Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji bo piştgiriya gelê Sûdanê û daxwaza rawestandina şer û bidestxistina aştî û aramiyê

 

  Wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê; Em bi tundî şerê ku li Sûdanê diqewime şermezar dikin, û piştgiriya xwe bi gelê Sûdanê re ku niha tûşî encamên xirab ên şer û tundûtûjiyê dibe, radigihînin. Em bang li her du aliyên şer dikin ku dawî li dijminatiyan bînin û li çareseriyên aştiyane bigerin, her wiha ew bala xwe bidin ser berjewendiyên Sûdan û gelê Sûdanê, û xwe ji destwerdana hêzên derve yên ku dixwazin bigihin ajandeyên xwe yên taybet li herêmê, dûr bixin û ji ber ku bi destwerdana hêzên derve rewş dê girantir û aloztir bibe.

 Em wek jin û mêrên Sûriyê ku bandorên wêranker ên şer bi sere me hatine û me dîtine, lewma  em bi êş û azarên ku şer dikare li sivîlan bike, nemaze  li jin û zarokan, dizanin. Lewma em bang li hemû aliyan dikin ku pêwîstî û mafên jinan li ber çavan bigirin. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo tevgerên jinan ên li Sûdanê ku ji bo maf û rûmeta jinan dixebitin nîşan didin.

  Di dawiyê de; Em bang li civaka navdewletî dikin ku piştgiriya xebata gelê Sûdanê ya ji bo aştî, dadmendî û aramiyê, bike, û rêzgirtina mafên mirovan misoger bike. Em ji bo Sûdan, Sûriye û hemû gelên cîhanê aştiyê dixwazin.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Şemî 22ê Nîsana 2023an