Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Bangewaziya Rêjîma Sûriyê ji Netewên Yekbûyî bo Zêdekirina Pirojeyên Çakbûna pêşwext û Vegera Penaberên Jin û Mêr

 

Piştî  bangewaziya rejîma Sûriyê ji Netewên Yekbûyî re bo zêdekirina pirojeyên çakbûna pêşwext li navçeyên di bin kontrola wê de, û piştgirîkirina hewlên wê di vegerandina penaberên jin û mêr ên sûrî de, em  weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê, tirsa xwe der barê îhtîmala ku Netewên Yekbûyî çavên xwe ji tawanên rejîma Sûriyê bigire, û diravên alîkariyê yên navdewletî, di bin sernavê “Çakirina pêşwext” de radestî wê bike, diyar dikin, bi taybetî ji ber gendeliya sîstematîk, û bikaranîna hikûmeta Sûriyê ji çavkaniyên ajansên Netewên Yekbûyî re ji bo ku xwe ji bandora sizayan xilas bike û piştgiriya şiyana  serbazî bike. 

Em tekez dikin ku vegera penaberên sûrî, jin û mêr, bi şert û mercên ewlehîye ve  ve girêdayîye, ji bilî rewşa mirovî. Raport diyar dikin ku penaber bitirs in ji bo vegera bo Sûriyê ji ber hovîtiya destgehên emnî, û biryara vegerê gelek caran di bin fişarên tund de neku bi temamî bi dilxwazî tê standin. 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dozên lêpirsîn û girtina hin penaberên ku vegeriyane û rastî lêpirsîn, binçavkirin û heta îşkencekirina li ser destê desthilatdarên Sûriyê hatine, belge kirine, ev rewabûna tirsa me ya ji zirara rasterast a ku di encamê de li benda wan e piştrast dike.

Ji ber vê yekê em bang li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî dikin ku hişyariyeke pir mezin ji daxwazên rêjîma Sûriyê  bikin, û garantî bikin ku diravên ku têne pêşkêşkirin ji bo bihêzkirina desthilata rejîma heyî, an ji bo veşartina tawanên wê neyên bikaranîn.

Herwiha divê civaka navdewletî piştevaniyê ji jin û mêrên Sûriyê re pêşkêş bike, li hundir û derveyî Sûriyê, û divê tekezî  li ser parastina maf û ewlehiya tekekesan bi taybetî  penaberên jin û mêr bikin.

Pêwist e çareseriyên siyasî yên berdewam bên handan, û piştgiriya wan li gor biryarên Netewên Yekbûyî, bi taybetî  biryara hijmar 2254, ku paşerojeke ewle û dadperwer ji gelê Sûriyê re misoger dike.

 

Bijî Sûriye bi Xak û Gel Xwe ve

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûriyê

Înî, 15 Çile 2023