Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê rewşa Parêzgeha Idlibê

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê ji nêzîk û bi fikar rewşa Idlibê û gundewarên wê li Bakurê Rojavayê Sûriyê, dişopîne, weke gurkirina leşkerî ji aliyê Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rosî, ku ew yek ji destpêka zincîrekê ji hilmetên leşkerî ku armanca navçeyê ji 26ê Nîsana 2019an ve kiriye û ta çend mehan dirêj kir û ta hatina sala nû jî domant, ya dirindtirîn e, Me`ret El Nu`man ku duyem mezintirîn bajarên Idlibê ye, û rêya M5 hatin desteserkirin, herweha bajarê Seraqib û Cebel El Zawiye û Erîha jî di çarçoveya hewlên Rêjîmê ji bo desteserkirina van bajaran û çemandina wan û kontirolkirina wan piştî rûxandinê, bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê amaje bi wê yekê dike ku Rêjîmê her çar rêkeftinên agirbestê ku bi dirêjahiya salên borî li Bakurê Rojavayê Sûriyê lihevkirin li ser hatin kirin, binpêkirin, ya herî dawî jî rawestandina şer û ragihandina agirbestê bû ku 10ê Çileyêya 2020an hat ragihandin di nav de jî êrîşên asmanî û bejayî, bi armanca rêgirtin li ber qurbanîkirina hejmareke din ji sivîlan û rûnedana pêleke nû ji derbideriyê, em dixwazin amaje bi wê yekê jî bikin ku Rûsiya ku weke aliyekî gerenor ji bo agirbestê ye, bejdariyê di binpêkirinê de bi rêya piştevaniya xwe ya asmanî û leşkerî ji bo Rêjîmê, dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê berdewamiya binpêkirinên berçav ji mafên microvan re û tawanên dirinde ku dighin asta tawanên cengê ku Rêjîm û hevpeymanê xwe yê Rosî encam didin, şermezar dike, Rêxistinên Mafperwerî bihtir ji 60 komkujiyan li navçeyê tomar kirine, hin ji wan piştî derbasbûna rêkeftina agirbesta vê dawiyê di warê cîbicîkirinê de, ango ji 12 ta 27ê Çileya 2020an, hatine encamdan.

Hilmeta leşkerî ya vê dawiyê ku Rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rosiyê ji Berçileyê ve encamp dide, bû sedem ku bihtir ji 350 hezar kesî ji başûrê Idlibê berev navçene bakur derbider bibin, li gorî raportên Neteweyên Yekgirtî dibe ku ev qunax ya herî ewlekarî jî be, di nava van derbideran de 38 hezar kes navbera 15 û 19ê Çileyê de reviyan e, piraniya wan ji rojavayê Helebê ne.

Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di raporta xwe ya 27ê Çileyê de hatiye belavkirin, gotiye ku ji destpêka rêkeftina agirbesta Rosî Turkî di 12ê Çileya 2020an de ta niha herî kêm 87 sivîl hatine kuştin, û êrîşeke asmanî ji aliyê Rêjîma Sûriyê roja Çarşemê, 15ê Çileya 2020an hat encamdan; Li gorî raportê ku ji ber wê êrîşê 22 sivîl hatin kuştin, dinav wan de du zarok, û endamekî Berevaniya Sivîl a Sûriyê hebûn, herweha derdora 68 kesên din jî birîndar bûn, li gorî raportê ku ev komkujî ji aliyê ziyanên mirovî ve ya herî mezin e, û tenê piştî sê rojan ji ragihandina agirbestê tê.


Em dixwazin amaje bi wê yekê jî bikin ku ji sê meliyon nişteciyên Idlibê, derdora nîvî koçberkirî û derbiderên ji parêzgeh û bajarine din ên Sûriyê ne, armanckirina Idlibê tê wateya dubare koçberkirina wan, herweha berdewamiya hilmetê tê wateya bihtirkirina hejmara qurbaniyan û rûxandinê û me li pêş karesateke mirovî nû li Idlibê datîne, ew ew karesat serbarî rewşên diltezîn yên sivîlan li wir û nebûna pêdiviyên sereke yên jiyanê weke av û gerimahî û serşokan, dibe.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê daxwaza xistina fişarê ji Civaka Navdewletî û Encûmeta Ewlekariyê dike ji bo rawestandina yekser ya her coreke êrîşan li dijî sivîlan û armancên sivîl, û her bikaranîneke bêserûber ya çekan, dinav de jî toparankirin û bombenarankirin, herweha daxwazê ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û rêxistin û desteyên wê dike ku yekser bilivin û li vê karesata mirovî ji koçberkirina bi deh hezaran ji sûriyan ku piraniya wan zarok û jin in, ji navçeyên xwe berev navçenene aramtir birêketin û li çolan hatin hiştin, xwedî derkevin. Tevger herweha daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê û Neteweyên Yekgirtî dike ku tedabîrên xwe ji bo parastina sivîlan û dabînkirina derwazeyan ji bo derbaskirina alîkjariyên mirovî û pizîşkî û pêdiviyên sereke yên jiyanê ektîv bike, herweha daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û rêxistin û desteyên wê û Encûmena Ewlekariyê dike ku fişarê ji bo dabînkirina derwazene aram ku gerentiya silametî û parastina sivîlên ku dixwazin biçin navçene aramtir bike, bixin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê banga standina biryareke navneteweyî ji bo çespandina agirbestê li Idlibê, û gerentiya sizadana hemû binpêkerên agirbestê dike, û banga veguhestina Dosiyaya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizadana hemû aliyên destên wan di nav de hebû, dike, dinav de jî Rêjîma Rosî nexasim piştî ku bejdariya Rosiya di encamdana tawanine cengî de hat piştraskirin.

Di dawiyê de Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê berpirisyaretiya komkujiyên rastî Sûriyê û gelê Sûriyê tên li Neteweyên Yekgirtî digre, û daxwazê ji Welatên Gerentor dike ku bi berpirisyaretiya xwe derbarê pabendiyê bi rêkeftina hatiye imzekirin, û bi dûrxistina sivîlan ji her operasiyoneke leşkerî, rabin.

Û banga livandinê li Neteweyên Yekgirtî û Encûmena Ewlekariyê û Civaka Navdewletî ji bo rawestandina yekser ya vê hilmeta dirinde û ektîvkirina proseyeke siyasî ku çareseriyeke siyasî tevahîdarane li gorî daxuyanameya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 û rawestandina van hilmetên leşkerî derheqê Gelê Sûriyê de, bi xwe re encam bide, dike.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Duşem 3ê Sibata 2020an