Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Derbarê Vegerandina Rewatiyê bo Rêjîmê ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve

Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî

Derbarê  Vegerandina Rewatiyê bo Rêjîmê ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ve

   Di gaveke ku berevajî rola wê ya exlaqî û mirovî ye, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, di xula xwe ya 74mîn de, di 28/05/2021  de, rêjîma Esed ji bo endamtya ofîsa xwe ya cîbcîkar, ku ji 34 endaman pêk tê, hilbijart. 

  Di heyama deh salan de, rêjîma Sûriyê kerta tenuristî  bi awayekî rasterast û bi mebest, kiriye armanc, ji nexweşxane, bijîşk û heta  nexweşan.  çi bi kuştin, desteserkirin, topbaran kirin, an jî  bi armanckirina xalên bijîşkî.

  Hijmarek ji saziyên mafnasî û yasayî, ku  saziya Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan yek ji wan e,  belge li ser armanckirina kerta tendirustî ji hêla rêjîmê ve, tomar û pêşkêş  kirine:  3,327 girtî ji tîmên tenduristiyê hene, di nav wan de 282 jin in. û 739 endamên tîmên bijîşkî hatine kuştin. 542 navendên tenduristî hatin armanckirin û wêran kirin, ji vê zêdetir, navendên sivîl jî  hatin armanckirin. Otombîlên ambulansê, û otomobîlên Heyva Sor a Sûrî, bi mebesta armanckirina sivîlan û  gihaştina nav deverên jêr kontrola opozisyonê hatine bikaranîn, ev yek jî  weke yek ji  tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê tên naskirin, her wiha binpêkirin e ji Peymanên Cenevê yên sala 1949, û li gorî qanûna navdewletî ya giştî û zagona Roma ya Dadgeha tawanên Navdewletî, ev tawan bikevinbûnê betal na be. 

   Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî, sersambûna xwe nîşan didin, ku ev gav ji aliyê rêxistinek navdeweyî tê avêtin, di dema ku dive ev rêxistin alînegir û objektîv be,û berevaniya mafên mirovan bike.  nemaze  ku rêxistineke navdewletî ya din, ew jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ye,  endamtiya rêjîma Sûriyê ragirt ye. 

  Em vê gava ne exlaqî û ne mirovî bi tundî şermezar dikin, û ji ber ku piştî hilbijartinên sextet ên serokatiyê hatiye, em bawerin ku ew êş û azarên xelkê Sûriyê yên ku berê û ta niha jî buhayê tawanên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê  dan e û hîn jî didin. 

    Em weke Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûryê,  bang li civaka navdewletî dikin, bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û desteyên bi ser ve , hemû kiryarên vegerandina rewatiyê  rêjîmê û sipîkirina rûpela wê, rawestîn in. û kar li ser sizadana  tawanbarên cengê û  kesên ku tawan li dijî mirovatiyêm kirine, bê kirin, bi armanca berhengarbûna tundî û şerê li Sûriyê, û parastina aştî û asayîşa navdewletî, li ser bingeha yasayên navdewletî, weke yasaya Roma ya sereke û Dadgeha Tawanên  Navdewleî. 

    Tevgera Siyasî ya Jinan a sûrî, bang li civaka navdewletî dikin, ku çareseriyke Siyasî,  dadmend,û giştî, li Sûriyê peyda bike, û piştê bi beyanameya Cenêvê ya yekemîn û biryara Neteweyên Yekgirtî ya hijmar 2254 û biryarên pêwendîdar ve girê bide, û danûstandin û karê komîteya destûrî dûbare çalak bike. 

  Em tekez dikin ku aştî bêyî dadweriyê nabe, û ne jî dadwerî bêyî sizada dibe.

Bijî Sûriyê bi gel xaka xwe ve

Sekreteriya Giştî ya Tevgera Siyasî ya jinan a Sûriî 

Yekşeme 30ê Gulana 2021ê.