Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê Kongirê Soçî

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê tekeziyê li ser pabendiya xwe bi çarçoveya Rewatiya Navdewletî, ango biriyarên Neteweyên Yekgirtî û bi taybetî biryara 2254 û Daxuyanameya Cinêv1 û hemû biriyarên peywendîdar dike.

Tevger herweha dibîne ku çarçoveya Cinêvê ya danûstandinê çarçoveya bêlayen e ku rewatiya pêwist ji bo her çareseriyeke siyasî, dibe ku hêviyên Gelê Sûriyê di Veguhestina Siyasî de, ji Rêjîma Dictator bo Rêjîma Dîmuqratî firehalî, li ser bingeha hemwelatîbûna yeksan û gerentiya mafê hemû welatiyên Gelê Sûriyê, ji mêr û jinan, peyda dike.

Tişta ku îro bi navê rastîzma siyasî tê amadekirin, mîna çarçovene şûndar, û hewlên veguhertina serûbinî ji bo piroseya siyasî, bi taybet kongirê ku biryar e li Soçî were lidarxistin, tu encaman ji tevlîhevî û beravêtîkirina hewlên navneteweyî, û windabûna mafê Gelê Sûriyê nadin. Astem e ku kongirekî niştîmanî were lidarxistin û destûekî nû were berhevkirin, û hilbijartinine pak werin encamdan, dûrî jîngeha ewleh bêlayen ku rêbide hemû pêkhateyên Sûriyê ta ku beşdariyê di avakirina pêşeroja welatê xwe de bikin.

Pêdagîriya me bi biriyarên Rewatiya Navdewletî wateya pêdagîriya me bi naveroka wê ye, mîna giringiya hewldanê ji bo destpêkirin bi proseyeke siyasî bi serkirdayetiya Sûriyan ku desthilateke xwedî bawerî netayifî were avakirin, û serpereştiya berhevkirina destûrekî nû û hilbijartinên azad û pak bike, ku bersiva daxwaziyên desthilatmendiyê û bilindtirîn pirensîpên navdewletî bide, bi beşdariya hemû Sûriyan, ev yek bi tenê dikare daxwaziyên Gelê Sûriyê pêk bîne, û rewatî û baweriyê ji Sûriyan û ji Civaka Navdewletî bi timamî wergire.

Em bang li Neteweyên Yekgirtî dikin ku bi berpirisiyaretiya xwe rebe ji bo pêşxistina Çareseriya Siyasî li jêr sîwana Rewatiya Navdewletî, û bi tund li dijî hewlên kişandina Civaka Navdewletî ji bo pejrandina siyaseta dîfaktoyî û ketin di nava lihevkirin û sazişan li ser pişta Gelê Sûriyê, derkeve, ango piştguhkirina azar û qubaniyên gelê me, û ew yek berovajiyê hemû peyman û rêkeftinên navdewletî ye.

Em ê dilsoz bimînin, û bimînin dilsoz ji piernsîpên Şoreşa Rûmetê re ku gelê me ji bo wê derket, û em ê xebatê ji bo avakirina dewleta dîmuqratî firehalî nû bikin, çendîn dem dirêj jî bike.

26ê Berçileya 2017an

Emîndariya Giçtî ya

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê