Gelo  Lihevkirina Tirkiyê bi Rejîma Sûriyê re Nêzîk bûye?

 

    Bûyer saet bi saet tên guhertin û bi lez û bez pêşde diçin, û em nizanin ka wê asayîbûna pêwendiyan di navbera rejîmê û Tirkiyê de çêbibe berî weşana gotara me an na, Lê em hewl didin ku bi qasî ku pêkan be tiştê ku diqewime fam bikin.

 Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu û paşê jî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, amaje bi wê yekê dikin ku lihevkirina her du welatan nêzîk bûye û ew peywendiya di navbera her du welatan de li ser asta siyasî ne encama vê kêlîkê ye, yan jî ji ber rewşa awarte ya ku li herêmê û cîhanê diqewime, ji şerê Ukraynayê yan jî zextên niha yên Rûsyayê li ser serkirdayetiya Tirkiyê yan jî dûrketina Amerîka ya niha ji meydanê, lê belê ev pêwendî bi destpêkirina civînên Astana û heta yên Soçî  bi fermi dest pê kirbû.

     Daxuyaniyên siyasetmedaran ên beriya hilbijartinan cuda ne ji yên piştî hilbijartinê, û îro di siyaseta Tirkiyeyê de jî ev yek pêk tê. Lê ev nayê wê wateyê ku guhertina arasteya siyaseta Tirkiyê bi gavên fermî ji bo vegerandina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re, dest pê nekiriye, nemaze ku pêwendiyên istixbaratî û kanalên leşkerî di navbera Enqere û Şamê de, bi awayekî fermî û eşkere, ji mêj ve ne. Serokomarê Tirkiyê bi xwe jî, berê, hebûna van pêwendiyan piştrast kiribû.

    Tevî ku hin welat têkiliyên xwe bi rejîma Sûriyê re vegerandine, lê  belê ev gav ji bo asayikirina rewşa rejîmê ne girîng in, lê em normalîzekirina pêwendiyên Tirkiyê bi rejîma sûriyê re, wek destpêka rêya rasteqîn a vê sayikirina rewşa rejîmê dinirxînin. Ev yek piştî têkçûna hewlên Rûsiya û Îranê yên ji bo vejandina rêjîma Sûriyê û vegerandina Îtîrafe navdewletî ji wê re, di rêya, danûstandin û serdan û vekirina balyozxaneyên hin rêjîmên erebî li Şamê re, û rê li ber vexwendina wê ji bo beşdarbûna civînên lotkeye Erebî vekin, lê ev yek rastî opozisyona ku bi serkêşiya Qeterê, ku di bin fişara Amerîka de bû, li hember binpêkirinên mafên mirovan û tawanên li dijî mirovatiyê û dosyaya girtî û kesên bêserûşûn, hat vekir. Lê eger Tirkiye îtîrafê bi rewatiya rêjîma Sûriyê bike, ev yek dê bibe alîkar ku beşek ji îzoleya li ser rêjîmê bi dawî bibe, û dê gelek rêjîman têvede ku di pêşerojê de rêyên dîplomatîk û aborî bi wî re vekin.

   Em baş dizanin ku siyaseta dewletan li gorî berjewendiyan tê birêvebirin, ji bilî ajandayên wan ên navxweyî. Mijara sereke ya li pêş Tirkiyê niha hilbijartinên bê ne, ku pêwîst e hikûmeta Tirkiyê helwesteke gelêrî li pêşberî welatiyên xwe nîşan bide, da ku dengên zêdetir bidest bixe, û mijara penaberên sûrî wek fişara yekem e li pêş hukûmeta Dad û Geşepêdanê, ji ber ku ew kerta biserketî ya Erdogan e, ku dixuye ku hîn jî kartek e ku di hundir de dikare pê bilîze – ji ber geşbûna pêlên nijadperestiyê li hember jin û mêrên Sûriyê – û her wiha li derve jî wê kartê bikar tîne  bi girtina wî ya dergehê Tirkî Li ber lehiya penaberan ber bi Ewropa û cîhanê ve.

Ji aliyekî din ve, nêzîkbûna Tirkiyê dê ne belaş be, an bê mercin ku ava rûyê Tirkî li pêş civaka navdewletî û li pêş miletê sûrî, û her wiha partiya wê biparêze, di derbarê proseya siyasî û danustandinan de, ji bilî hebûna xalên lihevhatina berjewendiyan di navbera her du rêjîman de di mijara vegerandina penaberên Sûrî de, vegerandina wan tê wateya ku rêjîm belgeyan dide civaka navdewletî ku şer bi dawî bûye û aramî dest pê kirye, ev tê wê wateyê ku dema jinûveavakirinê hatiye, û ji bo dabînkirina pereyan ji rêjîmê re û aboriya wê jinûve geş bibe. Dê Tirkiye û Rûsya jî di girêbestên jinûveavakirinê de beşdar bin, ku ev yek jî  ji bo berjewndiyên Tirkiyê xaleke girîng e. Ji bo rejîm garantiyê bide Tirkiyê ji bo vegerandina ewle ya penaberan bo bakurê Sûriyê. 

