Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê di Roja Cîhanî ya Jinê de

Vejandina Roja Cîhanî ya Jinê hevdemî bîranîna Şoreşa Sûriyê ya ku derbasî sala xwe ya nehan dibe tê di demê ku hîn jina Sûriyê li jêr diktatoriyeteke siyasî û aborî û civakî binpêkirî dijî, û hîn dinavbera rashatina wê ji coracorên tundtirîn şêweyên tundutûjî û stemkarî û piştguhkirina maf û rûmet û vîna wê, heta di mirovatiya wê de jî ji aliyê rêjêmeke dijwar ku welatê wê jê didize, û girûpine tundirew, û dinavbera metirsî û fikar û azaran de yên dibe ku bighin asta astengkirin li wlatên penaberiyê de.

Roja Cîhanî ya Jinan careke din li ser jinên Sûriyê tê û bihtirî 20 hezar ji wan jinan bi tawankariya rêjîm û terorê hatine kuştin, û bihtir ji 7 hezar ji wan jinan hîn di zîndanên rêjîmê de ne, û bihtir ji 5 meliyonan ji jinan di hinder û derveyê Sûriyê koçberkirî ne, û ev roj li ser jinên Idlibê re tê hevdemî berdwamiya bombebarankirinê ji aliyê Rêjîma Hovane ve ku di encamê de bihtirî 100 hezar sivîlî piraniya wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dane, û hevdemî berdewamiya stemkarî û binpêkirinanê ku li dijî jin û malbatên wan ji aliyê girûpên terorist û tundirew ve mîna Cebhet Tehrîr ElŞam tê.

Herweha Roja Cîhanî ya Jinê hevdemî berdewamiya binpêkirinan derheqê jinên Sûriyê tê, di nav wan ya ku nav lê tê kirin Twanên Rûmetê, ku yasaya Sûriyê lê xwedî derdive bi rêya sivikirina tawanê li ser pêkîneran, ku bûye kiltûreke civakî komên coracor yên civakî û siyasî bi xwe re birine welatên derdor û nançeyên derbideriyê.

Tevî wê yekê jî jina Sûriyê ji danê ranewestiya û ji xweragiriyê venegeriya, mîna destpêka Şoreşê, ku di navenda tevgerê de mil bi mile mêre Sûriyê rawestiya, û bû mînakeke şoreşgêrî ku serbilindahî di her qunaxekê ji qonaxên xebatê ji bo azadî û rûmet û dîmuqratiyê pê tê kirin.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi jinên Sûriyê û qurbanî û xebat û hewlên wan serbilind e, û em di Tevgerê de tekeziyê li ser rawestandina xwe tenişt jinên Sûriyê di şoreşê de li dijî diktatoriyetê dikin, û em soz didin her jineke Sûriyê ku em di kar de bi rastî û dilsoziyê ji bo jinavbirina hemû rêgiriyên siyasî û civakî yên ku dibin asteng di bidestxistina hemû mafên siyasî û civakî de berdewam in, û hewlên me bi hevdemî li ser asta bihêzkirina jinê û bilindkirina asta nûneratiya jinan li ser herdu astên siyasî û civakî berdewam in, û bihêzkirina cihên wan ta gehiştin bo cihên sazkirina biryarê, ji bo bicîkirina jiyana bi rûmet ewleh ji bo wan û gerentiya hemû mafên wan, û ev hew kar ji bo rûbirûbûna hemû şêweyên tundutûjî û ciyawaziya li ser bingeha corê civakî li xwe digrin.

Hevdemî vejandina cîhanê bi Roja Jinê em daxwaza rawestandin û piştgêriyê bi jina Sûriyê re di şoreşa wê de li dijî diktatoriyet û stemkariyê li cîhanê dikin bi rêya xistina fişarê li ser Civaka Navdewletî û Rêxistinên Cîhanî û dezgehên wê yên mafperwerî û mirovahî ji bo rawestandina her corê tundiyê li dijî sivîlan li Sûriyê û parastina wan ji binpêkirina Rêjîmê bi rêya bicîkirina hemû biryarên navdewletî girêdayî Sûriyê û di serî de Daxuyanameya Cinêv1 ya sala 2012an, û biryara Encumena Ewlekariyê 2254 ya sala 2015an, û biryara 2018 ya sala 2013an, û kar li ser çespandina agirbestê û bicîkirina Veguhestina Siyasî û rêpêdan ji bo Sûriyan ji bo avakirina welatê xwe yê azad dîmuqrat li ser bingeha dadwerî û yasa û hemwelatîbûna wekhev û bicîkirina hemû rêkeftin û lihevkirinên navdewletî yên ku daxwaza yeksanbûnê dinavbera jin û mêr de dikin.

Di vê rojê de, silav û rêzgirtin jo bo jina Sûriyê li Sûriye û li kampan û li bajarên penaberî û şepirzebûnê, û ew di xebata xwe ji bo mafê gelê xwe yê dadwerane de berdewam e. Bijî Heştê Adarê rojeke Cîhanî ji bo rêzgirtin û bilindnirxandina jinê û rola wê ya mirovahî destpak.

Dilovanî ji bo Pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo Gelê me yê giranbuha

Û azadî ji bo jinên Sûriyê û hemû jinên cîhanê

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

8ê Adarê, 2019