Gurkirina Leşkerî  ya Tirkiyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê

 

    Ev çend hefte ne ku li bakurê Sûriyê şerekî leşkerî zêde diqeime, ku beriya çend mehan Tirkiyê destpêkirina Operasyona Penc-Şûr li bakurê rojhilatê Sûriyê ragihandibû. Operasyona leşkerî di çarçoveya hewldana Tirkiyê de ye ku li seranserî sînorê Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan herêmeke tampon ava bike.

  Tevî ku artêşa Tirkiyê ya ku li navçeyên opozisyona Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê bi cî dibe, ragihand ku armancên wê leşkerî ne, ew jî navendên Hêzên Sûriya Demokratîk ên li çend deveran in, wek gundê Seîda yê li derdora Eyn Îsa li bakurê Reqayê. û Tel Laban li herêma Tel Temrê ya li bakurê Hesekê, û her wiha derdora Til Rifat ya li gundewarê Helebê, lê dîsa jî ev operasyon dê bibe sedema kuştin û birîndarkirina kesên sivîl.

   Hîn jî Hevdîtinên di navbera Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê de li ser pêkanîna  operasyona bejayî ya dagirkeriya Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyeyê berdewamin, û ev yek, li gorî lêkolîneran, diyar dike ku ev operasyona leşkerî ya Tirkî dê rastiyên nû li ser erdê ferz bike. Û Ji bilî hêzên Hevpeyman yên bi pêşengiya Amerîka, Hêzên Sûriya Demokratîk, artêşa Rûsyayê û hebûna sembolîk a rejîma Sûriyeyê, wê artêşa Tirkiyê jî li ser erdê bibe lîstikvanekî nû û bi hêz.

  Tevî ku fermandarê leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî tekez kir ku Amerîka ew agahdar kiriye ku ew bi tundî êrişa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê red dikin, lê Tirkan jî ji aliyê xwe ve, têgihîştina Rûs û Amerîkiyan ji nîgeraniyên ewlekariya Tirkiyê û mafê wê yê parastina asayişa xwe ya netewî û ewlekariya hevwelatiyên xwe, piştrast kir.

 

  Tirk jî hemû îhtîmalan vekirî dihêlin, ji Serokomar Erdogan dest pê bikin, heta Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Berevaniyê derbas bikin, û heta bi medyaya Tirkyê,  hemû, destnîşan dikin ku ji bo ewlehiya welatê xwe hewcedariya wan bi destûra tu kesî tune. Her wiha, ew Amerîka, ku hevalbendê Tirkiyê ye, û endama NATOyê ye, bi piştgirîya wê ji Hêzên Sûrîya Demokratîk re tawanbar dikin, ku Tirkîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk wek milê terorîstî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne.

 Ji aliyekî din ve, Serokomar Erdogan amadebûna xwe ji bo çêkirina mekanîzmayeke sêalî ya diyalogê ragihand, û wê bi rêya vê mekanîzmayê bi Beşar Esed re bicive. Ev yek nîşan dide ku Tirkiye dixwaze dosyaya Sûriyê ji nû ve çalak bike, û dixwaze di operasyona leşkerî de jî xwe bispêre heman  lêveger û referansê bi rêya çalakirina dosya siyasî, ango danûstandinên Astana û Soçî,  ku ew jî wekî yek ji welatên garantor ji bo cîbicîkirina encamên wê şopê ye.

 

  Lê belê eger ev operasyona bejayî pêk were,  divê mirov bandora wê ji bîr neke û piştguh neke.  Amerîka û Rûsya, her du jî sedemên xwe hene ku nîgeran bin ji êrişa bejayî ya Tirkiyê. Serkirdayetiya Amerîkî ditirse ku hêzên Amerîkî yên li navçeyên ku di bin kontrola  Hêzên Sûriya Dîmokratîk HSDê de li bakurê Sûriyê dimînin, dê rastî metirsiyekê bên û wê wan bike rewşek ku neçar bibin ku xwe biparêzin, an jî bi kêmanî  hêzên wan dê di navenda operasyonên şer de bin, tevî ku Tirkiye dibêje, ku armancên wê bi awayekî rast û hûr hatine diyarkirin da ku hêzeke weke terorîst dibîne, bêbandor bike, û ji ser sînorên xwe dûr bixe. Her wiha Amerîka jî ditirse ku hewlên xwe yên ji bo şerê li dijî rêxistina DAIŞê bikevin metirsiyê de.