Derbarê Tirkiyê de, ev mijar dikare bibe karta Cûker di destê Partiya Dad û Geşepêdanê di rûbirûbûna opozîsyona li dijî Erdogan, û kolana Tirkiyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberên Sûrî  yên li welatê wan dimînin, bi taybetî bi redkirina hebûna wan ji aliyê opozîsyona Tirkiyê ve. û ev jî wê bibe beramber ku Tirkiye nema piştevaniya daxwazên gelê Sûiyê di rûxandina serokê rejîma Sûriyê bike, û tenê guhertina siyaseta wê bike.

   Lê ev mijar yek ji mijarên herî girîng in ku divê li ser çawaniya organîzekirina wê were rawestan, vegera  ewle ya  penaberan pêwîstî bi gelek garantiyan heye, û ferzkirina herêmeke ewle ya rasteqîne heye, û tê zanîn ku em wek Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê, ditirsin ku ev veger dê mîna ya ku berê di dema koçberbûna ji hin deveran de qewimî, ev yek tirsê ji kiryarên ku dibe sedema guhertina demografîk zêde bike, û ew nebûna garantiya vegera ewlehî û mafên wan koçberan, û diyarnekirina buhayê ku  Tirkiye dê di berdêla wê de bidest bixe?

 Tiştê ku em bi rastî şermezar dikin ew e ku opozisyona fermî ya Sûriyê ti helwestekê nîşan nade derbarê derkirina bi zorê ya hin jin û mêrên Sûriyê ya bi dare zorê, bi behaneya vegera xwebexş, û ne jî ti helwesê derbarê garantî û mercên vegera ewle di pêşerojê de dide.

Ji bo me, em dibînin ku vegera jin û mêrên penaber divê girêdayî çareseriyeke siyasî be, û divê mercên ewlehî û bêalî bên dabînkirin, ji ber ku tenê ev yek garantiyê dide vegera bi dilxwazî ​​û ewle.

  Mijara din ji bo Tirkiyê, ku di serê siyasetên Erdogan de ye, ew e ku bi her awayî rê nede avakirina rêveberiyek siyasî girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê li ser sînorê wê yê dirêj bi Sûriyê re, ji ber ku ew Partî di lîsteya terorê ya Tirkiyê de cih digire. Ji bo vê yekê, siyaseta Tirkiyê her tedbîrek ji bo bidestxistina vê armancê rewa dibîne, heta ku piştgiriya pêngavên rêjîmê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk jî dike eger ew yek di xizmeta nêrîna wê de be, nemaze piştî ku Tirkiyê nikarî razîbûna Amerîka ji bo   dest bi Operasyonek leşkerî li dijî hêzên partiyê li çeperên wê yên li ser axa Sûriyê bike. Vê yekê kir ku Tirkiyê bi stratejiyeteke alternatîf bifikire da ku armanca xwe bi awayên curbicur pêk bîne, li gor piransîpa ku armanc navgînê rewa dike.

  Tiştê ku zivrîna Tirkiyê ber bi razîkirina rejîma Sûriyê de  bileztir kir, şerê Rûsya û Ukraynayê bû, ji ber ku vî şerî terazûyên heyî hinekî guhertin, û bandor li ser Sûriyê bi rengekî rasterast kir ji ber ku lîstikvanên navneteweyî di her du dosyayan de yek in, û şerê Rûsya û Ukraynayê bûye mijara yekem li ser nexşeya siyaseta cîhanî û bûye sedema piştguhxistina dosyeya Sûriyê, ligel zêdebûna fişarên Rûsî ku bandor li ser helwesta Tirkiyê kirye, nemaze ku Tirkiyê red kir ku li ser cezayên navdewletî yên li dijî Rûsyayê îmze bike Ji bo ku têkiliyên xwe yên stratejîk bi Rûsyayê re biparêze û berjewendiyên Tirkiye-Rûsya li Sûriyeyê rasterast li hev tên. 

    Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, Em helwestên welatan ên bi berjewendiyên xwe ve girêdayî fêm dikin û têdigêjin, û em di wê baweriyê de ne ku her çareseriyek siyasî bi hevsengiyên navneteweyî ve girêdayî ye, nemaze bi lihevkirina Rûsya û Amerîkayê ve. Em careke din tekez dikin ku pêwîst e proseya siyasî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li gor proseya Cinêvê dest pê bike, û pêbendbûna bi cîbicîkirina naveroka biryarên navdewletî yên hejmar 2254 û 2118 û daxuyaniya Cinêvê, û berçavgirtina proseya destûrê weke aliyekî desthilata veguhêz, û ji ber vê yekê jî pêwîst e destpêk ji wê be. Û em tekez dikin ku her lihevkirinek siyasî dê kêm be, heger sembol û tawanbarên şer ji hemû aliyan ceza nebin. Li gorî vê yekê, divê prosêsa aştiyê ji hêzên Sûrî yên bibandor û kesên sûrî yên demokrat pêk were, da ku dewleteke nûjen li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û tam ava bikin.

 

 Desteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê