Tevgera Siweydyê

 

Tevgera şoreşgerî ya aştiyane li bajarê Siweydayê dest pê kir û di sala 2016’an de qada herî giring a bajêr bi navê “Qada Rûmetê” hate binavkirin. Ev tevgera ku bûye sedema tevliheviya rejîma Sûriyê, bi pêlên xwepêşandanan yên bi şêweyên cuda berdewam kiriye, ku di sala 2020-an de, û her wisa di sala 2021-an, de xwepêşandanên girseyî  li Qada Rûmetê hatin li dar xistin. Û di pêla xwe ya niha de ku ji meha heştan a sala 2023-an ve dest pê kiriye, rewşa parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyê ber bi alozbûnê ve çûye, piştî ku ji bingeha şaxê berê yê partiyê û piştre jî ji hola 7ê Nîsanê gule hatin berdan û di encamê de yekemîn Xwepêşander di tevgera nû de yê bi navê “Cewad Tewfîq El-Barûkî”  54 salî bû jiyana xwe ji dest da, Tevî vê yekê jî xwepêşanderan bi aştiyne berdewam kirin da rijdbûn û rûbirûbûna xwe ya mezin li hember rejîma Sûriyê îsbat bikin, ew rejîma ku guman dikir ku bi paşguhkirina wê ji  tevgerê re dê tevger raweste.

Lê her ku dem derbas bû û piştî yekemîn xwepêşander jiyana xwe ji dest da bi sedema gulebarana ji hola 7ê Nîsanê (Hola Çareserkirinê) hat berdan, serokê rûhanî yê taîfeya msulimanên Durzî li Siweydayê, Şêx Hikmet El-Hicrî, got ku El- Barûkî” şehîdê wacib” e,  û destên ku gule berdane, dest in xayîn in, her wiha Hicrî di daxuyaniya xwe de tekezî li ser pêwîstiya domandina rêya aştiyane ya tevgerê kir, û wî ji xwepêşanderan xwest ku xwe ragirin û nekevin nav planên rejîmê. Çavdêr di wê baweriyê de ne ku bi rastî metirsiya wê yekê heye ku bi komkirina hêzên leşkerî li Firokxaneya Leşkerî ya Xelxele ya li nêzî bajarê Siweydayê, rewşa ewlehiyê careke din dê têk biçe. 

Armanc ji girseyên hêzên leşkerî yên ku niha li derûdora bajêr pêk tên, ew e ku peyameke gefxwer a veşartî ji tevgera Siweydayê re bişîne, bi wateya ku ew dikarin bajêr bikin qada şerê çekdarî ji ber hebûna milîsên leşkerî li nav parêzgehê de, digel pêşxistina fikrek sîstematîk derbarê parçekirina şoreşa Sûriyê ya ji başûr heya bakurê welat rabûye û da wê weke şoreşeke cuda ji şoreşa Sûrî ya di sala 2011an de rabûye, bidin xweyakirin, tevî ku bajarê Siweydayê ji destpêkê ve di tevgera şoreşgerî de ya li Sûriyê beşdar bû, lê reşkirina medyayî ji aliyê rejîma Sûriyê ve li ser vê tevgerê hewldaneke têkçûyî bû ji bo îsbatkirina wê yekê ku tiştê diqewime sabotekirineke ji aliyê komên tundrew û “çeteyên terorîst” ve.

Destpêkê, tevgerê li Siweydayê bi daxwazên sererastkirinê dest pê kir û bi daxwaza rûxandina rejîmê bi dawî bû,wêneyên Beşar Esed û bavê wî Hafiz Esed hatin hilweşandin û navê Meydana Serok hat guhertin û bû “Qada el-Kerama anku Rûmetê”.

Di mehên borî de, rejîmê hewl da ku bi hêza nerm derbasî Siweydayê bibe, ji ber nikarîye destwerdana leşkerî bike, ji ber ku ew xwe weke “parêzvana kêmneteweyan” nîşan dide, û nikare bi bihaneya berxwedana li dijî terorê kiryarên xwe biniximîne weke ku pêştir li bakurê Sûriyê kiribû, ji ber vê yekê, dest bi belavkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên siyasî yên tevgerê de kir, û ji aliyekî din ve jî hin kes têve dan ji bo pêşniyarên projeyên cudaxwaziyê pêşkêş bikin, lê wan hewldanan ti encamek neda ji ber ku rastî rûbrûbûna serkêşiya rêveberiya serkeftî ya tevgerê hat, ku bi saya komîteya amadekar û hevgirtina medyayî û israra xwepêşanderan li ser berdewamkirina tevgerê ku rojane heya dema neh mehan berdewam kir û rojên înê hijmara xwepêşanderan pirtir dibû.

Her wiha Jin di nava tevgera Siweydayê de xwedî roleke aktîf bûn, ji ber ku bi hejmareke mezin bi komîteyên rêxistinî, tevgerên siyasî, helwest, daxuyanî û serdanên civakî beşdar bûn, her wiha bi çalakî, pankart û deng in nû û bi hêz, li hundir û derveyî  medyayê de beşdarî biryargirtinê bûn û qet ji qadan dûr neketin.

