Aştiya Civakî Piştî Ketina Esed, Hevkêşeya Dijwar an Careseriya ne Pêkan e?

 

Di 8ê Kanûna Yekem a 2024an de rêjîma Esed bi hemû stûnên xwe  rûxî, ku ev yek sosreteke mezin bû hem ji bo jin û mêrên Sûriyê û hem jî ji bo herêmê û welatên cîhanê yên ku hewl didin wê ji nû ve nûjen bikin da ku telî kêmasiyên wê bê qebûlkirin, piştî berdewamiya wê di van hemû salan de ku Sûriyê bi temamî wêran kir û bargiran kir ku nekare heya piştî gelek salan jî rizgar bibe. Ya ku dibe ku hevkêşeya herî dijwar ji bo Sûriyan bi jin û mêran ve, pêk bîne ew e ku çawa dê pêkvejiyanê pêk  bînin û milet hemû dê hevdu qebûl bikin piştî hemû hewldanên ku hatine kirin ji bo parçekirina welat û hilweşandina wî di warê civakî û herêmî de.

Hevoka herî belav îro ew e ku aştiya civakî were pêk anîn, lê belê, bi rastî jî, tevî  ku mirov dikare wê bi hêsanî di her gotûbêjê an di sernivîsa semînerekê an workşopekê de bîne ziman, ya herî dijwar derbaskirina mirateya rabirdûya ku bi xwîn, wêranî, koçberî û penaberiyê ve giran bûye. Ji ber ku hêzên ku hewl didan ku hebûna xwe ferz bikin, di nav de rejîma berê û komên çekdaran, û li pişt wan welatên ku piştgiriya wan dikirin, ji bo vejandina mîrateya rabirdûyê ya ku dibe sedema jihevketina civakî, olî, herêmî, neteweyî û eşîrtî, û her tiştê ku dibe sedema zêdekirina nefret û fanatîzmê û pîrozkirina parçebûna çêkirî ya nazik ku li hemû herêman serdest bûye,  ku hiştiye herêm ji hev veqetiyayî bin dibin destê hêzên defakto yên ku bi zora çekan û zordariyê wan kontrol dikin û îdyolojiya xwe ferz dikin. Û ev parçebûn ji aliyê nifşên nû ve yê ku ji şer, xizanî û birçîbûnê pê ve tiştek nas nekirine, hatiye xurtkirin, û asta perwerde, tenduristî û aboriyê daketiye, li beramber  pîşeya herî belav û hema hema ya tekane li hemû herêmên Sûriyê, ku ew jî hilgirtina çekan e û şer ji bo vî alî yan wê aliyê ye.

Gelo xebat ji bo bidestxistina aştiya navxweyî di vê jîngeha wisa parçebûyî, belavbûyî, ji hev dûrketî, û ku hev nas nakin, de pêkan ne?

Bi ketina hêzên (Redi’ El’idwan) anku “Rawestandina Dijmin li Şamê re, Ehmed El-Şeraa dirûşmeya “Serkeftin bê tolhildan” ragihand, Ev dirûşme, li gel naveroka wê ya banga aştiyê û derbaskirina paşerojê û dilinyakirina beşê xelkê yên ku dibin destê rejîmê de bûn, lê belê guman li ser heye, çi ji aliyê vê beşê bi xwe, çi jî ji aliyê jin û mêrên Sûriyê ve yên li herêmên derveyî kontrola rejîma hilweşiyayî, ji ber ku birîna berê hîna nazik e, vekirî ye û xwîn jê diherike, ku şahdê wê jî, girtîgeh, navendên binçavkirinê, kesên winda, bajar û bajarokên wêrankirî, kampên penaberan û rewşa aborî ya xirab e. paşê ew dirûşim bi lez hat guhertin bi diruşma “ berpisyarî ji hemû kesên ku destê wan bi xwîn bûye” lê ev jî têrê nake, ma gelo pîvana kesên destên wan bi xwîn in tenê ji bo yên serkeftî an jî yên têkçûyî ye? Gelo ew kesên ku talankerin, dizî, şer û talankirina bazirganan dikin, û yên ku mirovan di şert û mercên herî dijwar de bikar tînin dihewîne? Û ew kesên ku bi awayekî sîstematîk wêrankirin, girtin, revandin û îstîsmarkirina maddî, fizîkî, zayendî û manewî pêk anîne dihewîne? Gelo ew kesên ku di kampan de bi xelkê re li ser debara jiyana wan bazar dikirin, dihewîne, û yên ku jin û zarokên ku hewl didan bi qaçaxçîtiya tiştên sade di rêya deriyên sînorî re debara xwe bikin, gulebaran kirin, dihewîne?

