Daxuyanî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê Teqînên Stenbolê şermezar dike

 

   Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, êrîşa terorîstî ya ku roja Yekşemê 13ê Mijdara 2022an li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê pêk hat, û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, şermezar kir.

Em hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan û bi gelê Tirkiyê bi giştî re radigihînin.

 Û şifaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazin, em hêvîdar in ku cîhan bi hemû hêzên xwe yên ku bi demokrasî û aştiyê bawermend in, li dijî wan kiryaran bisekinin. Û li dijî wan kesên van kiryaran têve didin bisekinin.

  Di heman demê de em tekez di kin ku pêwîste kar bibe ji bo dîtina çareseriyên dadmend ji bo kêşe û pirsên gelan re, bi taybet gelê Sûriyê, ku bûye qurbaniyê zilma rêjîma diktator, û di bin zordestiya hêzên defakto de ye.

Em dibînin ku çare, li gorî biryara 2254’an ji bo avakirina aştiyê, têkoşîna li dijî terorê û jinavbirina zordestiyê, tenê bi pêkanîna çareseriyek siyasî ye.

 

Şermezarî ji bo kesên terorê dikin

Rehmet û aramî ji bo giyanê qurbaniyan

Û şifa lezgîn ji birîndaran re.

 

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyeyê

Sêşem 15ê Mijdara 2022an