Daxuyanî ji Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyêbi helkefta Roja Newrozê

Îro gelê Sûriyê ahanga Cejna Newrozê ku dikeve serê Buharê û nûkirina jiyanê bi hev re parve dikin. Bi vê helkeftê, em di Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê de vê cejnê li aliyên ahangdêr pîroz dikin, nexasim Kurdên li Sûriyê, û em ji wan re hêviyeke nû di azadî û rizgarbûnê ji sitemkariya Rêjîmê û hêzên Dîfakto yên ku ahang bi fermî di herêmên di bin destê xwe de qedexe kir, dixwazin. 

Hevdemî ku em wan kiryarên pinpêker şermezar dikin, bi vê helkeftê em dîsan tekeziyê li ser  pabendbûna xwe bi nerîna siyasî di Sûriyayeke Demoqratî Piralî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev de bê cudahî dikin.

Em wek Tevger girîngiya Pirsa Kurdî di Sûriyê de dizanin, û em dibînin ku tu çareyeke giştî di Sûriyê de bê gihiştin bo awayekê ku tê de mafên hemûyan gerantî bike tune ye.

Dilovanî ji bo pakrewanan û azadî ji bo girtî û windakiriyan û serkeftin ji bo gelê me yê giranbuha

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

21ê Adara 2019an