Daxuyanî derbarê helwesta Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji Komîteya Destûrî ya Sûriyê

Komîteya Destûrî ya Sûriyê tevî hemû pêşekiyên tê re derbas bû, ji dem û nakokî û lihevkirinan, hat avakirin, di dawiyê de li jêr serpereştiyeke kara û rasteqîne ya Neteweyên Yekgirtî, û bi bandor û destwerdana welatine beşdar di şerê Sûriyê de ku hîn li ser xaka Sûriyê digere, hat encamdan, serbarî ku di dema ragihandina Komîteyê de nezelalî û lawazbûn ji gelek aliyan ve ku dê Komîteyê berev hewleke cidî di stûnên çareseriya siyasî ya çaverêkirî de bibe, hebû, helwesta Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê weha ye ku destûr û tişta pê ve girêdayî gerek xelatkirinek be berev çareseriya siyasî, û ne tenê pênagava wê ya yekem be, bi taybet ku Rêjîmê rojekê ji rojan destûra ku li gorî berjewendiyên xwe nivîsandiye jî bicî nekiriye.

Pêngavên avakirina baweriyê û berbelavbûna jîngeheke ewleh û bêalî gerek destpêkên bingehîn bin ji bo rêyeke srûştî û rêyalist û mirovî ji bo her çareseriyeke siyasî di pêşerojê de. Eger di nêzîktirîn dem de bicî nebû, dê baweriya Komîteya Destûrî û Neteweyên Yekgirtî bîne pêş tehediyekê derbarê baweriyê û armanc ji avakirin û cidiyeta wê.

Herweha em tekeziyê dikin li ser lêvegera daxuyanameya Cinêvê û biryarên Neteweyên Yekgirtî yên peywendîdar, û giringiya stûnên wê û bi taybet Veguhestina Siyasî ya gerentîdar bi sponserî û serpereştiya Neteweyên Yekgirtî, ku bê wê yekê dê tu bandor ji bo bidawîkirina kuştingeha Sûriyê de, nebe.

Li pêş berpirsyaretiyên me yên niştîmanî, û di serî de bidawîkirina azarên gelê me û berdewamiyê berev çareseriyeke siyasî ku hêviyên welatiyên Sûriyê pêk bîne, em piştevaniya Komîteya Destûrî di çarçoveyekê de ku weke alavekî ye ji bo livandinê berev Çareseriya Siyasî, herweha weke rexnevan û hander û çavdêr û rastker ji karê wê re, û li gorî wê yekê ku hewlnedan di stûn û rêyên din de ji bo çareseriya siyasî belgeyeke eşkere ye ji bo sernexistina karê Komîteya Destûrî yan bikaranîna wê weke alav ji bo bazdanê ji şayisteyên rasteqîne û bi xwe re jî banga baykotkirin û vekişanê dema ew yek pêwîst be, em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de tekeziyê li ser vê yekê dik:

·       Gerek mîkanîzmên kar û çavdêriya Komîteya Destûrî bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî yan tîmek bi nave wê serpereştî û nirxansina karê wê bike؛

·       Giringiya hebûna mîkanîzimnan ji bo parastin û gerentiya ewlekariya endamên Komîteya Destûrî û malbat û kesûkarên wan û herweha aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku ew endamên wan e, û gerentiya azadiya livûtevgera wan ji bo peywendiyê bi hemû pêkhateyên Sûriyê re, herweha em tekeziyê li ser giringiya şermezarkirin û sizadana her kesê ku van mîkanîzman binpê bike, dikin؛

·       Giringiya tevlîkirina çaksaziya yasayî, di yek selikê de, ku li gel destûra nî bugunce؛

·       Berdewamiya me di piştevanî û palpiştiya helwestên ku piştevaniya jinê di Komîteya Destûrî de dikin؛

·       Metirsiya pêngavên ku encamên berçav bi xwe re nahînin, dibe ku ew yek tenê destpêk be ji bo teqîneke dijwartir.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê dê bi rola xwe di piştevanî û çavdêriya karê Komîteya Destûrî de rabe, serbarî pêşekariya helwesta wê di vê yekê de:

–       Piştevaniya kar li ser destpêkinan ku derveyî çarçoveya siyasî û jor danûstankarî ne, mîna serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan û vegera hin bi hin ya ewleh û jiberxweveyî bi gerentiyan ji bo kesê ku dixwaze vegre؛

–       Kar li ser rê û stûnên din ên Çareseriya Siyasî, û ew yek weke nîşan werin berçavbirin li ser cidiyeta hemû aliyan ji bo gehiştinê bo Çareseriya Siyasî ya tevahîdarane ya ku divê hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne li gel gerentîne rasteqîne ji bo bicîkirina wê.

–    Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz ji hemû beşdarbûyan dike ku ji hemû nakokî û helwestên pêşdem, mezintir bin, ji bo berhevkirina destûreke pêşketî, gerentiya dewleta Sûriyê li ser prensîpên dîmuqratiyê û hemwelatîbûna wekhev dide ku hêjayî gelê Sûriyê ye piştî van hemû azaraên ku tê re derbas bûye û hîn jî derbas dike, tenê ji ber ku ew daxwaza xwestekên her miletî li cîhanê ji azadî û rûmetê dike.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Şemî 26ê Cotmeha 2019an