Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derarê kuştina Rojnamevana Filistînî Şêrîn Ebû Eqleh

Rojnamevan û medyakara têkoşer Şêrîn Ebû Eqleh, şehîda netewî ya Filistînê, bi guleya Îsraîla dagirker jiyana xwe ji dest da. Şêrîn, ku tu carî dudilî nebû da kiryarên hovane yên Israîla dagirker li Filistînê ragihîne, ew kiryarên ku li dijî welatiyên Filistînê yên sivîl, û li ber çavên hemû cîhanê tên kirin, jiyana wê îro bûye baca dilsozî û wefadariya wê ji bo doza welatê wê, her wiha ji bo karê xwe yê ku tevî hemû şert û mercên dagirkeriyê, wê li hemû cografiya Filistînê bi wêrekî û fedakarî pêk anî.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, kuştina rojnamevana Filistînî Şêrîn Ebû Eqleh, di dema ku karê xwe dikir, ku ji aliyê artêşa Israîl ya dagirker ve, bi awayekî hovane hat kuştin,  şermezar dike.

Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, vê tewanê şermezar dike, û daxwaz ji civaka navdewletî dike ku  azadî û ewlehiyê ji  rojnamevanan re garantî bike. Her wiha,  Tevger daxwaza lêpirsîneke navdewletî ya zelal û berçav bike, ku berpirsyariya Îsraîla dagirker di kuştina Şêrîn de eşkere bike, û nîşan bide ku  Israîl ev tawan bi qesd kiriye. Û eger ev yek  were îsbatkirin, Tevger dibîne ku tişta hatiye kirin kuştinek bi mebeste li dijî goin û rojnamegeriyê ye, û ev kuştin wek binpêkirina yasa û peymanên navdewletî yên ku  azadiya çapemeniyê heta li cihên nakokî û şer garantî dike. Bê guman berdewamiya van awayên tawankar yên li dijî rojnamevanên jin û mêr, rewşeke ne ewlehiyê dirust dike, û rasterast êrişkirine li ser rola medyayê di ragihandin û guhestina bûyeran de ye, ku tê wateya kuştina azadiya ragihandinê û wêneya rastî a tiştên ku li ser erdê diqewimin.

Her wiha em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, hevgirtina xwe bi mafên rojnamevanan  re radigihînin, û em sersaxiyê ji xwe û ji gelê Filistînê re dixwazin ji ber şehîda wêrek û azadîxwaz Şêrîn Ebû Eqleh, ku kar û jiyana xwe ji bo doza Filistînê terxan kir, û karîbû bi dilsozî êşên welatê xwe ragihîne.

Sersaxî Ji malbat û hezkiriyên wê re.

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê

În 13ê Gulana 2022an