Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Tevgera Gelêrî li Siweydayê

   Di  şert û mercên karesatbar ên xerab, û nîrên debara jiyanê yên dijwar de, ku ji encama şerê Sûriyê ne, û bûne sedema mirin, girtin û koçberiya bi sed hezaran li seranserê cografiya Sûriyê.

 Va ye rêjîm îro, piştî deh salên xwînayî, bi kîndarî, gef û tehdîdan dide ku darê zorê  li dijî  tevgera aştiyane li Siweyda bêk bîne,  ev tevger ku wek berdewamiya şoreşa Sûriyê ye, ya ku doza azadî, jiyaneke birûmet û rizgariyê ji cûntaya desthilatdar ku welat ber bi qeraxê tundî û terorîzm û her cure dagirkeriyê ve bir.

 Em wek Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, piştgirî û piştevaniya tevgera gelê xwe ya aştiyane  li Siweyda dikin.

Em bang li civaka navdewletî û hemû biryarderan dikin ku fişareke bibandor û pêkan li ser rêjîmê û piştgirên wê bikin, ji bo ku pabendbûnê  bi biryarên rewa yên navdewletî bikin, û biryara 2254 bicî bikin, bi rêya veguhestina siyasî ya desthilatê li Sûriyê.

  Pêwîst e bi cediyet refar bi pirsa gelê Sûriyê re bê kirin , ji bo ku ji stemkarî û kiryarên wê yên zordar, yên ku rûmeta mirovê Sûriyê ji nav biriye û hebûna wî dixe metirsiyê de, rizgar bibin.

  Em bang li hemû kesên azad ên Sûriyê û cîhanê dikin ku piştgirî û pîştevaniya van xwepêşandanên rewa û aştiyane, ku ji bo azadî û jiyaneke birûmet ji bo hemû jin û mêrên Sûriyê ne, bikin.

Bijî Sûriya bi Xak û Gelê Xwe ve

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinên Sûriyê

Pêncşem 10 Sibata 2022an