Nebûna pîvanên zelal û nebûna plansaziya ku dê berpirsiyarî li gorî wê were damezrandin, kî divê were cezakirin, her wiha kî dê berpirsiyariyê bike û çawa dê bike, ev yekê gelek caran bûye sedem ku tişt ji kontrolê derkevin li deverên ku berê bûne cihên bûyerên mezhebî û tolhildanê yên berbelav. Îro em binpêkirinên li dijî mezheban li deverên ku berê di nav nakokiyan de bûn dibînin, wek bajarê Humsê û gundewarê wê, herwiha li berava Sûriyê, herwiha li başûrê Sûriyê yê pirreng ji aliyê mezhebî ve û giropê çekdar ve, û herwiha li rojhilatê Sûriyê, çi di navbera êlên li Dêra Zorê de, çi di rûbirûbûna bi QSDê re.

Vê yekê kir ku rewşa nebaweriyê li gelek herêman bi gotara fermî re serdest bibe, di dema ku başurê Sûriyê, Deraa û Swêda, hîna jî bi rastî ne di bin sîwana dewleta nû de ye, û di hewldanên dan û standinên ne diyar de ne. Û şerê li bakur-rojhilatê Sûriyê yê ku ji aliyê giropên Artêşa Niştimanî (ya berê) bi piştevaniya Tirkiyê hîn jî tên birêvebirin, li gel danûstandinên bi Şamê re ku hêj negihiştine encamê.

Di demekê de ku aliyên herêmî û navdewletî bi awayekî rasterast yan nerasterast destwerdana xwe di dariştina siyaset û danîna şert û mercan de ji bo hikûmeta nû bi mebesta ferzkirina ajandayên xwe li ser wê berdewam dikin.

Di vê rewşa pir aloz de, xuya ye ku tenê serkeftin hilweşîna Esed û reva wî bû, û bidestxistina Sûriyê ji xewna  xwe ya ne pêkan re bû, ku ji rejîma dîktator a hov rizgar bû, rejîma ku Sûriye bi gel û axa wê wêran kir, lê derbaskirina rabirdûyê ne karekî hêsan e.

Hikûmetê sê meh muhlet daye xwe da ku aramiyê pêk bîne, Ji ber vê yekê dest bi pêşbaziya demê kir da ku baweriya herêmî û navdewletî bi dest bixe, û wê rewşa navxweyî ya nebaş zêde paşguh kir, êdî çareserî kêm bû û bawerî li cem xelkê çênekir, dibe ku du mînakên herî diyar yên vê yekê hene; jidestxistin kar ya berbelav a  karker û karmendên jin û mêr , ku ev jî gaveke nebaş û ne standard bû di bin şert û mercên aborî yên ku xerab bûn û niha xerabtir bûne, û vê yekê kir ku piraniya wan kesên ku di bin sîwana rejîma berê de bûn,  nerazîbin ji hikûmeta nû, ew kesên ku ji veguhertin û rizgariyê geşbîn bûn û bê berxwedan qebûl kirin. Û  mînaka duyem ew e ku konferansa diyalogê ya niştimanî tenê di nav hefteyekê de hate lidarxxistin, kupiraniya kesên dişopandin hest kirin ku armanca wê ku  desthilatdariya nû rewa bike neku aştiya civakî pêk bîne yan ku Sûriyê veguhêze qûnaxeke nû. Destpêkên xirab dibin sedema encamên xirab, wek ku piraniya jin û mêrên Sûriyê diyar kirin, îcar çi eger li vê yekê zêde bikin û bibêjin ku hîn herêmên berfireh ji Sûriyê dervî kontrolê ne, û lihevkirineke niştimanî çênabe, eger hemû Sûrî bi jin û mêran ve di avakirina pêşeroja welatê xwe de beşdar nebin, û dengê wan neyê bihîstin piştî ku bi deh salan ji siyaset û beşdariyê dûr ketine!

Bicîanîna aştiya civakî, ji aliyekî ve, pêwîstiya wê bi têgihîştineke kûr a rewşê, pirsgirêkên wê û mirata ku şer li şûn xwe hiştiye, heye; û ji aliyê din ve, danîna planeke niştimanî ya rastîn û girîng a ku bikare van pirsgirêkan fêm bike û hemû kesî di cîbicîkirina wê de beşdar bike, pêwîst e. ji ber ku aştiya civakî ji kokê , ji erdê û ji mirovan dest pê dike, mirovên ku êş kişandine û hê jî êşê dikişînin.

Ev jî tê wateya pêwîstiya beşdarbûna jinên Sûriyê di ragihandina nêrîn û çêkirina biryaran de li ser hemû astan, ji jêr heta jor, ji bo pêkanîna aştiya civakî.

Jin ew in ku dikarin mekanîzmayên civakî û perwerdehiyê yên ku di pêkanîna aştiya civakî de pêwîst in çalak bikin, lewra rola herî mezin ya wan e, nemaze ku jinên Sûriyê di salên borî de girêdana xwe bi hev re winda nekirine û karîbûn barê rewşa aborî, siyasî û perwerdeyê hilgirin bi bandorek diyare li ber çavan.

Ev tişta ku Konferansa Niştimanî hewl da bi awayekî şeklî be jî bike, bi tevlêkirina hejmareke mezin ji jinan di konferansê de, her çend bi mekanîzm û rêjeyên nûnertiyê yên ku negihîştin asta ku dihat hêvîkirin, û bi beşên jinan ku ne li gor nûnertiya rastîn a jinên Sûriyê bi xem û tirsên wan bû.

Her wiha pêwîst e li ser jinûve aktîvkirina hemû beşên aramiya civakê kar bê kirin, û ya herî girîng perwerde, tendirustî û xwarin in, da ku kar li ser nifşê Sûriyê yê windakirî bê kirin yên ku bedelên herî mezin dan û ew  ji pêdiviyên bingehîn hatin bêparkirin û ber bi milîtarîzmê û karê sivik yê ku welatan ava nakin ve hatin têvedan.

Ya herî girîng, bidestxistina aramiya herêmî ye û destpêkirina proseya avakirinê ye. Ji ber mafê penaberên jin û mêr, koçberên jin û mêr heye ku vegerin herêmên xwe ên eslî, bi awayekî birûmet û aram, bêyî zorê, da ku debara jiyana xwe, aramiya xwe û ewlehiya xwe dîsa bi dest bixin.

Hemû ev xal bingeha bicîanîna aştiya civakî ne, ne bes e ku tenê ew kesan ji mezhebên cuda û herêmên cuda li ser maseyekê kom bikin û ji wan bixwazin ku ji hev hez bikin. Îro girîng e ku em nirxên welatîbûnê û beşdariyê ji bo avakirina Sûriyeke ku em xewna wê dikin, bi cih bînin.

Di dema ku tevgera siyasî ya jinan a Sûriyê tekezî li ser van bingehan dike di mijara aştiya civakî de, û li gor karê me di çêkirina belgeyên siyasî de bi beşdariya komên mezin ên jinan ji herêmên cuda û curbicur di salên borî de, û li gorî nerînên wan yên derbara pêşerojа Sûriyê, yên ku ji têgihîştina pirsgirêkên ku ew  dikşînin tên, em dibînin ku aştiya domdar pêk nayê, û pêvajoyeke jinûveavakirinê ya rastîn û bibandor dest pê nake, heta ku jin bi xurtî û bi rêjeyeke ne kêmtir ji 30% an jî  bi nîvî be, werin beşdarkirin di danîna têgihîştinên ji bo pêşerojа Sûriyê de, an di nivîsandina destûrê, û di hemû komîteyên ji bo derbaskirina mirata borî de û destpêkirina avakirina pêşerojê.

 Siberoja Sûriyê bêyî jinên wê nabe û aştiyeke civakî bêyî veger li koka pirsgirêkan û xebat ji bo çareserkirina wan nabe.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a  Sûriyê