Daxuyaniya Şermezarkirin û Riswakirinê Di Derbarê Kuştina Çalakvan Hîbe Hac Arif De

 

Bi xemgînî û dilşikestineke mezin Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê nûçeya karesata kuştina hevkara me Hîbe Hec Arif li bajarokê Bezahe li gundewarên Helebê bihîst. Hîbe endameke çalak bû di encûmena xwecihî ya bajarokê Bezahe de, û rêvebera dibistan (el-Îxewe) bû, û endama Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, û Tora Jinên Sûrî û Hevbendiya Sûrî ya Demokrat bû.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê vî karê terorîstane bi tundî şermezar dike, û vê Tawana kirêt riswa dike ku bûye sedema jiyanjidestdana dêya du zarokan û çalakvaneke naskirî ya civaka sivîl û tevgera jinan li Sûriyê û şorşgêreke k utu carî li hember sitem û zorê bêdeng nedubû tevî hemû fişarên ku tûşî wan dibû.

Tevger daxwazê li Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî û hikûmeta demkî dike ku tevahiya berpirsiyariya xwe di ber vê Tawana kirêt de hilgirin çimkî ew herdu aliyên berpirs in di ber parastina xelkê li jêr kontrola wan de li bakurê rojavayê Sûriyê, û kontrolkirina rewşa têkçûna emnî li herêmê û binpêkirinên mezin ku welatiyên jin û mêr li wê herêmê dibin qyurbaniyên wan.

Tevger her wiha berpirsiyariyê dide ser hikûmeta Tirkiyê ku lêkolînê li vê doze bike çimkî ew berpirsiyara rêvebirina van navççeyan e û piştevaniya grûpên ku destê wan di tawanê de heye dike.

Tevgera Siyasîî ya Jinan a Sûriyê daxwaz jî dike ku lêkolîneke navdewletî serbixwe û giştgîr bi beşdariya rêxistinên yasayî yên navdewletî bê kirin ji bo kişfkirina hûrgiliyên vê tawanê û rawestan li ser hemû aliyên wê û destnîşankirina berpirsên di ber encamdana wê de û dadgehkirina wan da ku ev tawan jî ne dûbare be ji tawanên berê re ku hatin niximandin û encamderên wan nehatin kişfkirin. Ew her wiha daxwazê li aliyên pêwendîdar dike ku parastina jinên çalak û bervedêrên mafên mirov qayim bikin ûsilametî û parastina wan ji gef û dijminkariyan garantî bikin.

Tevgera Siyasîî ya Jinan a Sûriyê tevahiya piştevanî û dilsoziya xwe ji bo binemala kuştiyê û kesûkarên wê re nîşan dide û sersaxiyê ji hevjîn û herdu zarokên wê, hevkarên wê yên jin û mêr di meydanên kar de dixwaze, û tekez dike ku bew dê lêkolînan di derbarê hûrgiliyên vê tawanê bişopîne da ku rastî bi temamî eşkere bibe û kujer radestî dad bên kirin, li gorî pêvajoya Tevgerê li ser rêya rizgarbûnê ji zordarî, dagîrkerî û terorê û avakirina Dewleta maf û yasayê.

 

Dadmendî ji hemû kesên ku rastî sitem û dijiminkariyê hatine

Azadî ji bo jinên Sûriyê û hemû cihanê

 

Emîndariya Giştrî ya Tevgera Siyasîî ya Jinan a Sûriyê

28 Sibata 2024