Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Vegerandina Rewatiyê bo Rêjîmê ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve
- updated: May 30, 2021
- |
Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî
Derbarê Vegerandina Rewatiyê bo Rêjîmê ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve
Di gaveke ku berevajî rola wê ya exlaqî û mirovî ye, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, di xula xwe ya 74mîn de, di 28/05/2021 de, rêjîma Esed ji bo endamtya ofîsa xwe ya cîbcîkar, ku ji 34 endaman pêk tê, hilbijart.
Di heyama deh salan de, rêjîma Sûriyê kerta tenuristî bi awayekî rasterast û bi mebest, kiriye armanc, ji nexweşxane, bijîşk û heta nexweşan. çi bi kuştin, desteserkirin, topbaran kirin, an jî bi armanckirina xalên bijîşkî.
Hijmarek ji saziyên mafnasî û yasayî, ku saziya Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan yek ji wan e, belge li ser armanckirina kerta tendirustî ji hêla rêjîmê ve, tomar û pêşkêş kirine: 3,327 girtî ji tîmên tenduristiyê hene, di nav wan de 282 jin in. û 739 endamên tîmên bijîşkî hatine kuştin. 542 navendên tenduristî hatin armanckirin û wêran kirin, ji vê zêdetir, navendên sivîl jî hatin armanckirin. Otombîlên ambulansê, û otomobîlên Heyva Sor a Sûrî, bi mebesta armanckirina sivîlan û gihaştina nav deverên jêr kontrola opozisyonê hatine bikaranîn, ev yek jî weke yek ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê tên naskirin, her wiha binpêkirin e ji Peymanên Cenevê yên sala 1949, û li gorî qanûna navdewletî ya giştî û zagona Roma ya Dadgeha tawanên Navdewletî, ev tawan bikevinbûnê betal na be.
Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, sersambûna xwe nîşan didin, ku ev gav ji aliyê rêxistinek navdeweyî tê avêtin, di dema ku dive ev rêxistin alînegir û objektîv be,û berevaniya mafên mirovan bike. nemaze ku rêxistineke navdewletî ya din, ew jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ye, endamtiya rêjîma Sûriyê ragirt ye.
Em vê gava ne exlaqî û ne mirovî bi tundî şermezar dikin, û ji ber ku piştî hilbijartinên sextet ên serokatiyê hatiye, em bawerin ku ew êş û azarên xelkê Sûriyê yên ku berê û ta niha jî buhayê tawanên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê dan e û hîn jî didin.
Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûryê, bang li civaka navdewletî dikin, bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û desteyên bi ser ve , hemû kiryarên vegerandina rewatiyê rêjîmê û sipîkirina rûpela wê, rawestîn in. û kar li ser sizadana tawanbarên cengê û kesên ku tawan li dijî mirovatiyêm kirine, bê kirin, bi armanca berhengarbûna tundî û şerê li Sûriyê, û parastina aştî û asayîşa navdewletî, li ser bingeha yasayên navdewletî, weke yasaya Roma ya sereke û Dadgeha Tawanên Navdewleî.
Tevgera Siyasî ya Jinan a sûrî, bang li civaka navdewletî dikin, ku çareseriyke Siyasî, dadmend,û giştî, li Sûriyê peyda bike, û piştê bi beyanameya Cenêvê ya yekemîn û biryara Neteweyên Yekgirtî ya hijmar 2254 û biryarên pêwendîdar ve girê bide, û danûstandin û karê komîteya destûrî dûbare çalak bike.
Em tekez dikin ku aştî bêyî dadweriyê nabe, û ne jî dadwerî bêyî sizada dibe.
Bijî Sûriyê bi gel xaka xwe ve
Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriî
Yekşeme 30ê Gulana 2021ê.