Asoyên Prosesa Siyasî û Prensîpa “Gavek Li Hember Gavekê”

 

Li gorî rênimayên ku ji Encûmena Asayişê derçûne, erka ku bi Şandiyê navdewletî yê taybet bi Sûriyê “ Gier Pedersen ” hatiye hilpesartin, piştevaniya pêkanîna çareseriyeke bihêz û giştgîr e. Di vê çarçoveyê de jî, pêşxistina planên kar tê,  ji bo aktîvkirina biryara Encûmena Asayişê ya hejmar 2254 bi şêweyekî giştgîr. Lê heta vê kêliyê, tu encamên berhest diyar nebûne bi sedema çend hokaran, di nav de serhişkiya rejîma Sûriyê, û helwestên cuda yên aliyên karîger li ser herdu astên xwecihî û navdewletî. Wekî bersivdanekê li ser vê rewşê, di vê dawiyê de, şandiyê taybet  bi Sûriyê hewlên xwe zêde kirin, li gorî prensîpa “ Gavek li hember gavekê “, bi hêviya ku ev metod alîkar be ji bo peşvecûna gav bi gav, li kêlek karê hevbeş li gel Komîteya Destûrî, ku herdu bi hev re wekî 2 stûnên sereke yên stratejiyeta dîplomatîk in. Ji vir, girîngiya gotûbêjkirina vê metodê û danîna wê li ser maseyê tê.

Rejîma Sûriyê astengiyên mezin dide ber her pêşketinekê di porsesa siyasî de ku li ser bingeha lêvegerên Neteweyên Yekbûyî bin, bi taybetî jî ew ên ku piştrastkirî ne di daxuyanî û biryarên Rêxistina Navdewletî de (Daxuyaniya Cenêv 2012, herdu biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî 2118, ku sala 2013an derçûbû, û biryara hejmar 2254, ku sala 2015an derçûbû). Desteya Danûstandinkar a Sûrî tekezî li ser çend xalên girîng kir, di nav wan de, dirustkirina hikumraniyeke cihê baweriyê, ku hemûyan li xwe bigire, û ne li ser bingeha tayfegeriyê be, û dariştina destûrekê, ku cudahiyê di navbera desthilatan de garantî bike û rê li pêş serdestiya her desthilatekê li hember desthilatên din bigire, li gel destnîşankirina dema serokê Komarê û desthilatên wî. Her wiha encamdana hilbijartinên azad û pak, li jêr serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, ku hemû Sûrî, bi jin û mêran ve, li hundir û derveyî welat di wan de beşdar bin.

Tevî wiha jî, piştî astengbûna prosesa siyasî ya danûstandinî sala 2016an, û hewla domandina wê sala 2017an bi sedema serhişkiya rejîmê, tiştek li pêş Desteya Danûstandinkar tunebû bike, ji bilî ku bi şêweyekî erênî û jîwarî reftar bike, li gel encamên Kongreya Diyaloga Sûrî “ Kongreya Sotşî “, di dawiya meha yekem ji sala 2018an de bêyî ku tê de beşdar bibe, û li gorî vê reftara erênî erê bike li ser Komîteya Destûrî bi herdu desteyên xwe, ya berfireh û ya biçûkkirî li jêr serpereştiya Netyeweyên Yekbûyî, ku piştî du salan dereng ma hat dirustkirin, û li ser sê sêyekên wekhev di hejmarê de hat dabeşkirin (Tîma Desteya Dansûtandinkar, Tîma Hikûmeta Sûriyê û Tîma Civaka Sivîl). Paşê Komîteyê dest bi karê xwe kir, lê piştî 8 xolan ku nêzî 2 sal û nîvê berdewam kirin, nikarîbû tek yek madeya destûrî berhem bîne.

Desteya Danûstandinkar erê kir li ser lidarxistina civînên Komîteya Destûrî li her baregeheke Neteweyên Yekbûyî li derveyî Cinêvê,  ji bo hêsankirina erka berêz Pedersen, û tu merc ji bo domandina vê prosesê danenan, lê di heman demê de tekezî kir li ser girîngiya pabendbûna bi rênimayên ku lihevkirin li ser wan  hatibû kirin di dema destpêkirina karê Komîteya Destûrî de, di nav de jî ku rejîma Sûriyê belgeyeke nivîsandî pêşkêşî lîsteya rêbaza navxwe ya birêvebirina karê Komîteya Destûrî bike, ku şand nûneratiya wê dike û ne tenê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatiye berbijarkirin, da ku ev yek bibe garantî ji bo hebûna herdu aliyên milmilaniyê li qada Sûriyê, ji tirsa ku rejîm paşê her pêşinyareke ku lihevkirin li ser bê kirin, red bike bi behaneya ku şand nûneratiya wê nake. Serbarî destnîşankirina demê ji bo xolên li pey hev, bi roj û meh, da ku Komîteya Destûrî bikaribe erkên xwe di dema destnîşankirî de biserî bike, eger na, rejîm dê bikaribe her demê xwe bide alî û prosesê bi derengî bixe,  ji ber ku lîsteyeke demê tune ye. Her wiha projeya Dsetûrê were gotûbêjkirin, û komîte li ser cewherê erka xwe bixebite, ne ku di derdora wê re bigere.

Pêşinyara rêzdar Pedersen a vê dawiyê di derbarê Prensîpa “ Gavek li hembe gavekê “, wekî rêkarekê hat ji bo çareserkirina blokkirina prosesa siyasî ya danûstandinî ya ku ji çar teweran pêk tê, û ew jî rêkareke bi hemû rehendên xwe ne zelal e, lewma jî, em vê pirsê dikin: Gelo ew projeyeke ji bo hevtêgihîştinê di navbera rejîm û opozisyona Sûriyê de ? Yan jî projeyeke ji bo hevtêgihîştinê di navbera rejîma Sûriyê û derdora erebî, navherêmî û navdewletî de? Gelo ew bi rastî dikare bibe mîkanîzmayek  be ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî dosyeya Sûriyê, û bi taybetî jî herdu biryarên hejmar 2118 û 2254? Yan jî ew çend gav in ku civaka navdewletî ber bi rejîma Sûriyê diavêje ku ji sivikkirina sizayan li ser wê bi şêweyekî beşî dest pê dikin û destpêkirina prosesa nûavakirina, da ku ew erê bike li ser pêşveçûna prosesa siyasî, û rejîm çend gavan biavêje di berjewendiya xwe de li gel welatên hevsînor û civaka navdewletî, wekî ku pedersen amaje pê dike? Ev pirsên ku hin caran dubarekirî diyar dibin, ji berdewamiya êşa gelê Sûriyê bi hemû pêgeh û nêrînên wî tên, bi taybetî jî ku rejîmê bersiv nedaye heta li ser wan destpêşxeriyên ku arasteyî wê hatine kirin ji bo destpêkirina çareseriya siyasî li derveyî Neteweyên Yekbûyî, û ji wan jî: Projeya Grûpa Sêalî (Rûsya, Tirkiye, Sûriye), ku bû çaralî bi tevlîbûna Îranê, û destpêşxeriya Urdunê, ku bû destpêşxeriyeke erebî, piştî biryarên encûmena Komkara Erebî ku tekeziyê li ser naveroka wê dikin di daxuyaniya grûpa pêwendiyê ya erebî ku di herdu civînên Eman û Qahîreyê de dubare bûn.

Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dibînin ku serkeftina prosesa siyasî, û girêdana wê bi prensîpa “ Gavek li hember gavekê ” ji hemû aliyên ku kar li ser dikin, di nav wan de jî Encûmena Asayişa Navdewletî, û Tîma Neteweyên Yekbûyî bi nûneratiya rêzdar Pedersen, û her wiha jî grûpa pêwendiyê ya erebî, dixwaze ku pabendî pîverên destnîşankirî bibin. Her wiha girîng e ku tekezî li ser girîngiya daxwazên gelê Sûriyê û hebûna wan li ser maseya danûstandinê were kirin, û neyên dûrxistin li jêr berjewendiyên navherêmî û navdewletî, ji bo garantîkirina derfetên aştiya domdar û serkeftina prosesa siyasî. Di ser de jî, divê her gavek ku bê avêtin têkeve çarçoveya cîbicîkirina giştî û tund ya biryara hejmar 2254, bi beşdarbûna opozisyona Sûriyê bi nûneratiya Desteya Danûstandinkar a Sûrî, li gel liberçavgirtina wê yekê ku prensîpên miovî mafekî gelê Sûriyê ye û divê bên cîbicîkirinê û ne cihê danûstandinê ne.  Serbarî vê yekê, divê ku wekheviya pêngavan hebe. Wate dema pêngav watedar be, û rejîm pabendî wê be bi ragirtina destgîrkirinê û azadkirina hemû girtiyên jin û mêr, û garantîkirina vegera bidilê xwe ya penaberên jin û mêr, û garantîkirina destesenekirina wan, divê pêngave li hember wê û weke wê hebe. Ji ber ku divê li hember pêkanîna her pêngavekê,  pêngaveke weke wê ji aliyê din hebe, û divê pêngavên ku rejîm wan bavêje veger ji wan tune be. Di dawiyê de, girîng e ku karê Komîteya Destûrî were aktîvkirin û prosesa siyasî were pêşxistin, li gel tekezkirinê ku ew proses divê ne tenê karê Komîteya Destûrî be, lê divê tewerên din jî li xwe bigire, her wekî Desteya Hikûmraniya veguhêz, hilbijartin û şerê teriorê.

Ji bo me, wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, zelal e ku pêşinyarkirina prensîpa “ Gavek li hember gavekê ” ku şandiyê navdewletî pêşkêş kiriye, mumkin e ku bibe hokarê başkirina rewşa Esed û asayîkirina pêwendiyan li gel rejîma wî, bêyî ku guhertineke rasteqîne û cewherî were kirin, bi taybetî jî ku Esed bergiriyekê nîşan dide li hember tevlîbûna proseseke siyasî giştgîr, ku pêk tê ji veguhastina siyasî, encamdana dadgehkirinên dadmendane, û aşkerekirina çarenivîsa girtiyên jin û mêr, û peydakirina garantiyan ji bo selametiya koçberên jin û mêr. Pêwîstiya van guhertinan bi çaksaziyên bingehîn di peykersaziya emnî ya rejîmê de, û guherînekê di stratejiyeta rejîmê ya globalîst de heye, û ev e jî ya ku Esed heta niha red dike. Serbarî vê yekê, hîç garantî tune ne ku Esed dê ji her pêngavekê venegere. Em her wiha tirsên xwe nîşan didin ku dibe destpêkirina cîbicîkirina vê stratejiyetê bi dûrxistina biqesed a opozisyona Sûriyê û gelê Sûriyê bi dawî bibe. Heta di haleta cîbicîkirina van pêngavan de, heta niha ne zelal e bê çawa ew dê bi rastî beşdarî têvedana prosesa siyasî ber bi pêş de bibin.

Ji ber vê sedemê, em daxwazê ji şandiyê navdewletî dikin ku stratejiyeta xwe ya danûstandinî ji nû ve binirxîne, ku heta niha tu berhemên wê tune bûn, û ew li rêyên altenatîv bigere ku pêhtir kara, jîwarî û rastgo bin, ji bo cîbicîkirina biryara Encûmena Asayişê ya hejmar 2254, di xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê de.

 

Komîteya Siyasî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê