Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Piştevanî û piştgêrî ji bo Desteya Danûstankar a Sûriyê
- updated: December 10, 2019
- |
Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê piştevanî û piştgêriya biryara Desteya Danûstankar a Sûriyê dike bi redkirina beşdariyê di kongirê ku biriyar e li Soçî de were lidarxistin de, tevî hemû fişarên ku li ser hatine kirin, ku bi yê yekê li dengê cada Sûrî û bangên aliyên wê yên siyasî û sivîl xwedî derket.
Desteya Danûstankar bi vê helwesta xwe daxwaziyên Hêzên Şoreş û Opozisiyona Sûriyê derbirandin, û Desteyê omîdên Gelê Sûriyê û hêviyên wî bi bicîkirina daxwaziyên şoreşa wî di azadî û rûmet û dadweriyê de, derbirandin, bi taybetî piştî xwendina dawînameya Soçî, ku tê de mana Rêjîma Tawankar li Sûriyê rewayî dike, û berdewamiya desthilata wê Rêjîmê li ser Gelê Sûriyê bi hesin û agir.
Desteya Danûstankar bi xweragiriya xwe li pêş fişarên navdewletî da xiyanîkirin ku ew kulûxemên Gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî ve, hildigre, û pêdagîr e li ser bicîkirina Veguhestina Siyasî ya rayekî ji Rêjîma Diktator bo Dewleta Dîmuqratî Firehalî ya Nû, û pêdagîriya xwe bi çarçoveya Cinêvê ya danûstandinî û biriyarên Rewatiya Navdewletî, di serî de daxyanameya Cinêv1 û biryara 2254 nîşan da, ku behsa Veguhestineke Siyasî bi timamî, û destûrekî bi destê Sûriyan were nivîsandin, û hilbijartinên ku di jîngeheke ewleh bêlayen de, dike, ku beşdariya hemû hemwelatiyan di sazkirina pêşerojeke azad ewleh û aştiyeke berdewamdar gerentî dike.
Xweragirî ji bo Gelê me û serkeftin ji bo dozên wî yê dadwerane
Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê
28ê Çileya 2018an