Daxuyaniya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî Di Derbarê Armancgirtina Nexweşxaneyê Li Xezayê Ji Aliyê Îsraîlê ve

 

Di tundkirineke bêhempa de ji şerê Îsraîlê bo ser Xezayê, nexweşxaneya el-Mehmedanî li Xezayê bi qesd hate armancgirtin, û di encamê de hejmareke mezin ji sivêlên jin û mêr û tîmên bijîşkî bûne qurbanî û hejmareke din jî birîndar bûn; hejmara kuştiyan gihîştiye bêhtirî 1300 kesî (heya kêlîka nivîsîna daxuyaniyê), û bi dehan jin û mêr jî birîndar bûn. Ev armancgirtina bi qesd wekî tawaneke şer û tawaneke li dijî mirovatiyê tê hejmartin, û divê encamderên wê bêne sizadan.

Em wekî Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî bi tundî van tawanan şermezar dikin û em armancgirtina jin û mêrên sivîl protesto dikin û em tekez dikin ku bêdengiya li hember wan roniya kesk dide Îsraîlê da ku destdirêjê û binpêkirinên xwe zêde bike û hemû tapoyan bişkîne û yasayên navdewletî yên rêgir binpê bike da ku bê hesab tawanan bike.

Em daxwazê li aliyên navdewletî yên karîger dikin ku agirbesteke demildest bê ragihand û tundûtûjî li Xezayê ji hemû aliyên bê rawestandin, û her kesên ku bûne sedema wan tawanan bên sizadan û li gorî yasayên navdewletî bên dadgehkirin.

Bi nêrîna me siyasetên dîtina behaneyan û çavgirtin ji van tawanan rê daye û dide kuştina jin û mêrên sivîl, û garantiyê dide rizgarbûna ji sizadanê çi li Sûriyê be û ji jî îro li Xezayê be, û berdewamiya kuştargeha sûriyê, wekî ya Filestînê.

 

Dilovanî ji bo qurbaniyan 

Çakbûna bilez ji bo birîndaran

Dadmendî ji bo her kesê rastî sitem û dijminkariyê hatibe

 

Emîndariya Giştî ya Tevgera Siyasî ya Jinan a Sûrî 

Roja çarşemê, 18ê cotmeha 2023