Daxuyaniya Pîrozbahiyê ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê bi Helkefta Sersala  Asûrî-Babilî ya Nû 6774 – 2024

 

Bi helkefta hatina sala nû ya Aşûrî, Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê  sersala  hemû jin û mêrên Suryanî yên li welat û dîasporayê pîroz dike hêviya  daxwazên herî baş bo wan dike. Ev helkefta kevnar, ku weke destpêkeke nû ya tijî hêvî û nûbûnê ye, ku derfetê dide me da em tekezîyê li ser dewlemendiya nasnameya niştimanî  ya Sûrî di pirrengiya wê ya çandî de bikin.

Di vê rojê de em piştgiriya xwe ya bi hêz ji bo mafên gelê Suryanî û daxwazên wan ên ji bo bidestxistina damendî , wekhevî û aştiyê piştrast dikin. Em di wê baweriyê de ne ku rêya ber bi paşerojeke baştir pêwîst dike ku  em hemû bi hev re bixebitin Ji bo ku her kes bikare bedi civakek hemwelatîbûna wekhev de bijî, bêyî  cudahî  li se bingeha wî a çand, ol û netewa wan hebe.

Em hêvîdar in ku sala nû bibe saleke ku hêvîyan û nûbûnê bi xwe re bîne, û ew bibe destpêka qonaxeke nû ku tê de azadî geş dibe, aştî û aramî li her deverê serdest bibe, digel bidestxistina hemwelatîbûna wekhev ku mafên hemûyan garantî dike û rêzê li cihêrengiya çandî û olî digire.

Her sal em hemû ber bi pêkanîna van armancên hêja ve biçin.

 

Bijî Sûriye bi Xak û Gelê Xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinêan a Sûriyeyê

1ê Avrêlê, 2024