkirinan, û Pêşkêşkirina alîkariya aborî ji bo jinûavakirina jêrxaneye, piştgirîkirina hewlên leşkerî ji bo parastina dewletê û rûbirûbûna terorê, û piştgiriya hikûmeta nû ya Sûriyê ji bo bidestxistina aramiya siyasî û geşepêdana aborî, ku ev yek dê Sûriyê ji nû ve vegerîne li nav sîstema navdewletî û wê bike dewleteke bibandor û pêbawer ku bikaribe rûbirûyî pirsgirêkan bibe.

Pêkanîna van pêşekan ne hêsan e, lê pêwîst e ku Sûriye derbasî qonaxeke nû ya dadmendî û aramiyê bibe. Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê pêşniyar dike ku hemû alî îradeya siyasî nîşan bidin û bi ruhekî berpirsiyariya niştimanî kar bikin ji bo bidestxistina van armancan, û ev armanc gavên bingehîn in ji bo bidestxistina paşerojeke baştir. Ev pêvajo pêwîstîya wê bi xebateke hevbeş û entegrasyonek di navbera hêzên gelê Sûriyê de di encûmenên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî de heye, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di avakirina welatekî ku her kes tê de azad û bi rûmet be.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê