Dadmendî li Hember Serdestiyê: Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê ji bo Piştgiriya Biryara  Dadgeha Dadê ya Navdewletî

 

Dadgeha Dadê ya navdewletî biryara sepandina “Tedbêrên demkî” li ser Îsraîlê daye, ji bo ku rê li ber kirina komkujiyê li Xezeyê bigire û her wiha rêgiriyê li ber handana rasterast bike. Ev biryar wek bersivdan li dozeke ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve hatibû vekirin hatiye. Her wiha Daxwaza Îsraîlê bi betalkirina dozê jî hat redkirin, û piraniya endamên komîta Dadgehê ji bo standina van tedbîran deng dan. Dadgehê tekezî li ser mafê jin û mêrên filistînî yên li Xezayê ji bo parastina wan ji kiryarên komkojiyê kir. û ji Îsraîl xwest ku ji bo pêşîgirtina li van kiryaran û dabînkirina hewcedariyên însanî yên lezgîn li Şerîda hemû tedbîran bigire. Û ferman daye Îsraîlê ku hemû tedbîran bigire ji bo rêgiriyê li van kiryaran bike û ji bo dabînkirina hewcedariyên mirovî yên lezgîn li Xezayê.

Her çend biryara Dadgeha Navdewletî ne biryarek mecbûrî ye û amûrên cîbcîkirna wê tune ye jî, Lê belê li hemberî serdestî û zoranîyê û pîvanên dualî, ew ji bona mirovatî û dadmendiyê weke mînakeke girîng tê dîtin. Lewma em weke Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriyê pêşwaziyê bi biryara Dadgeha Navdewletî dikin û piştgiriya xwe ya tam ji vê biryarê re tekez dikin, û dibînin ku ev biryar gaveke girîng e ji bo pêkanîna dadweriyê û parastina mafên mirovan li herêmê. Her wiha em spasiya xwe ji dewleta Afrîkaya Başûr re radigihînin ku pêşengiya wê di pêşkêşkirina vê dozê ji  Dadgeha Dadê ya Navdewletî û tîma wê ya mafnasiyê, û her wiha spasiya hemû welatên ku piştgirî dane vê pêngava wêrek dikin. 

Weke Tevgereke Jinan ku ji bo pêkanîna wekhevî û dadmendiyê dixebite, Em bang li civaka navneteweyî dikin ku piştgirî û piştevaniya di xebata gelê Filestînê ji bo azadî û rûmetê bike. Em daxwaza rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dikin, û çareserkirina pirsa Filistînê li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê Ku daxwaza aştî, dadmendiyê dike û Pejirandina mafên gelê Filistînê di xweçarenivîs û avakirina dewleta xwe ya serbixwe û bidestxistina aştiyeke dadmend û giştgîr li navçeyê.

 

Dadmendî ji bo hemû kesên ku rastî zilimê û êrîşan hatine

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Şemî, 27 Çile, 2024