Dpçoppêçkirin û Êrîşkirina Bo Ser Derayê 

  Dera, li başûrê Sûriyê rastî êrîşeke serbazî tund û dijwar tê. Ew rastî topbarankirine tund tê ku sivîlan, bi jin û mêr, dike armanc, her wiha li ser erdê tankên rejîma berû pêş de diçin da ku êrîşê bibin ser taxa Dera el-Beled, piştî dorpêçkirina wê bi şêweyekî tund ku ziyanê digihîne 11 hezar malbat, li gorî texmînên komîteya Dera el-Belid, ji ber tunebûna amarên fermî, ji aliyê rejîma Sûriyê ya ku hêzên Rûsî û milîsên Îranî û Hizbulah piştevaniya wî dikin. 

     Dorpêçê roja 24 meha Hezîrana 2021ê destpê kir, ku li gorî wê tevahiya derbasek û rêyên ku diçin nav dera Belid hatin girtin, ji bilî take derbasek ku navê Sicnê tê lêkirin, ku ew jî li jêr kontrola milîsên ser bi rejîma Sûriyê ye, ku provokasyonê li dijî welatiyên jin û mêr dikin û şidestê li dijî wan bikar tînin û riya çûn û hatinê ji bo kar an xwendinê yan jî çareseriya tendirustî li pêş wan dikirin, û di ser de jî gefa girtina her jinek an mêrekî dixwin ku ji aliyê dam û dezgehên ewlekariyê ve daxwazkirî bin. Her wiha ew derbaskirin tevahiya keresteyên xwarinê û bijîşkiyê qedexe dikin, û ev yek jî jiyana wan dixe jêr metirsiyê, bi sedema nemana dermanan di dermanxaneyan de. Hêjayî gotinê ye ku li herêmê tu saziyên tendirustiyê tune ne ji bilî yek navenda tendirustî ya biçûk, ku êdî nema bikêrî guhdan û çareserkirina nexweşan û pîremêr û pîrejinan tên. Her wiha jiyana jinan, û bi taybet jinên ducanî, bi şêweyekî berdewam li jêr metirsiya mirinê ye bi sedema tunebûna bijîşkên pispor di warê jidaykbûnê de, her wekî çawa amûr û landkên parastin û guhdana bi zarokên ku nû jidaykbûyî nîn in. Ji ber ku ew take navenda tendirustî jî vê dawiyê rastî topbaranê hatibû. Ev hemû ji bilî ku hêj derdê petaya covid 19 berdewam e. 

Dera hêj ji destê cengê dinale û westyayî ye, û heta niha jî derdê bêseûberiya emnî dikişîne bi sedema binpêkirinên berdewam li dijî rêkeftina çareseriya emnî, ku di Tîrmeha sala 2018an de di navbera herdu aliyan de, bi garantîkirina Rûsyayê, hatibû îmzakirin, wekî take rêçe bo rawestandina şer û pasatina sivîlan ji kioçberkirina neçar ber bi bakurê rojavayê Sûriyê de.

    Li gorî wê rêkeftinê, Rûsya soz dabû ku ewlehî û aramiyê dabîn bike ji bo wan kesên ku nehatibûn koçberkirin, girtiyên jin û mêr azad bike, lê rejîm parêzgehê ceza dike bi siyaseta cezakirina komî ku ziyanê bi qest digihîne sivîlên jin û mêr, û bajêr piştguh dixe û aboriya wî dirûxîne û wî ji xizmetguzariyên serekî bêpar dike, ji ber ku ew di girtinên zorane de berdewam û gihiştiye radeyekê ku hin girtiyên ku berê pê re lihev hatibûn û rêkarên çareserkirina rewşa xwe ya emnî biserî kiribûn li jêr îşkenceyê dikuje, ev ji bilî avêtina karmendên kartên saziyên Dewletê ji karên wan û avêtina bi dehan parêzer ji sandîkaya wan, tevî bêrerûberiya emnî û piştevaniya kiryarên terorkirinê û kuştinê. Li Derayê, rejîm û hevalbendên wê pabendî sozên xwe nebûne ku li gorî rêkeftinê dabûn, ji ber ku Fîrqeya 4 ew rêkeftin binpê kiribû, û Fîrqeya 15 jî ku rêkeftin îmze kiribû, dema ku topbaranê destpê kir, vekişiya. Di baweriya me de, ev encam pêvajoyeke siruştî ye bo çareseriyên beşbeşî yên demkî ku yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya navdewletî bo mafên mirov binpê dikin.

    Nameyek ku ji jineke dorpêçkirî ji Dera Belid gihaştiye destê me vê yekê tekez dike. Em ê li vir beşekê ji nameya wê belav bikin: ” Rejîm me ceza dike ji ber ku me hilbijartinên pêkenokî boykut kirin û derketin xwepêşandanên ku ew hilbijartinan şermezar kirin. Berî 2 rojan, merivekî min bi celteya dil mir ji ber nikarîbû bigihêje nexweşxaneyê ku ji bo çûna wê divabû di take rêyê ve derbas bibe. Jiyana me li jêr metirsiyê ye bi sedema hêzên pir ên ku hatine komkirin û amadekirin û niha dest bi êrîşa bo ser me kirine û dê me îşkence bidin û me bikujin eger em neçin jêr barê mercên wan ku li dijî rêkeftina emnî ne. Em naxwazin zarokên me bimirin, her wiha em qebûl nakin ku careke din em bên îhanetkirin û zelîlkirin û ji malên me bên koçberkirin. Derd û êşa me berdewam in.” Li vir beşa nameya wê xanimê bidawî dibe.

Em wekî Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî, bi dilgiranî û tirs li derd û êşa sivîlên jin û mêr ji bin serê vê dorpêçkirina tund temaşe dikin, û em red dikin ku ew wekî brimte, anku rehîne, bên bikaranîn, di rêya gefên dubarekirî de ji aliyê Rûsan ve ku ew danûstandina sereke li gel dorpêçkiriyan dikin.

Li pêş vê rewşa heyî, Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî van qewîtiyan dike:

– Kar bê kirin ji bo birina fişarê ji bo rawestandina topbarankirina li dijî sivîlan, her wiha rawestandina pêşveçûna tankan bo êrîşkirina bo ser Derayê, û rakirina bilez a dorpêç û gihandina alîkariyên mirovî, di nav de jî alêkariyên bijîşkî, û pabendbûn bi yasaya navdewletî ya mirovî derbarê parastina sivîlên jin û mêr de, û qedexekirina koçberkirina wan a neçar ji malên wan.

– Civaka Navdewletî bikeve nav tevgerekê ji bo gihaştin bo hevtêgihiştinên bilez ji bo rêgiriyê li êrîşkirina bo ser bajêr ku nîşana komkujiyeke xwînawî ye, dê li gorî wê rewş ber bi rundkirinê biçe û bibe fakterekî din ê gefê bo ser rêkeftina sala 2018an ku jixwe lewaz e.

– Fişar bo çareseriyeke siyasî di riya danîna pêngavên pratîk û xişteyeke demê ji bo cîbicîkirina temam a biryara hejmar 2254, ku di bingeha xwe de daxwaz dike ku bi şêweyekî demildest û bilez bendên wê yên mirovî ku bingeha proseseke siyasî ya dedmandane ne bên cîbicîkirin.

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî Ya Jinan a Sûrî