Piştî ku hewlên rejîma Sûriyê ji bo rawestandina tevgerê hatin têkbirin, vê dawiyê wê hêzên leşkerî yên mezin şandin parêzgeha Siweyda û tirs ji destwerdana leşkerî ji bo rawestandina tevgerê, zêde dibe. Ev hêza amadebaşiyê berî bidawîkirina kirîza xwendekarê zanîngehê yê binavê Danî Obêd dest pê kiriye, ku Obêd bi tawana têkbirina rûmeta dewleta Sûriyê hatibû girtin, ji ber ku wî belavoke belav kir ku tê de piştgiriya tevgera xelkê parêzgeha xwe kirbû, û li bajarê Laziqiyê hatibû girtin, lê serbest hatin berdan piştî ku komên xwecihî li Siweyda hejmarek ji efserên hêzên artêş û polîsên rejîma Sûriyê li parêzgeha Siweydayê binçav kirin, paşê bi rêya navbeynkarîyê ew azad berdan ku wan li ser du beşan de, berî û piştî vegerandina xwendekar “Danî Obêd” efserên rejîmê azad kirin. Û her Siweyda berdewam kiriye li ser daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî ya hijmar 2254, ya ku armanca wê bidawîkirina qeyrana xwînî ya ku welat ji 13 salan ve tê de ye.

Di derbarê girseyên hêz û alavên leşkerî yên li hundirê parêzgehê de, di konvoya herî mezin a Balafirgeha Leşkerî ya Xelxaleyê de bi cih bûne: Gelek otomobîlên çekên navîn, hejmarek tank û bi sedan endam hene, di dema ku beşa yekem ji hêza leşkerî kete cihê Şaxa Îstîxbarata Leşkerî û hin endam li nav Şaxa Leşkerî ya Ewlekariya Dewletê û li nav daristanên bajarokê Qenewatê hatin belavkirin. Di vê derbarê de, gelek kesatiyên medyayî û çalakvanên ser bi rejîmê ve pêşwazî li ketina hêzên wê bo nav Siweydayê kirin û ev pêngav weke destpêkek ji bo bidawîkirina pirojeya cudaxwaziyê û vegerandina parêzgehê bo “himêza welat” dîtin, tevî ku ew dizanin ku rejîma Esed gihîştiye qonaxeke mezin ji lawazî û qelsiyê û belgeya vê yekê ew, dema razî bû ku xwendekarê girtî azad berde, ji ber nîgeraniya wê ji her reaksiyonekê ji aliyê hêzên navdewletî yên çalak li herêmê.

Zehmet e ku mirov armancên rastîn ên ku rejîma Sûriyê bi şandina girseyên bi vî rengî pêk tên, pêşbînî bike, lê bêguman yek ji sedemên wê yên bihêz divê terorkirina xwepêşanderan, şikandina biryara wan, veguhertina tevgera aştiyane bo şerekî çekdarî û kaşkirina parêzgehê ber bi tundiyê ye, Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi bersivdayîna xelkê parêzgeha Siweydayê yên di nav tevgerê de hebû, ku tevgera gel li Siweydayê daxwiyaniyek belav kir û tê de peyamek ji gelê Sûriyê re şand û ragihand ku ew “şer û rûbirûbûnê red dikin ji ber ku endamên artêşa Sûriyê Sûrî ne”, û her di daxuyaniyê de wan tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo mafên rewa yên niştimanî, destûrî û yasayî bi rêyên aştiyane kirin, “Ev gotin ne ji tirsê û ne ji tirsonekîyê ne wek ku dîroka me li ser vê yekê şahid e, lê ev hesta me ya neteweyî ye û ji bo parastina xwînê û parastina bermahiyên parçeyên welat, welatê ku rejîmê wêran kiriye û hemû rengên dagîrkeran aniye nav xaka wî de. Ev artêş ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ye neku ji bo rûbrûbûna gelê me yê mezin e”.

Her wiha peyamek ji artêşa Sûriyê re şand: “Mafê jiyanek birûmet ji bo her kesî heye û divê em bi awayekî aştiyane û wêrekî parastina vî mafî bikin da ku em pêşeroja welatê xwe ava bikin”, her wiha daxwaz kirin ku berê çekên xwe nedin  birayên xwe yên li welêt û cîbicîkirina fermanên rûbrûbûnê red bikin, “Hûn mêvan in û em we bi kulîlkan pêşwazî dikin û ger hûn wekî dagirker werin, biryarek xirab e”.

Li gorî vê yekê, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji rojên destpêkê ve piştevaniya tevger û jinên Siweydayê dike, û bi rêya daxuyanî û gotar û tevgera xwe kariye  helwestên xwe pêgihîne astên navdewletî, û hîn jî li kêlek vê tevgera aştiyane radiweste û vê amadebaşiya leşkerî ya li dijî Siweydayê pêk tê, şermezar dike.

Her wiha em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, bi çareseriyên aştiyane bawer in û daxwaza cîbicîkirina biryara 2254 dikin, û em dibînin ku aştî, demokrasî û çareseriya siyasî di serî de ne, û veguhestina siyasî garantî ye ji bo hemû mêr û jinên Sûriyê ta ku em pêşerojeke ewledar bijîn, bi azadî, aşitiyê dixweş bibin, û welatekî ku hemwelatîbûn û azadî tê de hebe, ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve ku maf û erkên hemû mêr û jinên Sûriyê, bi hemû regez û  nêrînên wan ên cuda ve, garantî dike.

 

Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê