Dawîname Kongirê Giştî yê Yekem yê Trvgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê 12-14 Çileya 2019an

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê kongirê xwe yê Giştî yê Yekem li bajarê Frankfort – Elmaniya, di 12-14ê Berçileya 2019an li dar xist.

Emîndariya Giştî ku di Kongirê Damezrênerî ku Cotmeha 2017an hat lidarxistin, hatiye hilbijartin, raportên xwe derbarê tevahiya karê xwe û çalakiyên tevgerê di qunaxa borî de, û di nav de raporta Siyasî û raporta Rêxistinî û Darayî û Ragihandinî û Çalakiyan, serbarî dîtina siyasî ku tevger li gorî wê karê xwe ji damezrandinê ta îro dike, pêşkêş kirin. Herweha behsa astengiyên ku lê pêş tevgerê di dema borî de hatine û çawaniya derbaskirina wan astengiyan, hat kirin.

Kongir tevahiya raportan gengeşe kirin û dîtina siyasî û peyroya navxweyî pesend kirin, û Emîndariya Giştî ya nû li gorî peyroya navxweyî hat hilbijartin – Herweha komîta Çavdêriyê jî hat hilbijartin.

Tevgerê tekezî li ser pabendbûna xwe bi berdewamkirina kar kir li ser:

1.            Yekîtiya xak û gelê Sûriyê, di çarçoveya dewleteke dîmuqratî firehalî, dewleta hemwelatîbûna tevahîdarane ya yeksan ji bo hemû welatiyên wê bê cudahî li ser bingeha regez û ol û netewe û her tevlîbûn yan dabeşkirinine din be, dewleteke gerentiya veguhestina aştiyane ji bo desthelatê bide bê ti şêweyî ji şêweyên diktatoriyetê, û redkirina hebûna her hêzine biyanî li ser erdê wê, û ew yek bi rêya Çareseriya Siyasî li jêr sîwana Daxuyaniya Cinêvê û biriyarên Neteweyên Yekgirtî yên peywendîdar be.

2.  Gehiştin bo destûrekî gerentor ji bo mafên welatiyan, û peydakirina jîngeheke aram û bêlayen weke kevirê bingehîn ji bo pêkanîna her piroseyeke rêfrandomê yan hilbijartinan ku ji Desteya Hukumdar ya Veguhêz tê xwestin.

3.  Pabendî bi hewldanê ji bo gerentiya hemwelatîbûna wekhev ji bo hemû Sûriyan di destûr û yasa û siyasetan de bê cêwazî li ser ti bingehî û danîna mîkanîzmên ku gerentiya bicîkirina wê yekê dide.

4.  Hewldan ji bo hebûna jinê bi hemû astên standina biriyarê bi yeksanbûnê li gel mêr. Û peydakirina mîkanîziminan ji bo gerentiya bicîkirina KOTAya pêşiniyarkirî bi rêjeya herî kêm (30%).

5.  Doza girtiyan, windakiriyên bi neçarî,  li ser destê Rêjîmê û aliyên din ên milmilaniyê, weke dosiyayeke siyasî mirovî ye ku divê beriya her pêngavê were çareserkirin ji bo peydakirina jîngeheke ewleh û bêlayen. Serbarî bibîrxistina berdewamiya girtinê ji aliyê Rêjîmê li navçeyên ku desthelata xwe li ser vegerandine, û navçeyên din ku tê de heman binpêkirin li ser destê alîne din têne kirin

6. Balkişandin li ser kiriyarên Rêjîmê û yên aliyên din ên derbarê neçarkirina beşdariyê di milmilaniya leşkerî de, ku jihevxistin û azarên Civaka Sûriyê bihtir dikin û bi taybet yên jinan.

7.   Girêdana dubareavakirinê û pêngavên pêve girêdayî bi pêngavine piraktîkî û rasteqîne û bawerpêkirî berev Veguhestina Siyasî

8.    Eşkerekirina kiriyarên guhertina dîmuxrafî ya rêbazkirî ku Rêjîm pêk tîne (Yasaya jimare 10). Û aliyên din ên tevlîdar di milmilaniyê de derbarê rênedan ji bo sivîlan da ku vegerin navçeyên resen ên niştecîbûna xwe.

9.            Peywendî û hemahengî li gel hemû navçe û bajarên Sûriyê bê ku hêzên desthilatdar ên dîfakto û bi taybetî Rêjîm werin beçavbirin, û encamdana awane netundûtûjiyane ji bo şerê diktatoriyetê bi hemû şêweyên wê ji bo bicîkirina azadî û rûmet û dîmuqratiya tevahiyane û mafên mirovan di nav de mafên jinê jî.

10.   Redkirina siyasetên vegerandina bi neçarî derheqê penaberan beriya ku jîngeheke ewleh û bêlayen were peydakirin, bi mercê ku xwebexşane be. Û xistina fişarê li ser desteyên navdewletî û hikûmetan ji bo başkirina rewşa ku tê de dijîn û bi taybetî bêparkirina wan ji xizmetguzariyên sereke û mafê xwendinê.

11.   Dosiyaya vegera penaberan weke dosiyayeke siyasî ne cihê istixlal û bikaranînê were binavkirin.