Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê derbarê siyasetên derkirina bi neçarî ya Sûriyan

Hevdemî nûçeyên bi fikar derbarê rewşa Sûriyan li Turkiyê, û nûçeyên bi belgene nivîsandî û tomarkirî bi vîdiyo derbarê derkirina bi neçarî ya Sûriyan ji bo navçene ne aram li Bakurê Sûriyê, û tişta ku rastî wan tê mîna cudakirina wan ji malbatên wan, û berçavnebirina rewşa wan ya taybet, û nedana tu demê ji bo wan ta ku xwe ji bo çûnê amade bikin, wê yekê bi xwe re jî hin girtin li Sûriyê, û hewline derbasbûneke nerewayî bo Turkiyê ku herî kêm du kes hatine kuştin, encam dan.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê fikara xwe li ser vê rewşê nîşan dide, û amaje bi vê yekê dike:

– Nebûna tu siyaset û planaên vegerê bo navçene aram û gerentiyên ku rastî girtinê neyên.

– Bicîkirina siyaseta vegera bi neçarî û yekser bê dana derfetê ji bo serastkirina rewşên xwe.

– Wîlayeta Istenbolê û Neh wîlayetên din ên sînorî bi Sûriyê re tomarkirina penaxwazên nû rawestand.

– Sîstema rêpêdan ji bo çûnûhatinê li Turkiyê ji bo Sûriyên tomarkirî dihêle ku Sûriyên netomarkirî nikaribin ji parêzgehên sînorî biçin navçene din ên Turkiyê ji bo tomarkirinê.

– Nedana erêkirina kar ji bo Sûriyan heta ku karê wan rewayî be, rê dide berdewamiyê bi siyaseta derkirinê ji bo kesên nepabend, tevî ku ew kes bi fermî tomarkirî jî bin, herweha rê ji bo istixlalkirina wan li cihên kar bi behaneya bikarkirina wan bi şêweyekî nefermî vedike.

– Hîn Sûriyên li Turkiyê dimînin bê belgeyên penaberiyê ne, li wan weke mêvan tê temaşekirin, ew yek jî derfetê ji bo rewşeke bi fikar û encamnenas vedike, û nayê pêşbînîkirin wê berev kû derê ve biçe, ew yek jî li gorî pêşhateyên siyasî û leşkerî li Sûriyê dimîne.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê van tedabîran şermezar dike, û tekeziyê li ser vê yekê jî dike:

-Turkiye di pleya yekem ya hebûna penaberan li ser erdê wê de ye, derdora sê meliyon û nîv Sûrî lê dimînin.

– Giringiya yasakirina hebûna Sûrî li Turkiyê di çarçoveya planeke zelal û şûngir de ji bo serastkirina rewşa Sûriyên li Turkiyê dimînin, ew yê tê wateya rêzgirtina prensîpa venegrandina bi neçarî û nebûna metirsiyê li ser penaberan bi rêya dubare derkirina wan bo navçeyên milmilaniyê ku ew jê reviyane, ku wê careke din deriyê metirsiya pêkanîna tundutûjî û işkenceyê derheqê wan veke û dê jiyan û azadiya wan têkeve metirsiyê de.

– Turkiye pabendkiriye bi rêzgirtina prensîpên navdewletî yên girêdayî bikaranîna hêza kujer û mafê jiyanê û nekuştina penaberan di demê ku hewl didin derbasî Turkiyê bibin, di nav de jî qedexekirina danûstandin bi şêweyekî nemirovî yan nepîşeyî li gel tu kesî.

Em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de tekeziyê li ser wê yekê dikin ku tundutûjiya derheqê penaberên Sûriyê tê bikaranîn û rênedan ji bo derbaskirina sînor berev Turkiyê, netenê Turkiyê berpisyaretiyê hildigre, lê belê ew yek ji encama siyasetên Yekîtiya Ewropayê ye, û girtina sînor di rûyê kesên ku ji şer reviyane de, û dana pereyan da ku ew penaber li welatên cîran ji Sûriyê re bimînin, yan vegerandina wan bo Sûriyê (Ew yek rojane tê serê Sûriyên li Libnanê dimînin). Herweha siyasetên Neteweyên Yekgirtî yên paşketî derbarê penaber û parastina wan, û pêşkêşkirina her pêwistiyê ji bo vegera geşekirina jiyana wan û wergirtina sînorên mirovahiyê yên pêwîst ji bo jiyanê, herweha nepabendiya welatan bi sozên xwe yên taybet derbarê pêşwaziya penaberan bi rêya “dubareniştecîbûnê” bi hemahengî li gel Komisiyariya Karûbarên Penaberan.

Em tekeziyê li ser mafê Sûriyan di gera ji bo jiyaneke ewleh dûrî metirsiya toparankirin û girtinê di çarçoveya nebûna jîngeheke ewleh û bêalî li Sûriyê, dikin, ev yek jî di Rêkeftina sala 1951ê de ya taybet bi rewşa penaberan û di Belgenameya Navdewletî ya penaberan bi parvekirina berpirsyaretiyê di parastina penaberan û dabînkirina jîngeheke ewleh û xwebexş ji bo wan de, hatiye

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û revandiyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbûha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Pênşem 14ê Tebaxa 2019an