   Di derbarê Rûsan de, ku hevalbendê rejîma Şamê ne, xuya ye ku ew dixwazin sûdê ji bûyerê werbigirin, ji bo vejandina hin rola rêjîma Sûriyê li bakurê Sûriyê, bi rêya pêşkêşkirina hin pêşniyarên ku dê Tirkiyê neçar bikin ku ji nû ve danûstandinê bi rejîma Sûriyê re weke hevkarê şerê li dijî terorê bike.

 Lêbelê nabe ku Hêzên Sûriya Demokratik HSDê weke aliyekî qels û ziîf bê nirxandin, ji ber ku kartên bidest wê de hene dihêle ku rola xwe wek listikvanekî sereke biparêze û bervaniyê di ber de bike. tê zanîn ku HSDê heya niha hevalbendê nêzîk ê Amerîka ye, ji bilî pêwendiyên wê yên aloz li gel rêjîma Şamê, ji aliyekî ve, û hin hêzên opozisyona Sûriyê ji aliyekî din ve.

  Li gor van gotinên jorîn, gelo pirs derbarê çareseriyeke ku ji encamên têgihîştinek di navbera Rûsya û Tirkiyê de, di gelek dosyayan de, di nav de jî yên ku bi şerê li Ukraynayê re têkildar in,  pirsek rewa ye? Û gelo em dikarin bipirsin eger  çareseriyek ku li ser HSDê û Amerîkiyan were ferzkirin, rewa ye?

  Li gorî vê yekê, tankên artêşa Tirk amade ne ku rê li ber çareseriya siyasî, ya ku Rûsya û Tirkiye hewl didin derbas bikin, vekin. Û eger em rewşa aborî ya pir dijwar ya ku navçeyên Sûriyê yên di bin destê rêjîmê de tê re derbas dibin, û her wiha wêraniya civakî, îdarî û aborî li herêmên di bin kontrola HSD’ê de, bidin ber çavan, wê demê em dikarin radeya hevsengî û cudahiyê di  giranî û kalîte ya di navber aliyên nakok de, dema ku li ser maseya çareseriya dawî rûdininm, bibînin.

   Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê, em îro li dijî gurkirina  operasyonên leşkerî li Sûriyê, disekinin. Her gurkirinek leşkerî dê bibe sedem ku kesên sivîl bibin qurbanî, û dibe ku bibe sedema karesateke mirovî û koçberkirina bikom ya xelkên sivîl li herêmê.

 

Her wiha em di wê baweriyê de ne ku gurkirina leşkerî wê çareseriya siyasî asteng bike, û wê bibe sedem ku aloziyî di pêvajoya siyasî de zêdetir bibin, û dê bibe alîkar ku parçebûna Sûriyê ya girêdayî hêzên herêmî û navdewletî kûrtir û bihêztir bibe. Û em ditirsin ku  ev yek rola xwe di berdewamkirin û sepandina planên guhertina demografî de wek beşek ji çareseriyê, bilîze. Û eve tiştê ku rejîmê û hevalbendên wê  kirine, û di van salên dawiyê de Tirkiye jî ev yek kiriye.

   Em tu rêyê ji bilî çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 nabînin,çareseriyek bi awayekî garantiya vegereke bidilxwazî û ewle ji penaber û derbiderên jin û mêr, dabîn bike. û garantiya mafên gelê Sûriyê ji bo jiyaneke azad û birûmet bike. Û me zêdetir nêzîkî avakirina dewleta hemwelatîbûnê ji bo hemû jin û mêrên Sûriyê bike.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê