Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Derbarê destdirêjiyan li ser çalakvanên Civaka Sivîl

Çalakvana sivîl Rîm Elnasir li bajarê El-Reqayê rastî bûyereke destdirêjiyê tund ji aliyê girûpeke çekdar bi ser desthilata Dîfaktoyê ve roja 14ê Sibata 2019an hat, ew bajarê ku niçteciyên wê rastî hemû corên binpêkirinê ji aliyê Rêjîma Esed û hêzên Dîfaktoyî yên ku hîn desthilata xwe li ser bajêr ta weke îro jî feriz dikin, hatine. El-Reqa yek ji bajarên ku rêxistinên Civaka Sivîl tê de di salên borî de çalak bûn.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de van destdirêjiyan li ser çalakvanên çivaka sivîl li El-Rewqa û li hemû xaka Sûriyê ji aliyê hêzên kontiroldar yên ku binpêkirinên wan ne cuda ne ji bipêkirinên hovane rêbazkirî ku Rêjîma Esed ji bo bidawîkirina Tevgera sivîlane aştiyane bikar anî ji girtin û içkencekirin û tirsandin ji bo rêgirtin li ber berdewamiya tevgera sivîlane aştiyane, şermezar dikin, yek ji bingehên bihêzkirina prensîpên karê civakî û mafperwerî û bi taybet di sîbera nîrên ku hemû navçeyên Sûriyê tê re derbas dibin ew e ku dema tevgera sivîlane pencemora xwe bicî bike ji bo sivikirina bandorên çenga têkder bi rêya peydakirina xwendinê û avakirina karînan û pêşkêşkirina çalakiyên civakî bi taybet ji bo jin û zarokan.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê van kiriyaran li dijî çalakvanan weke astengkirin ji bingehên civaka sivîl ya ku hewla bicîkirina prensîpên aştiyê di civakeke ku çengê ew westandiye, dibîne, û em bang li gelê xwe û li her kesê ku bawerî bi Şoreşa Azadî û Rûmetê anî dikin ji bo şermezarkirina van destdirêjiyan bê ku nasnameya pêkînerên wan binpêkirinan were berçavbirin.

Herweha Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên xwedî bandor di Dosiyaya Sûriyê de û welatên Gerentor û welatên hevpeymanên hêzên Dîfaktoyî dikin ku li ser van binpêkirinan rawestin û berpirisiyaretiya parastina sivîlan li wan bigrin û rê bidin çalakvanan ji bo karê sivîl bi azadî li navçeyên jêr desthilata wan û giringiya nerizgarkirin ji siza û cezayê.

Dilovanî ji bo Pakrewan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo Gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

19ê Sibatê, 2019