Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Di Roja Cîhanî a Jinê de





















Daxuyanî
ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Di Roja Cîhanî a Jinê de

 

Îro
û tevî vejanda hemû cîhanê ji Roja Cîhan a Jinê re, ji sê hefteyan ve jinên
Xûtayê li gel zarokên xwe di jêrzemînan de dijîn, ji tirsa dengê hemû corên
çekan ku bi ser wan de bê rawestan dibarin, dilerizin. Dayik zarokên xwe yên ji
tirsan dilerzin himbêz dikin û hewl didin tevî metirsî û tirsê wan razînin, û
tevî birçîbûnê ji ber kêmbûna xwarinê, tevî êşê ji ber kêmbûna derman, tiştek
di destê wan de ji bilî duaayan tuneye, û banga civakeke navdewletî ku guhên
xwe ji demeke dirêj ve ji bihîstina dengê wan dayikan girtiye.

Jinên
Xûtayê yên sebirdar û xebatkar yên ku tevî bombebarankirina bêserûber, ku tê de
hemû corên çekan ên qedexekirî li ser asta navdewletî mîna çekên weşîyî û
napalim û gaza kilorê, bi lehengî li jêr bombebaranê radiwestin, xwarinê ji bo
xelkê made dikin, û di navbera jêrzemînan de ji bo çareserkirina birîndaran
digerin, bi hemû şiyanên xwe hewl didin alîkariya 400 hezar dorpêçkirîyî di
hindirê Xûtayê de bikin, birçîbûn û nexweşiyê ji çend salan ve ew westandine.

Di
vê rojê de, em êş û azara jinên Xûtayê roj bi roj dijîn, kêlîk bi kêlîk, û em
jinên Sûriyê yên li Efrînê di heman azarê de dijîn ji bîr nakin,  û hemû jinên din ên Sûriyê ku di bizdandineke
hevşêwe de li hemû bajarên Idlibê dijîn, berdewam li asîmanan dinerin, ji tirsa
ku hin balafir asîmanên wan ji nişkîve derbas bikin û
gilokên mirinê bi ser wan û bi ser zarok û kesûkarên
wan de bibarînin.

Cîhan
ahengan li dar dixe, û jinên Sûriyê di bizdandineke hevşêwe de li Şamê û li
sranserî Sûriyê dijîn, û dilşewatî û keserkişandinê li ser jidestdana kesûkar û
dostan û cih û waran û ewlekarî û cêgîriyê, û tinebûn û qehr û rewşên nemirovî
di kampên penaberiyê de dijîn.

Cîhan
ahingan li dar dixe di demê ku bi hezaran jinên Sûriyê yên girtî hene rastî
kirêtirîn corên binpêkirinan tên, mejiyê mirovekî bîrewer nikare wan corên
binpêkirinan bîne ber çavên xwe. Îro û bi navê xwişkatiya jinan em bang li hemû
jinên cîhanê dikin ku di ahingên vê rojê de azarên jinên Sûriyê bînin bîra xwe,
û di ahingên xwe de xulekeke bêdeng weke xelatkirin ji xebata xwişkên xwe li
Sûriyê, û li seranserî cîhanê ku jin di siya şerine dijwar û hejarî û birçîbûn
û qehr û tundûtûjî û bikaranînê de dijîn, rawestin.

Herweha
em bang li hemû hêzên cîhanê yên azad dikin ku piştevaniya gelê me yê stemxwar
bi jinên xwe û mêrên xwe û zarokên xwe, bike.

Em bang li Civaka Navdewletî dikin ku ji bêdengî û
bêxemiya xwe derbarê karesata gelê me derkeve û fişarê bixe da ku ev komkujiyên
kirêt ku derheqê gelê me ji heft salan ve tên encamdan werin rawestandin, ne
tenê xistina fişarê ji bo bicîkirina biriyara 2401 ya sala 2018an, lê belê ji
bo rawestandina vî şerê dîn û vegerandina Sûriyê bo bejaya aramiyê bi rêya
bicîkirina hemû biryarên girêdayî Sûriyê û di serî de Cinêv 1 ya sala 2012an, û
biriyara 2254 ya sala 2015an, û biriyara 2118 ya sala 2013an, ji bo çesipandina
agirbestê û bicîkirina Veguhestina Siyasî û rêpêdana derfetê ji bo Sûriyan ji
bo avakirina dewleta xwe ya azad a dîmûqratî li ser bingeha dadwerî û yasa û
hemwelatîbûna yeksan.

Û
em bang li Civaka Navdewletî dikin ku bi berpirisiyaretiya xwe ya mirovî û
reweştî rabe bi rêya palpiştiya hemû miletên lawaz û rahiştina tolhildanê li
ser wan, û bicîkirina hemû belgename û biriyarên navdewletî yên ku wê mafên
desteserkirî bo miletan bi giştî û bo jinan bi taybetî vegerînin.

Em
weke jinên Sûriyê em cejna xwe navejînin lê em ê bi xweragirî rawestin, em ê
birînên xwe biguvêşin, û em ê xebatên xwe berdewam bikin ji bo bicîkirina
hêviyên ku gelê me ji bo wan deketibû şoreşa xwe, û ji bo bicîkirina dadwerî û
azadî û rûmet û wekheviyê bo her welatiyekî Sûrî mêr be yan jin be.

 

Bijî
Sûriye

Bijî
gelê Sûriyê yê xweragir

Bijî
jinên Sûriyê yên xebatkar

Azadî
ji bo jinên Sûrî û yên hemû cîhanê

Emîndariya
Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê