Daxuyanîya Dawî ya Kongreya Giştî ya Çarem a Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

 

Daxuyanîya Dawî ya Kongreya Giştî ya Çarem a Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Ji 1 heta 4ê Tîrmeha 2022 yan

 

Li jêr dirûşma ” Jinên Sûrî Çêkerên Biryarê ne” Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî çaremîn Kongreya xwe bi şêweyekî fîzîkî li Stenbol û Parîsê lidar xist, ligel beşdarbûna online ya hin endamên Tevgerê ji herêmên  cuda ji hundir û derveyî Sûrîyê. Hejmara endamên kongreyê bi tevahî gihîşte 71 endamên jin û mêr.

Kongre bi pêşangeha Pêl (Mewce) û bi beşdariya hin mêvanan ji rewşenbîr û siyasetmedarên Surî yên li Parîsê destpê kir. Herwiha pêşangeheke Parelêl a vertuel li ser malpera Tevgerê hat nîşandan.

Ev pêşangeh hatiye vekirin piştî derbasbûna 10 salan di ser destpêkirina pêla Bihara Erebî û derencamên wê li ser  liv û xebata tevgera jinane ya vê demê ku bandora Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, piştî 5 salan ji damezrandina wê, di şikandina dîmenên jinan ên nimûnekirî di çêkirina biryarê de nîşan dide.

Desteya Giştî ya Tevgerê bi beşdarbûna xwe ya Fizîkî û online raporên Tevgerê yên rêxistinî û çavdêrî gotûbêj kirin û Emîndarîya Giştî ya nû  û Komîteya çavdêriyê bi dengdana nehênî hatin hilbijartin. Herwiha di berdewamiya rojekê de rapora siyasî gotûbêj kirin ku tê de rewşa Sûrîyê ya xwecihî û navherêmî û navdewletî pêşan dabû û gihîştin van encamên li jêr:

1-Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku rewşa cemidandina siyasî ya doza Sûrî dibe hokarê encamên karestbar li ser gelê Sûrîyê, nemaze li ser jin, zarok û çînên civakî yên goşegîrkirî. Tevger careke din tekez dike ku biryara 2254 a Encûmena Asayîşa Navdewletî, ku li ser bingeha Daxûyaniya Cenev1 û biryara 2118 a Encûmena Asayîşa Navdewletî hatiye derkirin nexşerêya takane ye ku ji alîyê navdewletî ve hatiye pejirandin ji bo çareserkirin û veguhestina siyasî li Sûrîyê di siberojê de.

2- Tevger dibîne ku rewş li tevahiya herêmên Sûrîyê ne aram e û planên hin Dewletan ji bo vegerandina penaberên Surî vegerandineke zorane ye ku jiyana wan penaberan dixe jêr metirsiyê. Herwiha Tevger tekez dike ku vegera penaberan ji bo navçeyên wan ên resen divê xwebexşane, ewle û bi rûmet be.

 3- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku pêngav û hewlên hin welatan ji bo jinûve qebûlkirina rêjîma Surî  paşguhxistina daxwazên rewa yên gelê Sûrîyê û qurbanîdanên wî ye. Ev hewl dê derfetên pêkanîna aştiyeke domdar têk bide, ev aştiya ku bêyî cîbicîkirina dadmendîyê û sizadana tawankarên ku tawan li dijî gelê Sûrîyê kirine nayê pêkanîn.

4- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî tekez dike ku doza girtî û bêserûşûnên jin û mêr dozeke mirovî ye û divê li derveyî bazarên siyasî be. Divê fişar li rêjîma Surî û tevahiya aliyan bê kirin da ku çareseriyeke bingehîn ji vê dozê re bê dîtin bi riya azadkirina hemû girtiyên jin û mêr û aşkerekirina çarenivîsa hemû jin û mêrên ku bi şêweyekî zorane hatine bêserûşûnkirin. Tevger herweha tekez dike ku divê hemû encamderên van binpêkirinan û ji hemû  aliyan bên sizadan.

5- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku rejîma Surî kar kiriye da ku barê encam û bandorên sizayên ku li ser wê hatine sepandin bide ser milê gelê Sûrîyê wekî çawa berpirsiyariya têkçûna Dewletê û saziyên wê jî xistiye daye ser wan sizayan. Tevger herweha dibîne tevî ku sepandina sizayan destikeke siyasî ya fişarê ye, lê ew ne take alav e û divê ligel wê alavên din ên fişarê hebin ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî heta radeya gihîştin bo çareseriyeke giştgîr û dadmendane ku dawiyê ji bo êş û azarên gelê Sûrîyê bi jin û mêran bîne.

6- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku êş û azarên jin û mêrên Sûrî li hemû kampên roj bi roj zêdetir û dijwartir dibin, û bi taybet jî jin û zarok rastî hemû corên tundûtîjîyê û ibtîzazê tên. Di derbarê kampa ” Holê ” de, bi şêweyekî taybet, Tevger dibîne ku hebûna malbatan û nemaze ya zarokan di van merc û nîran de wekî bombeke demkirî ye ji bo herêmê û Dewletên wê. Lewma Tevger dixwaze ku ev dosye bê çareserkirin bi riya ku her Dewletek berpirsiyariya hevwelatîyên xwe di kampê de hilgire ser milê xwe.

7- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku cîgîrkirina planên guretina demografîk ên ku li ser tevahiya cografiyaya Sûrîyê hatine cîbicîkirin û yên ku tên cîbicîkirin û sepandina vê guhertinê bi ser gelê Sûrîyê de wekî beşek j çareseriyê dê encamên wê yên karestbar hebin li ser hevgirtin û aştiya civakî û herwiha jî li ser yekîtî û silametiya xaka Sûrîyê.

8- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku forma Dewleta nenavendî forma herî guncav û baş e ji bo siberoja Sûrîyê bi şêweyekî ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê misoger bike û pirrengî û zengîniya rewşenbîrî biparêze. Bi şêweyekî ku serwet û saman  dadmendane bên dabeşkirin û yekîtiya gel û xaka Sûrîyê bê parastin.

9- Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî dibîne ku têkçûna sîstema perwerdeyê û dabeşbûna wê di navbera ideyolojiyayên cuda de yên desthilatên de facto de dibine gef û metirsî ji bo lawazkirina nasnameya Sûrî ya yekgirtî. Tevger ji wê yekê ditirse ku aloziyên di warê perwerdeyê de bibin sedem ji bo zêdebûna rêjeya karê zarokan û biçekkirina wan û zewicandina keçên ku temenê wan di jêr 18 salan de ye û hin metrsiyên din di derbarê parastina zarokan de. Lewma Tevger tekez dike ku pêwîst e hikûmet û aliyên bexşer dest bi piştgiriya bernameyên domdar ên perwerdeyê bikin bi hevahengî ligel Neteweyên Yekbuyî ji bo berdewamkirin û pêşxistina karta xwendinê bi hevahengiyeke baştir ligel Neteweyên Yekbuyî û saziyên nehikûmî û rêxistinên pêwendîdar ji bo alîkarîkirin di armiya Sûrîyê û başkirina rewşa wê de.

10- Tevger êrîşa Rûsyayê bo ser Ûkraynayê û derencamên wê yên aborî û siyasî li ser gelê Ûkraynayê û tevahiya cîhanê şermezar dike. Vê êrîşa Rûsyayê hîşt ku guhdan bi doza Sûrîyê dakeve asta herî nizim a pêşdestî ( ewlewîyeta) navdewletî. Vê destêwerdanê rastiya kûrahiya dijberiyê di navbera sîstema demokrat û zordar de li cîhanê aşkere kir.

 11- Tevger bikaranîna deriyên sînorî yên derbaskirina alîkariyên mirovahî wekî karteke sîyasî ji alîyê Rûsyayê û hevalbendên wê ve şermezar dike. Tevger wiha dibîne ku hewlên Rûsyayê ji bo qedexekirina derbaskirina  alîkariyên mirovahî di deriyê Bab el Hewa ve ji bo bakurê Sûrîyê dê bibin sedema karesateke mirovî ku gefê li jiyana milyonên Sûriyan dike ku piraniya wan jin û zarok in. Lewma Tevger girîng dibîne ku alternatîv ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî bên dîtin da ku ew alîkarî bi şêweyekî berdewam bigîhêjin navçeyên li derveyî kontrola rejîmê bêyî ku bi erêkirina desthilata Şamê ve bên girêdan.