Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê Piştevanî û piştgêrî ji bo Desteya Danûstankar a Sûriyê





















Daxuyanî
ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Piştevanî
û piştgêrî ji bo Desteya Danûstankar a Sûriyê 

 

 

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê piştevanî û piştgêriya biryara Desteya
Danûstankar a Sûriyê dike bi redkirina beşdariyê di kongirê ku biriyar e li
Soçî de were lidarxistin de, tevî hemû fişarên ku li ser hatine kirin, ku bi yê
yekê li dengê cada Sûrî û bangên aliyên wê yên siyasî û sivîl xwedî derket.

Desteya Danûstankar bi vê helwesta xwe daxwaziyên Hêzên Şoreş û
Opozisiyona Sûriyê derbirandin, û Desteyê omîdên Gelê Sûriyê û hêviyên wî bi
bicîkirina daxwaziyên şoreşa wî di azadî û rûmet û dadweriyê de, derbirandin,
bi taybetî piştî xwendina dawînameya Soçî, ku tê de mana Rêjîma Tawankar li
Sûriyê rewayî dike, û berdewamiya desthilata wê Rêjîmê li ser Gelê Sûriyê bi
hesin û agir.

Desteya Danûstankar bi xweragiriya xwe li pêş fişarên navdewletî da xiyanîkirin
ku ew kulûxemên Gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wî ve, hildigre, û pêdagîr
e li ser bicîkirina Veguhestina Siyasî ya rayekî ji Rêjîma Diktator bo Dewleta
Dîmuqratî Firehalî ya Nû, û pêdagîriya xwe bi çarçoveya Cinêvê ya danûstandinî
û biriyarên Rewatiya Navdewletî, di serî de daxyanameya Cinêv1 û biryara 2254
nîşan da, ku behsa Veguhestineke Siyasî bi timamî, û destûrekî bi destê Sûriyan
were nivîsandin, û hilbijartinên ku di jîngeheke ewleh bêlayen de, dike, ku
beşdariya hemû hemwelatiyan di sazkirina pêşerojeke azad ewleh û aştiyeke
berdewamdar gerentî dike.

 

Xweragirî ji bo Gelê me û serkeftin ji bo dozên wî yê dadwerane

 

Emîndariya
Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

28ê Çileya
2018an